Leyla Güven
Endama Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Hakkari (electoral district) (en) | |
---|---|
- |
Jidayikbûn | |
---|---|
Navê rastî |
Leyla Güven |
Hevwelatî | |
Pîşe |
Çalakdara/ê mafên mirovan, siyasetmedar |
Partiya siyasî |
Leyla Güven bi kurdî Leyla Guven (jdb. 6ê gulanê 1964an li gundê Kemera) siyasetmedareke kurd e ku li navçeya Canbegê ya parêzgeha Qonyeyê ji dayik bûye. Ji Kurdên Anatoliya Navîn e. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk e.
Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Dibistana seretayî li Kemerayê bi dawî kiriye. Ji heft zarokan a dawîn e. Di nava salên 1980-85ê de li Almanyayê dijî. Bi almanî dizane û du zarokên wê hene.
Sala 1994ê di lijneya birêveberiyê ya HADEPÊ ya parêzgeha Konyayê de cih girtiye. Li heman bajarê serokatiya şaxa jinan a HADEPê kiriye. Sala 2002an di meclîsa partiya DEHAPê de peywirdar bûye. Li Edene û hin navçeyên wê di nava sazî û komeleyên jinan da xebat pêk anîne.
Di sala 2004an de dibe şaredara Küçük Dikili ya Seyhanê. Di 29ê adara 2009ê de bûye şaredara Wêranşarê.
Di 21ê kanûna pêşîn a 2020an de Dadgeha Cezaya Giran ya 9an li Amedê ji ber îdiaya "rêveberiya rêxistana terorî" 22 Sal û 3 Meh cezayê zindanê daye wê.[1]
Pêşangeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
-
Pankarta fransî ji bo piştgiriya Leyla Guvenê
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ "Li Tirkîyê Dadgehek li Amedê 22 Sal û 3 Meh Cezayê zindanê li Leyla Guven Birî". VOA. Roja wergirtinê: 22 kanûna pêşîn 2020.