Seleteya girtiyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Seleteya girtiyan, seleteya mehkûman, seleteya girtîgeha Siwêrekê navê cureyeke seleteyê yê. Bi tirkî jê re avrat salatasi dibêjin. Berê li Kurdistanê ji jê re seleteya biav digotine, av jî dixistinê.

Bingeha navê wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dibêjin ev selete berê bi awayeke din bûye. Awayê niha tê zanîn ji girtigehe Siwêrekê belav bûye. Girtiyan di nava xwe de tehmeke nû dane vê seleteyê û dema azad bûne, vê awayê nû birine herêmên xwe. Di wêjeya devkî de bo vê seleteyê seleteya qancaran jî hatiye bikaranîn.

Niha jî gelek varyantên vê seleteyê hene. Hin kes ava hinarê tevlî dikin, hin jî nakin. Di seleteya ku mehkûman deranîne de hinar nebûye, paşê tevlî kirine.

Li hin aşxaneyan dimsê (mot) jî dixin navê.

Berkelî (bo çar kesan)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 2 kok pîvaza teze, yan baqek pîvaza teze
  • 2 dendik sîr
  • 1 baq bexdenûs
  • 1 heb fringî (bacanê sor, tomatos)
  • 2 heb hinar (ne mecbûrî ye)
  • 1 kevçî pûjan (tihtavik)
  • 2 heb îsota dirêj
  • Îsota tûj a pûlpûlî
  • Xwê (solin)
  • 2 heb lîmon
  • Li ser daxwazê biharbêhn (biharat)

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Fringî, pîvazên teze, îsot û sîrê hûrane (bi qasî hebên genimê) hûr bikin û tevbidin. Lîmon û hinarên xwe amade bikin, ava wan derînin, berdin ser melzemeyên xwe.
  2. Pûjanê pê werbikin, dîsa tevbidin. Herwiha îsota tûj, xwê û biharbêhnên xwe jî jibîr nekin. Êdî hûn dikarin bînin ser destexaneyê (sifreyê).