Mexter

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mexter gundekî navça Rihayê wêranşarê ye.

Mexter gundekî Wêranşarê yê gelekî kevn e. Gund di destê eşîra Xidrekan de ye. Li vî gundî mirov kêm in, piraniya wan li bajêr dijîn. Gund di destê 5 birayan de ye, ji van ê mezin re dibêjin "Ehmedê mezin". Li dora gund gundên bi navê Tûlik, Cerdelî, Birêmî, Saqo û Tillag hene. Nêzîkî gund Riya Hevrîşimê (îpekê) heye.

Gund ji bo xwedî kirina sewalan gelekî fireh e. Li vî gundî bi piranî pembo, nîsk ,genim, ceh û ne bipiranî be jî zebeş, kelek, êmidî (şilingo), xitti, xiyar, acur û gelek fêkî jî lê tên çandin.

Li mexterê 30 hezar donim erdê çandinîyê û der dora 3 hezar donim ji erdê ji bo çêrê heye, xaniyên gundîyan bi prani ji kevirê reş û, pirketan hatina avakirin, di salên 2000 pêve li mexterê xaniyên ji beton, liser du qata hatine çêkirin, ruyê gund bi aliyekidin ve guherîye, erdên gund bi piranî avî ne, xebatkarên erdê liser birên artizênan di xaniyan di ji diminin