Pêndro

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Pêndro
Pendroo-jalalmajid1968.jpg
Gundê Pêndro û li paş çiyayê Bûtîn (Serê Kurê Bûtînê), 1968.
Kargêrî
Parêzgeh Hewlêr
Navçe Mêrgesor
Nahiye Şêrwan Mezin
Demografî
Gelhe (2017) 2.547 kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°03′42″Bk 44°06′20″Rh / 37.06167°Bk 44.10556°Rh / 37.06167; 44.10556
Bilindayî 1325 m
Nexşeya cihan HHK
Pêndro is located in Başûrê Kurdistanê
Pêndro
Pêndro

Pêndro[1], gundekî kurdî yê bi ser navçeya Mêrgesor ya parêzgeha Hewlêrê (Başûrê Kurdistanê) ye. Gund dikeve nêzîkî sînorê Bakurê Kurdistanê, nêzîkî 18 km li bakurê Barzan, xelkê wê li ser 2540 kesan e, gundekî devera Mizûrî Bala yek ji heft eşîrên Barzan. Ew dikeve çarçoveya bandavên nizm û çiyayê Bûtîn çar kîlometre dikeve bakurê rojhilata Pêndro û herweha geliyê Sardavê jî nêzîkî panzdeh deqîqe bi piyade ji bakurê gundê ye. Gundên Benan û Şîvê li bakurê, Hekarî li bakurê rojhilatê, Êdilbê û Zêt li rojhilat, Sêlkê û Stope û Gîza Wilatî li başûr, Binavyê û Navkurika li rojavayê, Dêzo û Spîndarê li bakurê rojavayê. Rûberê Pêndro zêdetir ji 10 km². Dikeve nav çiyayê Zagros de; kêmtir 10% ya erdê Pêndro bin 1225 m asta deryayê[çavkanî pêwîst e], û xala herî bilind 2534 m. Hemû nifûsa Pêndro bi kurmancî dipeyive û bi soranî wekî zimanê fermî Başûrê Kurdistanê dizane.

Dîrok[biguherîne]

Dîroka Pêndro bi kêmî ve di dema serweriya Emirate ya Badînan de ye, ku di sala 1843 de bi dawî bû[2]. Pêndro sedan salan e ji aliyê Mizûrî ve hatibû rûniştin. Mizûrî yek ji kevintirîn eşîrên kurdan e li Kurdistan ê. Eşîra Mizûrî cara yekem ji aliyê Şerefxanê Bedlîsî ve tê behskirin di pirtûka xo de Şerefname di sala 1597an de[3]. Ewliya Çelebî di pirtûka rêwîtiyê xwe ya bi navê "Seyahatname" de di sala 1638 de behsê Mizûrî kiriye[4] û ji aliyê Mark Sykes ve di sala 1909an de, ji aliyê dîroknasê kurd Muhemmed Emîn Zekî di pirtûka xwe (Kurd û Kurdistan) di 1931ê de behsa eşîra Mizûrî kiriye[5].

Li erdê, çiyayî û daristan, bûye harîkar bo tevgera kurdayetî û tevgera civakî. Di tevahiya dîrokê de, herêm gelek caran bi hêzên derveyî hatiye dagirkirin. Pêndro û gundên din li herêmê gefa jeopolîtîk ya herî mezin bû bo dijminê kurdan. Gelek caran gundiyan ji mecbûr hatin derxistin û gundên wan hatin şewitandin, dijminê kurdan ev kir, ji ber ku gelek gundan serhildan kirin û ji bo serxwebûna Kurdistan şer dikin[6]. Gelek pendroyî beşdarî şoreşa yekem a Barzan bûn, ku di sala 1932an de bi dawî bû û Şêx Ehmedê Barzanî zorê lê hat kirin penaberiyê bikin bo Wanê bi 400 malbatan Barzanî re, ev hejmara malbatan 31 pêndroyî hene[7]. Piştî deh salan di sala 1943an de Mistefa Barzanî li sirgûnkirinî di li Sulaymaniyê derket, ji vegera Barzan û wî li deverê serdana çend gundan kir û hejmarek gundiyan gehişne wî, û polîsit herêmî girtin û bê çek kirin. Hevketineka xûnavi di navbera Barzanî û leşkerên îstîxbarata leşkerî de li Pendro, vê pevçûnê da sê karbidestên îstîxbarata leşkerî ya Îraqî hatin kuştin, ew şer destpêka serhildan 1943 yê Barzanî bû. Dagirkirna Barzan di 7ê cotmeha 1945 de ji aliyê Îraqê ve, zorê Barzanî kir ku hêzên xwe ji deverê vekişînin û derbasî Rojhilata Kurdistanê bi nêzîkî sê hezar Barzanî re, 165 ji wan ji Pêndro hatibûn. Paşê bejdarî û sazkirina Komara Kurdistanê kirin. Piştî Komara Kurdistanê ji aliyê artêşa Îranê ve hatibû rûxana din, Barzanî û 500 pêşmerge wî di çine Sovyetê de, di nav de 19 pendroyî hebûn[8]. Zêdetir ji 150 pendroyê di Şoreşa Îlonê û Şoreşa Gulan de beşdarî bûn. Piştî Peymana Cezayirê zêdetir ji şêst hezar kurd bi zorê hatine penaberkirin, di nav de 116 malbatên pêndroyê hebûn, piraniya pir ber bi Îranê ve reviyan.

