Barzan, Mêrgesor

Barzan
Kargêrî
Welat Başûrê Kurdistanê
Dûgel Herêma Kurdistanê, Îraq
Parêzgeh Hewlêr
Navçe Mêrgesor
Nahiye Barzan
Demografî
Demonîm Xelkê Barzan
Erdnîgarî
Koordînat 36°54′34″Bk 44°02′26″Rh / 36.90944°Bk 44.04056°Rh / 36.90944; 44.04056
Barzan li ser nexşeya Iraq nîşan dide
Barzan
Barzan
Barzan (Iraq)
Map

Barzan, gundekî bi ser navçeya Barzan a parêzgeha Hewlêrê (Başûrê Kurdistanê) ve ye[1].

Barzan yek ji gundên herî navdar yên Kurdistanê ye. Ev gund di şoreşên Kurdan û tevgera azadîxwazî ya Kurdistanê da cihekê gelek giring digirit.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gundê Barzan li şehristan anko ya Mêrgesorê li stan anko parêzgeha Hewlêrê li Başûrê Kurdistanê ye. Ev gund dikevit aliyê rojavayê Mêrgesorê. Hevsiyên gundê Barzan ev gund in: li başur Bilê, li bakur Hesinan û Bibana, li rojhilat Hesneka û li rojava jî Hevindkan.

Barzan li 36° 55' 34 bakur û 44° 2' 26 rojhilat helkevtiye û 661 metiran li ser astê deryayên azad bilind e.

Çiyayê Şirînê çiyayekê navdarê Kurdistanê ye ko li bakur çavdêriya Barzan dikit.

Seqaya Barzan seqayeka çar demsal e. Buharên Barzanê bi kulîlk û nêrgizan xweş û bedew e. Havînên wê gerim in. Payîza wê bi rengên payîzî yên daran kevalekê rengîn e. Zivistaên Barzan jî dijwar in.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev gund landika şoreş û berxwedana Kurdan bûye û gelek caran bi destê rejîmên yek li pey yekên Îraqê hatiye wêrankirin û şewitandin.

Şoreşên Şêx Evdilselamê Barzanî, Şêx Ehmedê Barzanî, pişikdariya di xebatên Şêx Ubeydilayê Nehrî û Komara Mahabadê da, Şoreşa Îlonê, Şoreşa Gulanê û gelek şoreş û serhildan û berxwedanên dî tenê hindek nimûne ji xebata dirêjdema vî gundî ne.

Xelkê Barzan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xelkê gundê Barzan ji ber şoreşên wê li tevaya cîhanê belav bûne. Piştî Şerê Duyê yê Kendava Faris li sala 1991ê û dameziriyana Hukmeta Herêma Kurdistanê li Kurdistana Başur, gundê Barzan hat avedankirin û termê serokê Şoreşa Îlonê, Mela Mistefa yê Barzanî li vî gundî hat veşartin.

Xelkê gundê Barzan hemî Kurd in û bi Kurmancî diaxivin. Dînê xelkê Barzan Îslam û mezhebê wan Şafiî ye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Dr Abdulla Ghafor (2001). Index of Kurdistan Villages. Vol. 2. (Index of villages in Southern Kurdistan in the Iraqi Population Census 1957). Stockholm.