Kolos

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Kolos serpoşeke kurdî ye. Dişibe papaxê. Papaxê bêhtir faris, qefqaziyan bikaranîne. Papax bi rîçik, gulik e yan bimû, pirçonek e.

Ferhengên kurdî de tevlîhevî hene[biguherîne]

Di hin ferhengên kurdî de ji ber ku xizanan ji kulavê didirûtin û kulax jî ji kulavê bû tê hatiye tevlîhevkirin. Kulax kov e, dişibe kovikê. Kurdan qet nebe sedsalên dawiyê hîç kulax nedane serê xwe. Lê kolos ji cil û bergên kurdî yên folklorîk e.

Xizanan ji kulav an postên erzan çêdikirin. Dewlemendan ji postên biha, kulavên çermkirî, ebreşûmê didan serê xwe.

Îslamê qedexe kiriye?[biguherîne]

Beriya hatina îslamê kurdan gelek didabûne serê xwe. Kolosên kurt, pêşî yan paşî bi sîber, ên di şiklê kelekê de û naviya wan çal hwd hebûne. Ji ber ku Zerdeşt pêxember jî daye serê xwe û di firawerê de kolos heye û ji ber ku bi kolosan nimêjkirin zehmet e, îslamê wekî peyker, wêne, şerab, înstrumanên muzîkê ûêd ew jî qedexe kiriye.

Zargotinnas, zimanzan û modavanên kurd xebatên zanistî li ser cil û bergên kurdî nekirine.

Kolos û karakterê mêran[biguherîne]

Di civakê de mêr bi serpoşên xwe diharin naskirin. Serpoşên mêran diviyabû bi reng, girêdan û bestîra xwe maqûl ban. Mêran rengên pirr vekirî bikarnedianîn.

Di nava serpoşan de cihê kolosan cuda bû. Kolos xwekirina mêrên jêhatî yan jî dixwestin wisa bên naskirin bû. Kolos diviyabû li serî baş bihata rûniştin.

Di wêjeya devkî de, di suhbetan de:

  • Kolosê mezin, mêrê biçûk dide serê xwe.
  • Kolosê xwar, doxînê sist dike.
  • Kolos di nav çavê de, Xwedê bike gotina baş nav devê de.
  • Kolosê derîne, leçekê (laçik) bide serê xwe.
  • Kolosê xwar nabe mêvanê vê kofiyê heyran.
  • Ê hawara te hatiye ne mîr kolos e, feqîr ez im.
  • Kolosê kurdan û papaxê eceman gulaş girtine, di nav de kumê min ê reben çûye.

Di strana "Bavê Şukrî" de:

Delal qurban, mi(n) go çem û çemê lo Bişêriyê
Delal qurban, mi dî vê sibekê kelekê xwe berdabû lo pey gemiyê
Xwezî mi(n) bidîta kolosê bavê Şukrî bihata mêvaniya lo vê kofiyê