Seleteya pirparê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Seleteya pirparê (li hin deveran pimpar) seleteyek ji pêjgeha kurd e. Kurd gelek hez ji pirparê dikin. Pirpar riwekeke bêar e, gelek tê dîtin. Biharên Kurdistanê bi sedan cureyên pincar û riwekên din ên xwarinê xweş dibin. Seleteya pirparê yek ji seleteyên biharê ye.

Mirov dikare hin tiştan lê zêde yan kêm bike, lê terîfeya wê ya standard de, divê sedî sed savar hebe, bêi savarê nabe.

Berkeliya seleteyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Baqek (qevçeyek) pirpar
  • 1 stekan (qedeh) savar
  • Nîv baq pîvaza teze
  • 4-5 incare (xiyarên tirşînê)
  • 4 kevçî rûnê zeytê
  • 1 îsota dirêj a sor
  • 1 serî pîvaz
  • Xwê

Bo sosê:

  • 1 fîncan rûnê zeytê
  • 2-3 dendik sîr
  • 4 kevçî sirke
  • Gorî daxwazê gormiz (xerdel)
  • Xwê

Amadekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Savara xwe amadebikin. 4 kevçî rûnê zeytê bixin quşxaneyê . Pîvazekê ziravane hûr bikin navê û bidin ser agir. Dema pîvaz hinekê zer bûn, 2 stekan av û xwê tevlî bikin, bikelînin.

Dema keliya 1 stekan savarê têxinê, agirê xwe hinekê nizm (kêm) bikin, heya savarê ava xwe der kir, bikelînin. Bihêlin bila sar be.

Pirpara xwe ziravane hûr bikin, berdinê. Pîvaza teze, hebikên xiyarê û îsota dirêj a sor hûr bikin, berdin navê. Sosa we berê amade kiribû tevlî bikin û tevdin. Bixin binikan û bînin ser destexaneyê (sifreyê).

Sosa wê

1 fîncan zeytê bixin badiyekê. Sirke, sîra kutayî û hinekê xerdelê têxinê. Xwêya xwe pê werbikin û berdin ser seleteya xwe.