Sûdana Başûr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Republic of South Sudan (en)
Komara Sûdana Başûr (ku)
Ala Sûdana Başûr Nîşana Sûdana Başûr
(Ala) (Nîşan)
Gotina netewî: "Justice, Liberty, Prosperity" "Dadwerî, Serxwebûn, Xweşî"
Sirûda netewî: South Sudan Oyee!
South Sudan in its region (undisputed).svg
Zimanên fermî Îngilîzî


Zimanên nefermî Hemû zimanên herêmî (erebiya cuba, bendî, zande)
Paytext Cuba
04°51′Bk 31°36′Rh / 4.850°Bk 31.600°Rh / 4.850; 31.600
Bajarê mezin Cuba
Sîstema siyasî Federatîf Komara Demokratîk a Serokatiyê
 - Serok
 - Alîkarê Serok
Salva Kiir Mayardit
Riek Machar
Rûerd
 - Giştî

619.745 km2
Gelhe
 - Giştî (2008)
 - Berbelavî

8.260.490 kes
16,94 kes/km2
Serxwebûn - 6'ê rêbendanê 2005 ji Sûdanê
- 9'ê tîrmehê 2005 Xweserî
- 9'ê tîrmehê 2011 Serxwebûn
Dirav Poundê sûdanî (SDG)
Dem UTC+3
Nîşana înternetê .ss (li benda pejirandinê ye)
Koda telefonê +211
South Sudan-CIA WFB Map.png

Komara Sûdana Başûr, welatekî Afrîka ye û li baniya tejaneya çemê Nîlê dimîne. Li rojhilatê wê Etiyopya, li rojava Komara Afrîkaya Navend, li bakur Sûdan û li başûr jî Kongoya Demokratîk, Ûganda û Kenya heye. Paytext û bajarê wê yê herî mezin Cuba ye.

Ji ber sedemên pevçûnên etnîk û olî yên navxweyî biryar hate dayîn ku welatê Sûdanê bibe du beş. Lewma di sala 2005'an de piştî şerê duyemîn ê naxweyî Başûrê Sûdanê bû herêmeke xweser. Piştî referanduma 11'ê rêbendana 2011'an biryara serxwebûnê hate dayîn. Herî dawî 9'ê tîrmeha 2011'an Sûdana Başûr bû welatê 193'an ku endamê Neteweyên Yekbûyî ye. Ev serxwebûn ji aliyê rêveberiya Sûdanê ve jî tê pejirandin.

Dîrok[biguherîne]

Heta dema destpêka rêveberiya Misirê ya salên 1820'an ti belgeyên berfireh ên di derbarê dîroka Sûdanê de nîn in. Tê texmînkirin ku mirovên Nîlî, (Dînka, Şîluk, Nuer) di sedsala 10'an de hatine vê herêmê.

Di navbera sedsalên 15 û 19'an de koçên hozan ên mirovan ji herêma Behra Xezalê bû sedem ku gelên di roja îroyîn de bi awayê niha niştecih bibin. Mirovên ne-Nîlî, Azande di sedsala 16'an de hatine Sûdanê û bajarê herî mezin ê herêmê avakirin. Mirovên Azande niha gelê sêyemîn qelebalix ê welat e. Mirovên Azande li Marîdî, Yambiyo, Tambura û rojavayê Behra Xezalê dijîn. Têkiliyên Azandeyan bi cîranên wan , (Moro, Mundu), re ne baş in.

Azande di sedsala 19'an de bi Fransî û Belçikiyan re şer dikin. Cara pêşî Misirî li vir koloniyan ava dikin. Di bin rêveberiya Mihemed Elî Paşa de parêzgeha Ekvatorya tê avakirin.

Li Sûdanê ji rêveberiya Misirê Samuel Baker (1869), Charles George Gordon (1874) û Emin Paşa (1878) serwertî kirine. Serhildana Mihemed Ehmed ya di salên 1880'an de helişt ku geşbûna parêzgeha Ekvatorya bisekine û agirbestek bi rayedarên Misirî re çêkir (1889). Navçeyên girîng ên Ekvatorya Lado, Gondokoro, Dufîle û Wadelaî ne.

Di sala 1947'an de Brîtanya hêvîdikir û bi Konferansa Judayê Bakur û Başûr Sûdanê bike yek. Di referanduma 2011'an de 98,83% ê gel ji bo serxwebûnê dengê erê bikaranî.[1] Hê jî gengeşiya herêma Abyeî didome. Mirovên vê herêmê jî wê biryara tevlîbûna bakur an başûr bidin.[2]

Polîtîk[biguherîne]

Federedewlet Gelhe Paytext
Ekuatoryaya Navend 1.103.592 Cuba
Ekuatoryaya Rojhilat 906.126 Torit
Jonglei 1.358.602 Bor
Lakes 695.730 Rumbek
Behra Xezala Bakur 720.898 Aweil
Nîla Jor a Rojava 585.801 Bentiu
Nîla Jor 964.353 Malakal
Warrap 972.928 Kwajok
Behra Xezala Rojava 333.431 Wau
Ekuatoryaya Rojava 619.029 Yambiyo

Çavkanî[biguherîne]

  1. "Over 99 pct in Southern Sudan vote for secession". 30'ê rêbendanê 2011. Retrieved 30'ê rêbendanê.  |first1= missing |last1= in Authors list (help); Check date values in: |access-date=, |date= (help)
  2. News, BBC (30'ê rêbendanê 2011). "99.57% of Southern Sudanese vote yes to independence". Retrieved 30'ê rêbendanê 2011.  Check date values in: |access-date=, |date= (help)

Girêdanên derve[biguherîne]