Here naverokê

Xanedana Eyûbî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Eyûbî hat beralîkirin)
Xanedana Eyûbiyan

الأيوبيون al-Ayyūbīyūn Erebî

1171 – 1260/1517
Nexşeya mezinbûna Împaratoriya Eyûbiyan di bîn Selahedîn Eyûbi di sala 1193an

Ala Eyûbiyan

Nîşan
Agahiyên gelemperî
PaytextQahîre (1171-1254)
Şam (1254-1341)
ZimanKurdî, erebî
DiravDînar
Gelhe
12emîn sedsal7.200.000 (têne Misîr û Suriyê)
Dîrok
Rûerd û Gelhe
Rûerd (1190[1])2.250.000
Siltan (keyakser)
  • 1174–1193: Selahedînê Eyûbî
  • 1193–1198: Ezîz Osman
  • 1198–1200: Mansur
  • 1200–1218: Adil I.
  • 1218–1238: Kamîl
  • 1238–1240: Adil II.
  • 1240–1249: Salehê Eyûbî
  • 1250–1254: Eşref Musa
Ya berêYa paşê
Keyanîya Orşelîm

Xanedana Eyûbiyan, xanedanekî ya dîrokî kurd bû. Malbata Selahaddîn Eyûbî, malbateke kurd e ji êla Rewadiyan e.[2] Ji vê êlê Şadî bi herdû kurên xwe re Esededîn Şêrko û Necmedîn Eyûb ji gundê Ecdankanê çûne Bexdayê û ji wir jî piştre çûn li Tikrîtê bicihbûn. Şadî li Tikrîtê mir û herdû kurên wî çûn ketine xizmeta Mucehededînê Gîtanî de. Gîtanî dît, ku Eyûb jîr û zane ye, rabû wî xist destkarê Tekrîtê. Selaheddîn Eyûbî di 1136 an de li Tekrîtê hate dinyayê.[3] Bav û apê Selahedîn çûne cem Îmadedîn Zengî xwediyê Mûsilê. Wî gelekî guh da wan û Eyûb kire waliyê Belbekê.[4]

Di çavkaniyên serdema navînê îslamî de, Eyûbî bi navê "Dewleta Kurd" (bi erebî: دولة الکردية, bi tîpên latînî: Dawlat al-Kurdiyya), "Dewleta Kurdan" (bi erebî: دولة الأکراد, bi tîpên latînî: Dawlet al-Akrād)[5][6], an navê "Dewleta Kurd" (bi erebî: المملکة الحصينة الأکرادية, bi tîpên latînî: al-Mamlaka al-Ḥasina al-Akrādiyya). Ji bo mînak, Mihemed ibn Îbrahîm El-Xezracî, nivîskar û dîroknasek di dawiya dema Eyûbiyan de, pirtûkek dîrokî bi navê 'Tar'îkh el-Dawlat el-Akrād wal-Atrāk' (Dîroka Dewleta Kurdan û Tirkan) nivîsand. Ji bo Kurd re Eyubîyan, lê Tirk re jî Memlûkan dihat gotin ku di sala 1250'an de li ser Eyubîyan Misirê ketin. Ji wan re dihat gotin wek "Kurdên Eyûbî: (الأکراد الأيوبية, al-Akrād al-Ayyūbiyya) û "Serokên Kurdên Misirê" hatin naskirin.

Bi navê Eyûbî jî paş navê bavê Selahedîn, Necmedîn Eyûb tê.

Pêşîye xanedana Eyûbî Necmedîn Eyûb mensûbê eşîra Rewadî bû ku ew bi xwe şaxekî eşîra Hezbaniyan e ye wan eşîran jî Kurd bûn.[7] Bav û kalên Eyûb li bajarê Dvinê li Bakurê Ermenîstanê de bi cih bûn.[8] Rewadî di wî bajarê de siyasî û leşkerî ve kesên elît bûn.

Qesrekî Eyûbiyan li Helebê

Piştî mirina Îmadedîn Eyûb bi maltaba xwe ve çû Şamê û xwe gehande Nûredîn kurê Îmadedînê Zengî xwediyê Helebê. Nûredînê Zengî Hims û Rehba dane Eyûb û ew kire mîrekî mazin, Şêrko jî rêkire Misrê, da şerê melek Mensûr bike, yê destdirêjî şawîrê kiribû.[9] Şêrko biraziyê xwe Selahedîn jî bixwe re bir. Şêrko ji ber mêranî û rastiya xwe bûbû destê siltan Nûredîn, yê rastê. Şêrko piştî demekê vegera welatê Şamê, ji hingî ve êdî rola Selahedinî siyasî destpê kir û berz bû.

