Here naverokê

Kurdên Kilîsê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kurdên Kilîsê (Tr: Kilis Ekradı) Kurdên derûdorê Kilîsê ne. Siftê gelê xwe piranî Êzdî bû. Gorî Şerefxan ewan ji Kurdên bi navî Mend in. Mendiyan wexta Eyûbîyên li wir cîhekî girîng bi dest xwe xistin. Wexta Memlûkan dijek di navberê wan û dewleta Memlûkan da dest pê dike. Memlûkiyan li Hember Qasim Beg piştê Şêx İzedîn, Şêxekî Êzdîyên'e, digire. Qasim Beg jî, wexta ku Yavuz Siltan Selîm tê, li hember Memlûkiyan piştê Osmanîyan digire. ku Osmaniyan dewletê Memlûqiyan dişehetînin piştê xwe nadin Qasim Beg. Wê lomê wî û bi lawê, Canbolad, bi xwe re dibin Stembolê; rêveberiyê ew derê didin dest Îzedîn Beg. Ew çaxê gelê Kîlîsê carekî din vedigere li ser Êzdîyetiyê. û Paşîngê Osmanî Qasim Beg dikujîn û Canbolad jî xwandi didin û dikin leşker. Ku Canbolad mezin dibe leşkerekî serkeftin. Belê, Osmaniyan jî tu tehmê ji dest Kurdên Kîlîsê nebînin wê lomê Canbolad dişînin wir. Demeke dirêj Canbolad li wir dije. Wextê ku ew dimire (1572) lawê xwe, Hûsên Paşe, dibê mîre Kîlîsê. Wextê ku Sinan Paşe wî bêsedem dikûje birazêyî Hûsên Paşe, Elî Paşe, dibe mîr û Helebê bi dest xwe dixe. Ew çaxê jî li Anatolyayê li ser rakirinên girîng (tr: Celali İsyanları) hene. di navberê 1606 û 1610'an da Kuyucu Mûrad Paşe diherê li ser wan. Piş şerekî mezin di navberê Elî Paşe (tr: Canpolatoğlu Ali Paşa) û Kuyucu Murat Paşe, Elî Paşe lê dide. Elî Paşe xwe dighîne Stembolê û derdî xwe bi Siltan Ehmed rê dibêje. Siltan wî bexşandin dikê û dişîne Temeşwarê. Wextê ku Kuyucu Mûrad seferê xwe ya li hember serrakirên Anatolyayê xelas dikê vedigere Stembolê. Ku hu dike ku Elî Paşe hî yî xweş e Siltên hu dikê wî kuştin dide. ji ev pirsgirêkê şiva malbatê Canboladan bara Libnanê dikin vedigerine li ser olê Dirûziyên. Ereb ev malabatê bi navî Canbolad nasdikin. Rola wan di siyaseta Lubananê hîn berdewam dike.

Heta Şerê Cîhanî yê Yekem Kurdên Kîlîsê li Kîlîsê û li Çiyayê Kurmênc roleka girîng digirin. Heta 1800an ew deran ji aliyê Osmanîyan bi navî Ekrad Sancağı (Sancaxa Kurdan) tê naskirin. Bi Firqeya İslahiye rolê xwe gêr dibe lê xelas nabe. Wexta Şerê Cîhanî yê Yekem Mîrê Oxçî İzedînlîyan, Hennan Axa, ji Civatnetewê Romiyan rê mektûbekê dişîne û li hember Fransizan alikariyê dixweze. Peşî Şerê Cîhanê ya Yekê nîviyê Kurdên Kîlîsê perçê dibin. Hin li hêlê Sûriyê hin li hêlê Tirkiyê dimên.

  • İbrahim Peçevi, Tarih-i Peçevi. (trans.) Murat Uraz. Istanbul: Neşriyat Yurdu, 1968.
  • Şeref Han, Şerefname. trans. M. Emin Bozarslan, Istanbul: Hasat, 1990.
  • Griswold, William J. Anadolu’da Büyük İsyan, 1591-1611. Istanbul: Tarih Vakfı Yurt Yayınları, 2002.