Kelerim û xemla xwe

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kelerim û xemla xwe, kelerim û keçikên xwe, seleteya gulkelemê ya bi sebze navê seleteyekê ye. Navê kelerimê yê bi zanistî brassica oleracea botrytis e, romî (tirkî) jê re karnabahar dibêjin.

Di demsalên (werz) bihar û havînê de tê xwarin. Di orjînalê de ava oranjê (portakal, narinc) nîne, lê, lê bê zêdekirin baştir dibe.

Berkelî (bo çar kesan)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 serî kelerim (ne pirr mezin, ne jî biçûk)
  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) kuzela (roka) hûrkirî
  • 1 KX pûjana (tihtavik) hûrkirî
  • 1 KX bexdenûsa hûrkirî
  • 2 KX ava oranjê (portakal)
  • Xwê (solin)
  • 2 KX ava lîmonê

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Kelerimê gupik gupik veqetînin. Bila gupik an girikên wê ne pir hûrik, ne ne jî mezin bin. Di nava şoravkê (ava şor) de, heya nermijî bû bikelînin.
  2. Di badî yan binikekê de gupikên kelerimê, pûjana, bexdenûs û kuzela amadekirî tevlîhev bikin. Dema we seleteya xwe li binikên servîsê parve kir, di tasekê de ava lîmon û oranjê tevlîhev bikin û berdin ser seleteyê. Êdî dikare were ser destexaneyê.