Seleteya bêdiranan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Seleteya bêdiranan, seleteya dirantuneyaneyan, seleteya duqatî ya gizêr û kartolê, navê seleteyeke pêjgeha kurd e. Navê xwe ji henekên civatê digire, lewra cûtina vê seleteyê gelek hêsan e, "bêdiran jî dikarin bixwin".

Berkelî (bo çar kesan)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 fîncana kafêyê (qehwe) rûnê zeytê
  • 1 stekan (qedeh) mast
  • 1 dd (dendik) sîr
  • 1 lîmon
  • 1 baq hêliz (pîjinda, şiwît)
  • 5 serî kartol (ne pirr mezin, ne jî hûrik)
  • 5 heb gizêr

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kartolan bixaşînin, qalikên wan bigirin. Bistrên, helîseyî bikin. Ango bikin pure. Rûnê zeytê, ava lîmonê, xwêyê tevlî bikin, tevdin û bikin tiyanekê (sîniya firneyê, tebsiya firûnê).

Gizêran li rêşkerê bidin, bila baş û hûrik bin. Bi qasî 1 stekana avê rûnê zeytê berdin ser gizêran, hindikek xwê pê werbikin, biqelînin.

Têkela gizêrê berdin ser pureya kartolê. Sîr û mastê amade bikin, berdin ser seleteyê. Hûn dikarin bi bêharbêhn an hêşînayiyan bixemilînîn, lê orjînal ev e.