Di 25ê hizêrana 1978'an de artêşa Iraqê hemî gundin nêzîkî sînora derxistin û veguhastin û gundên wan rûxandin û hatin şewitandin, hemî pêndroyî li Komelgeha Behirkê li Hewlêrê nîştecêkirin, tevahî herêmê winda kirin û kes tûne ma tê da[9]. Komkujî li dijî kurdên Barzanî ji hêla rejîmê Îraqê di 1983an de, kuştina 8.000 barzanî, 16 qurbanî ji Pêndro bûn[10][11][12].

Di dema 1980î de serhildanên kurdan, çend malbatên pêndroyî dîsa vegeriyane gundê Pêndro û li bakur gundek nû ava kirin, li binarê çiyayê Bûtin digutê "Mlane", carek dî dîsa gund ji aliyê rejîmê Îraqê ve di sala 1987an de gundê wan hate şewitandin û gundiyên mecbûr hatin ku di Îranê de penaber bin[13].

Di 1991ê de, piştî serhildana Başûrê Kurdistanê, gundî vegeriyan gundê û di sala 1994an de ji aliyê rêxistinên brîtanî ve hat avakirin. Gundek nû ya nêzîkî 1,5 kîlometre rojavayê Pêndro ya erdê ve ava kir ku "Çema" digutin. Lê du salan piştî gund di dema şer PKK-Tirkiye de winda kir[14].

Coxrafya[biguherîne]

Pêndro dikeve li ser 1325 m asta deryayê û erdê wê li dora 10 km². Ew dikeve li bakurê Başûrê Kurdistanê. Piranî ya beyarê gundî çiyayan û giran, bi pir kêm hinek deşteka xar û navendî heye. Xala herî nevî şîfka avêye ya Çema, ku 1174 metre bilind e û bilindtirîn xal serê çiyayê Bûtîn e, 2.534 m, li rojava gundî li Çema gelek şîvkit avê tevhev dibin. Çiyayê di nêzîk gund na Bûtin û Kêryê Spîndarê ne, li başûrê Mîsek û Kûrê Hurê ne. Pêndro ne çem û gol hene. Di warên sînorên erdê de, Pêndro bi sînorê Êdilbê, Zêt, Benan, Şîvê, Dêzo, Spîndarê, Navkurika, Binavyê, Stopê, Sêlkê, Gîza Wilatî û Hekarî ji bo 50 kilometres (31 mi). Bajarên here nizîk Şêrwan Mezin, 14 kilometres (9 mi)di keve ji başûr-rojhilat, Barzan, 18 kilometres (11 mi) di keve ji başûr û paytexta Hewlêrê, 172 kilometres (107 mi) ji başûr (bi rê trimbêl). Zeviyên gundê yên gelemperî dibêjin: Sebaskî, Gurê , Çema, Milanê, Bûtînê, Eliyê, Lêrî û Ser Xingêl. Pêndro gelek kanî serekî yên heyê wekî Kaniya Gundî, Kaniya Serderavê, Kanî Jêfrê, Kaniya Milanê, Kaniya Bûtînê, Kaniya Hilara û Kaniya Mîra ne.

Gundên derdora Pêndro[biguherîne]

Bagûrdan[biguherîne]

Avhewaya Pêndroyê germ e li havînan û şileka navîn heye (Disa ) li gor dabeşandina avhewaya Köppen, avhewaya li herêmê bi taybetî li zivistanên navendî ye ku pir sar û baranî ye (zêdetir ji 1,500 millimetres (59 in) di hindek salan de) û barîna 150 centimetres (59 in) berf ji salekê de. Çile meha zêdeyî ya şil e[15].

Demografîk[biguherîne]

Gel[biguherîne]

Pêndro gundê sê-herî mezin e li eşîra Mizûrî bi nifûsa xwe de, di sala 2017 de serjimara ku ji aliyê Mihemedali Said Pêndroyê[16], gundê Pêndro 2547 nifûs hatiye qeydkirin; 50,65% mê û 49,35% nêr. Zidetir ji nîvê wan li Behirkê dijîn ji sala 1978û û vir da.

