Seleteya Mîr Mihemed

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Seleteya Mîr Mihemed, gorî gotinan seleteya ku mîrê Soran, Mîr Mihemedê Rewandizî pirr dixwaribûye ye. Ji seleteyên Soranan e. Mîr hezkiriyê kuzel, kaho, singê mirîşkê û biharbêhnê bûye.

Li Tirkiyeyê jê re seleteya bi singê mirîşkê dibêjin ku standardekê vê seleteyê nîne. Hin jî wekî seleteya meksîkayî, seleteya Romayê, seleteya Îranê, seleteya Sezar ûêd" binav dikin.

Mîr Mihemed gelek hez ji kuzelê (roka, bi latînî Eruca sativa) dikiribûye. Di seleteyê de herwiha singê mirîşkê, rûnê zeytê û gelek biharbêhn (biharat) jî hene ku bo tenduristiyê baş in. Ango ne giran û rûnî ye. Mîr carnan parêz jî digirtibûye ku bi xwe, demekê dirêj nexweş bûye.

Berkeliya seleteya Mîr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 singê mirîşkê
  • 1 heb cûcika kahoyê
  • 4 pel kuzel
  • 4 KX (kevçiya xwarinê) rûnê zeytê
  • 1 heb xiyar
  • 100 gr penîrê qaşar ê hinekê kartû
  • 2 KX rûnê nivîşkî
  • 3 heb nanê tostê
  • Îsota tûj (pûlpelî)
  • Awîşen (cehter)

Bo çênca seleteyê;

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cihê hişk ê nan jê veqetînin, ew nayên bikaranîn. Cihê din bipişirînin an kûbîkî hûr bikin. Di rûnbirêşkê, di nava rûnê û awîşen û îsota pûlpelî de biqijilînin. Di rûnbirêşkeke din de, goştê xwe yê rişteyî û dirêjî hûrkirî hindikek biqelînin, bila zerayî pê bikeve.

Kaho, kuzelê bişon di badiyekê de hûr bikin. Penîrê li rêşkerê bidin, berdin navê. Lîmonan biguvêşin serê. Nanê qijilandî, goştê mirîşkê li ser seleteyê rêz bikin.

Di badiyekê de rûnê zeytê, mayonez, gormiz, hinekê ava lîmonê, sîra kutayî, xwê û îsota reş tevlîhev bikin ku ev jî sosa seleteyê ye. Vê çêncê (sos) berdin ser seleteyê. Dikarin bi penîr, fringî (tomatos, bacanê sor), gilyaz û fêkî yan zebezyeke din bixemilînin.