Komkujiya Qerqeliyê 1943

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Komkujiya Qerqeliyê, komkujiyek e ku di sala 1943´an de li Qerqeliya Wanê çêbû. Di çapameniyê de car bi car weke "Bûyera Muxlalî"[çavkanî pêwîst e] jî hat binavkirin.

Di nava kurdan de, weke "Komkujiya Qerqeliyê" jî, hat zanîn û binavkirin. Lê piştî ku helbestvanê bi eslê xwe kurd Ahmed Arîf ku li ser komkujiya Qerqeliyê helbesteke bi navê "Sih û Sê Gule" nivîsand, êdî di çapameniyê de dem bi dem weke "Bûyera Sih û Sê Gule" jî hatiya binavkirin.

Di wê demê de, dewleta tirk, bi armanca tafisandin û tirsandin kurdan bi leşkerî li herê diçê bi ser gundan de. Di wê demê de generalê tirk yê serokê artêşa sêyem Mistefa Muxlalî, agahiyê di hilde ku gelek gundî ji sînor buhurtina û çûna mêhvandariya xizmên xwe yên aliyên din yên sînor. Ev generalê tirk, ji bo çavê xalkê bide tirsandin û careka din êdî ti kesek weke wan nekê û sînor derbas nekê û neçê aliyê din ê sînor, wan li berçavên herkesekî li ber hêt dide rêzkirin û wan dide gulebarankirin û dikujê. Ev komkuji jî, piştre, di çapemeniya tirk de, weke "hin kaçakçî di deme ku sînor derbas kirine hatine kuştin" hat nivîsandin. Lê ev gotin û nivîsandin, hemû jî, derew bûn. Ew, ji bo ku çavên hemû kurdên ku li ber sînor dijîn bê tisandin bi plan program hatibû kirin.

Komkujiya Qerqeliyê, hewl hat dayin ku ser werê girtin û ew were nixûmandin. Di sala 1950´î de, di deme ku partiya DP'ê, ji bo ku di nava gel de li herêmê alîgiriyeke xwe çêkê, û wê dijberiya di nava gel de hinekî jî li dijî dewletê ku afiriya ji holê rakê, mijar hanî roja meclisê. Lê di wê deme ku mijar wê hanî rojava meclisê, ne bi armanca kujarên wê bêde derizandin bû. Piştre, ji ber ku êdî li herêmê, bertek zêde bûn, êdî ji bo ku pêşiya wan bertekan bidina girtin, bi awayekî li berçav, dozek hat vekirin û Mistefa Muxlalî, hat derxistin li pêşiya dadgehê ji bo komkujiya Qerqeliyê. Lê di deme ku ku doz hat vekirin, dewlet, ji bo ku ti rayadarên wê ji komkujiya kurdan, newina mahkumkirin, bi awayekî bi gûman, Mistefa Muxlalî di deme ku girtî di girtîgeha leşlerî de mir. Çend ku piştre, dadgeha tirk, bi awayekî li berçav ji bo kuştina 33 mirovan 20 sal danê de jî, piştre, ew ceza jî, dadgeha bilind xira kir.

Îsmet Înonû, ku li got hin gotina ku dihat gotin ku ew biaslê xwe kurd jî bûya, li herêmê, ji bo ku bi wê derizandinê xwestibû ku derkeve li pêş weke mirovekî demokrat. Lê wê derizandinê jê, piştî ku hatibû kirin jî, piştre, tişta ku dewletê armanc dikir û xwestibû jî, bidest ne xistibû. Dewletê, komkujiya Qerqeliyê, ji bo çavtirsandinê pêkhanîbû. Ji ber vê yekê jî, piştî darizandinê re, ji bo ku bandûra ku wê di xwest ku bidest bixe, ji bo ku bi darizandinê re ji holê nerabê, navê Mistefa Muxlalî, da qişlaya artêşa tirk ya sêyem. Peykerê wî jî, li wir da çikandin. Bi wê navdayinê û peyker danînê re xwest ku wê armanca xwe ya ku ji bo wê ew komkuji pêkhanî bû, li gorî wê were li cih. Hertimî, ku kurdên wir li wî peykerî meyîzendin û navê qişlayê bihîstin, ew tirs bikeve dilê wan de û êdî zêde gavên xwe neavêjin.

Binihêre jî[biguherîne]

Her wisa binêre[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]