Kulîçeya dapîrê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kulîçeya dapîrê, kulîçeya biselete, kulîçeya bi gizêr û gûzê cure kulîçeyeke pêjgeha kurd e. Herwiha di pêjgeha gurcî û ermenîyan de jî cih digire.

Angaştek li ser navê wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Standardiyeke têkela vê kulîçeyî nîne. Di pêjgehan de jinepîran ji xwe re ji berkelî û berteviyên bermayî, bo mînak selete, biharat, çerez, hevîr, pelhevîrk ûêd hin xwarin, kulîçe, kilor, kate çêdikirin. Ji ber ku gelek tişt dikeve nava vê pasteyê, bi texmîni ji ber wê gotine kulîçeya dapîran. Gurcî û ermenî (hay) jî dizanin.

Bertevî (melzemeyê tevlîkirinê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mirov dikare gelekan lê zêde yan kêm bike. Ev terîfe ji kulîçefiroşekî kurd ê li Ewropayê dijî hatiye wergirtin.

  • Ard (arvan)
  • 1 stekan (qedeh) mast
  • 3 hêk
  • 1,5 stekan şekirê toz
  • 4-5 heb gizêr
  • 1 stekan kakilê gûzê yê hêrayî (pişirandî)
  • 2 pakêt toza hevîr dipoxîne, bel dike
  • 1 stekan rûnê ron (rûnê zeytê yan ê gulberojê)
  • 1 KÇ (kevçiyê çayê) darçîna biharatî
  • 1 pakêt vanîlya

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berê hêk û şekir biçelpînin.Şekir heliya mast, rûnê ron, gizêra li rêşkerê xistî û kakilê gûzê tevlî bikinê û tevbidin.

Ard, toza hevîr dipoxîne, vanîlya û darçînê berdinê, dîsa tevbidin berdin qaliba pasteyê. Germiya firneya xwe bikin 175-180 û bi qasî 35-45 deqeyan bipijînin.

Êdî dikare were ser destexaneyê, bê servîskirin.