Pêndroyê di Başûrê Kurdistanê (2017)
Çîn Cîh Malbata
1 Behirke 342
2 Hewlêr 67
3 Pîrmam 59
4 Soran 46
5 Barzan 18
6 Dihok 16
7 Rêzan 11
8 Bilê 9
9 Sîrê 5
10 Zaxo 1
11 Sêlkê 1
12 Goretû 1
13 Şaneder 1
14 Şaxolan 1
Hemî 14 578
Pêndroyê Diyaspora (2017)
Çîn Welat Malbata
1 Amerîka 10
2 Almanya 8
3 Swêd 7
4 Rûsya 5
5 Danîmarka 5
6 Holenda 4
7 Brîtaniya 3
8 Kanada 2
9 Awistralya 1
Hemî 9 45


Perwerde[biguherîne]

Xwendekar û mamosteyên Pêndroyê di sala 1968an de

Di gor jimara 2017 de ji aliyê Mihemedali Said pêndroyî ve[17], Pendroyê li gundên qeza Mêrgesor yek ji asta herî bilinde ji perwerde ye. 50% kesên pêgihîştî yên Pêndroya xwendekar zanîngeha an derçoyê zanîngehê.

Xwendekarên pêndroyî li her asta perwerdehiyê
Çîn Şanocî Nêrî Hemî
1 Pola 1 heta pola 12 343 310 653
2 Zanîngeh 49 52 101
3 Enstîtuya Perwerdehiyê 16 17 33
4 Doktora 4 1 5
5 Master 1 1 2
Hemî 5 423 371 794
Gihîştina Pendroya ji aliyê Perwerdehiya
Çîn Şihade û dîploma Nêrî Hemî
1 Zanko 131 98 229
2 Saziyên 65 77 142
3 Master 14 4 18
4 Doktor 4 2 6
5 Dîplomasiya bilind 2 0 2
Hemî 5 216 181 397


Jiyana Wehşî[biguherîne]

Parastina hawirdorê li Pêndro û deverên din yên eşîrên Berzanî di dema serokatî ya Xûdanî de destpê kir,[18] Wî jêbirina darên û neçirkirna heywanên kûvî qedexekirin, bi taybetî bizna kûvî, parastina û pêşveçûnê hawirdorê ya deverê zêdetir di salên 1990'î de dest pê kir.

Floraya[biguherîne]

Piştî Çinînê gundi xaçilit Behîva derdixen, Pêndro (2007)

Pêndro bi sedan cureyên nebatan hene,[19] hin cûreyên din têne naskirine û ne niştecîhn. Ji zêde 70% devera Pêndro daristane, bi dara Berû, Mazî, Kezwan, Fistiq, , Behîv, Gûz, Hejîr, Mêwê rêz, Hirmî, Tûtirşik, Mişmiş, Tewî, Terqî, Sêv, Hinar, Xox, Bîhok, Simaq û darên hêja yên din. Gîha kîvî mîna Kuvark, Rese, Porsorik, Qaçmûk, Rizyane, Luşe, Kengir, Karî, Hindirş, Rêwas û gelek gîha ên din. Di gulan de Nêrgiz, Zengila Zoma, Şîlan, Şilêr, Yasemîn, Hîro, Pizîlaq, Gulebûk û gulên din.[20]

Faunaya[biguherîne]

Şîrmêj[biguherîne]

Heywanan ku li derdora Pêndro hene, Hirç, Sivorî, Kûz, Bizina Kîvî, Berazê kovî, Gur, Keftar, Tûrg, Kurbeşk, Sîxur, Fistîk, Rovî, Xerûşk, Jûjî.[21][22]Famîleya pisîkan Di vê malbatade Pisîka kovî, Gorewîlk hene.

Balinde[biguherîne]

Bi deh hezaran teyran ji gelek cûrên ku di heyama koçberiyê de derbasî Pêndro û gundên derdorê dibin, ji Qefqasya û rojavayê Asya bû başûrê Iraqê û başûr-rojhilatê Îranê li zivistanê, û paş li biharê de vedigerin. Tevaya herêmê xala rawestandina ji bo hezaran teyrên koçber ji Qefqasyayê bo Kendava Farsê û hinek dema Quling ji ber hewayê xerab dê bisekinin li deverê, dema ku di navbera demsala zêdebonê û bingehîn zivistanan de rêwîtiyê dikin. Hinek nav û cûrên balinde li Pêndro û derdora wê.[23]