Ji ber ko Frengan çavên xwe berdane Misre, Şêrko dîse vegerayê û Selahedîn jî rêkire bajarê Skenderiyê. Şêrko wezîrê Misrê bû û dest li ser danî. Ta mirina wî sala 1168 her Şêrko karûbarê Misrê gerand. Piştre li wir Selahedîn bû wezîrê pêşî, lê ji ber rastî û dadeweriya xwe êdî ew bûbû şahê dilê misriyan. Selahedîn Freng di şerê li Dimyatê de şkand. Bavê wî jî hate Misrê, gehayê. Piştî mirina xelîfê fatimî Adid (al-'Adid) êdî Selahedîn bû serdestê Misrê yê bêhempa. Û piştî ko Nûredînê Zengî mir êdî Selahedîn xwe kire siltanê Misrê. Bi vê hikmê malbata Eyûbiyan sazkir.

Bi şer Yemen, Sûdan û Felestîn vekirin û sala 1174 dest danî ser Şam, Mûsil û Helebê. Sala 1187 di şerê Hetînê de zora xaçperestan bir û Quds vekir. Şahê Inglîstanê Richard (bixwîne: Rîçard), yê bi dilê şêr navkirî careke din êrîşî Eyûbiyan kir, da Qudesê vegerêne, lê biser neket. Di sala 1192 levhantinek di nav herdû aliyan de çêbû, û şer rewasta. Li gor vê levhatinê ji erda ber lêva deryayê pê ve, ya di nav Sûr û Yafa de titişt di destê xaçperestan de nema.[10]

Yek ji mezintirîn bûyerên di dîroka erebî de vekirina eyûbî, ya welatê Yemenê ye. Ji ber ko mîrekên eyûbî bi vê vekirinê Yemen, Misir, Sûriya û welatê Cezîrê (niha di nav destê Sûrî, Îraq û Tirkiyeyê de ye) kirine yek. Bi vê yêkitiyê biserketina mezin li ser xaçeperestan bû û welatê ereban gehane hev.

perêyen Eyûbi sala 1201

Hikûmdaren Misirê

Hikûmdaren Sûriyê

Mîren Helebê

Mîren Hemayê

Mîren Homîse

Mîren Kêrak

Mîren Yemenê

Mîren Cîzîra Botan

Mîren Heskîfê

  • 1232–1239: as-Salih Ayyub
  • 1239–1249: al-Mu'azzam Turan Schah,

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ Turchin, Peter; Adams, Jonathan M.; Hall, Thomas D (kanûna pêşîn 2006). "East-West Orientation of Historical Empires" (PDF). Journal of world-systems research. 12 (2): 219–229. Ji orîjînalê (PDF) di 22 sibat 2007 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2012.
  2. ^ "Ayyubid dynasty | Rulers, History, Founder, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 2 hezîran 2023.
  3. ^ "SELÂHADDÎN-i EYYÛBÎ". TDV İslâm Ansiklopedisi (bi tirkî). Roja gihiştinê 2 hezîran 2023.
  4. ^ "Collections Online | British Museum". www.britishmuseum.org. Roja gihiştinê 2 hezîran 2023.
  5. ^ Rhys Bajalan, Djene (2017). Studies in Kurdish History: Empire, Ethnicity and Identity [Xebatên ser Dîroka Kurdan: Împeratorî, Etnîsîte û Nasname] (bi îngilîzî). rr. 19–22.
  6. ^ Van den bent, J. (2020). Mongols in Mamluk eyes: Representing ethnic others in the medieval Middle East (bi îngilîzî). r. 27.
  7. ^ Vladîmîr, Mînorsky (1953). Studies in Caucasian History [Xebatên Dîroka Kafkasî] (bi îngilîzî). r. 124. Historians agree in stating that [Saladin's] father and family belonged to Duwin. ... They were Kurds and belonged to the Rawādiya [sic], which is a branch of the great tribe al-Hadāniya
  8. ^ Humphreys, R. S. (1987). Encyclopaedia Iranica Vol. III [Ansîklopediya Îranîka Cîld III]. rr. 164–167.
  9. ^ "Ayyubids". obo (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 2 hezîran 2023.
  10. ^ "Ayyubids | Encyclopedia.com". www.encyclopedia.com. Roja gihiştinê 2 hezîran 2023.