Kroat

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kroat
Gelhe tevahî
7 - 8 mîlyon[1] (2022)
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne
 Kroatya3,550,000[2]
Ziman
Kroatî
Baweriya dînî
Katolîk
Têkildarên komên etnîkî
Slav, slav yen başûr

Kroat yan ji Xirwat (bi kroatî: Hrvati) komek etnîkî ya Slaviya Başûr e ku çand, dîrok û zimanek Kroatî ya hevpar parve dikin. Kroat bi piranî Katolîkên Roman in. Zimanê Kroatî li Kroatya, Yekîtiya Ewropî û Bosniya û Herzegovîna, zimanê fermî ye. Kroat bi qismî li welatên cîran û li welatên din ên Ewropaya Navendî û başûrê rojhilatê Ewropayê ku li welatên wekî Awistirya, Slovakya, Slovenya, Mecaristan, Serbîstan (bi giranî li Eyaleta Xweser a Vojvodîna), Romanya, Montenegro (bi giranî li Boka Kotor), Makedonyaya Bakur, Kosova, Îtalya û welatên din ên cîhanê belav bûne.

Ji ber sedemên siyasî, civakî û aborî gelek Kroat koçê Amerîkaya Bakur û Amerîkaya Başûr Awistralya û koçê Zelanda Nû bûne. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, bi alîkariya girseyî ya civakên berê û Dêra Katolîk a Roman, diyasporayek kroatan hatiye avakirin.

Li gorî texmînan wekî nifûsa Kroatya hêjmarek mezin ji gelê kroatan li derveyî welatê xwe dijîn. Kroatiyên li derveyî welat bi piranî li Amerîkaya Bakur û Amerîkaya Başûr, Ewropaya Rojava û Awistralyayê dijîn.

Padîşahiya Serdema Navîn a Kroatya yekem dewleta slavî bû ku wekî padîşahiyek navneteweyî hatiye naskirin.[3]

Mîna neteweyên din ên ewropî yên di nîvê sedsala 19an de, Kroatî jî di dema ronesansê ya neteweyî ya Kroatî de, bi çalakiya Tevgera Îlîrya bûne neteweyek nûjen.

Koka kroatan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Koka Kroatan a beriya koça mezin a Slavan ne diyar e. Koka navê "Hirvatî" (bi kroatî Hrvat) wekî ne diyariyek dîrokî dimîne ku nav bi her awayî ne slavî ye. Çend hîpotez derketine pêş ku îhtîmala herî mezin “teza îranî” ye. Lêbelê, ev ji hêla tezên protokronîst ve têne pirs kirin ku koka eşîra yekem a Kroatî vedigere bi qasî 10.000 salan li bakurê Asyaya Navîn, heya zincîre çiyayên Uralê ku li gorî van tezên heyî yên li Kroatya, dibe wargeha eslî ya Slavan. Ev tez li ser projeya jenografiyê ne û di nav koçên Hind û Îranî de cih digirin.

Teoriya îranî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî teoriya “Îranî”, Kroat bi eslê xwe ne slav in, xizmên îraniyan in. Rewangeh etîmolojîk e ku peyva kroat wekî xrovat tê şîrove kirin ku dê ji xo-ur-vatha ya îranî ya kevn, peyva farisî ya kevn ku tê wateya "hevalbend". Li gorî vê teoriyê koka kroatan ji gelê kevnarê îranî Alanan tê û bi vî yekê bi îraniyan ve girêdayî ne.

Gotina yekem a navê "kroatî" (Horouathos) di du nivîsên bi alfabeya yewnanî de li ser Kevirê Tanais, ku ji dora sedsala 3an a p.z. di sala 520an vedigere û li Azov a Kirimê ser kevirê Bendera Tanaisê ya li Deryaya Azovê hatiye dîtin. Herdu tablet li Muzeya Arkeolojîk a Saint Petersburgê (Rûsya) têne parastin. Yek ji herêma tevhevbûna Çemê Donê ku li nêzîkî herêma Azovê ye bi navê Horvatos hatiye binavkirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Bellamy, Alex J. (2003). The Formation of Croatian National Identity: A Centuries-Old Dream. Manchester, England: Manchester University Press. p. 116. ISBN 978-0-71906-502-6.
  2. ^ Central Bureau of Statistics". Dzs.hr. Retrieved 26 March 2013.
  3. ^ "Opci podatci". web.archive.org. 17 sibat 2021. Ji orîjînalê di 17 sibat 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 kanûna paşîn 2023.