Kewê sor, Kew, Qitik, Zirsûsik, Quling, Sîqalok, Margîr, Baz, Şimqar, Şahîn, Başok, Hulîçal, Eyloyê zêrîn, Teşîlok, Şaqaviyê spî yê mezin, Leglega spî, Tirliyê çavzer, Hechecikê malan, Dûvmeqesk, Kotirî, Kewê hêşin, Pepûk, Kurkurê zikreş, Kund, Kundê spî, Şakund, Bûmekorik, Sorewîlka mezintir, Şivanxapînok, Şehlûr, (heşt cure yên Torxe hene ), Mûte, Başkulok, Boqijeya reş, (li ser çar cureyên ji Çirkone "Warbler" hene), Bersorik, Dûvsorik, Serreşe, Befrîk, Bûknefsok, Berkuteyê biçûk, Berkuteyê mezin, Gasor, Gabelek, Bûrek, Pêping, Zaq, Qirgurg, Qijak, Qirika reş, Qijika bikumik, Qelaşînk, Cîq, ( bi kêmîmanî şeş cureyên balinde Zerdik "Bunting" hene), Kîrkot, Befrîk, Zengilok, Çivîka malan, Ebûr, Bereşe, Fîkar, Li seranserî cîhanê 30 cureyên Çivîk hene û heşt cure ji wan ku li herêmê hene.

Xijende û ewan din[biguherîne]

Eve hinek xijendeyên Pêndro ne, bi taybetî di devera bakurê Başûrê Kurdistanê. Kûremar, Marê reş. Margîska Kurdistanê, Kobrayê çolê, Tîremar, Ejdehmarê axê, Req, Apik, Marmaroka dîwaran, Daykemar, hinek cûreyên din ên Mare, Qirtîş û Kûsî di herêmê de hene. Bejavî di vê Çîn (biyolojî)de , Beq, Beqa bejî, Qurnewêlk, û bejavît din. Pêndro bi hezaran Bê Hestî (Invertebrates) û Cinsên berbiçav (Invasive species) hene.[24][25]

Çavkanî[biguherîne]

  1. "PENDRO ARBIL IRAQ Geography Population Map cities coordinates location - Tageo.com". www.tageo.com. Archived from the original on 2018-06-17. Retrieved 2017-04-30.
  2. Ceylan, Ebubekir. Ottoman Origins of Modern Iraq: Political Reform, Modernization and Development in the Nineteenth Century Middle East (in îngilîzî). I.B.Tauris. pp. 50, 51. ISBN 9780857720412. Archived from the original on 2017-07-28. Retrieved 2017-05-14.
  3. Bidlīsī, Sharaf Khān; Izady, Mehrdad R. The Sharafnam̂a, or, The history of the Kurdish nation, 1597 (in îngilîzî). Mazda. ISBN 9781568590745. Archived from the original on 2017-07-28. Retrieved 2017-05-14.
  4. Çelebi, Evliya. The Intimate Life of an Ottoman Statesman, Melek Ahmed Pasha (1588-1662): As Portrayed in Evliya Celebi's Book of Travels (Seyahat-name) (in îngilîzî). SUNY Press. ISBN 9780791406403. Archived from the original on 2017-07-28. Retrieved 2017-05-14.
  5. Bayg, Muhammad Amin Zaki. Zubah-i Tarikh-i Kurd va Kurdistan (in îngilîzî). Intisharat-i Tus. ISBN 9789643155650. Archived from the original on 2017-07-28. Retrieved 2017-05-14.
  6. "Xebat Newspaper". xebat.net. Archived from the original on 2017-07-28. Retrieved 2017-05-14.
  7. "The first of the major Barzani revolts" (PDF). 2016. Archived (PDF) from the original on 2017-07-28. Retrieved 2017-05-14.
  8. Barzani, Massoud. Mustafa Barzani and the Kurdish Liberation Movement (in îngilîzî). Palgrave Macmillan. ISBN 9780312293161. Archived from the original on 2017-07-28. Retrieved 2017-05-14.
  9. "WHAT HAPPENED IN THE KURDISH GENOCIDE". uk.gov.krd. Archived from the original on 2016-03-04.
  10. "FROM BLUEPRINT TO GENOCIDE?" (PDF). 2014. Archived (PDF) from the original on 2017-01-09. Retrieved 2017-05-14.
  11. Agency, krg.org. "Iraqi tribunal rules Barzani killings in 1983 were genocide". ekurd.net. Archived from the original on 2018-08-10. Retrieved 2018-09-07.
  12. "Various waves of Kurdish genocide". uk.gov.krd. Archived from the original on 2017-09-01. Retrieved 2017-05-14.
  13. "Pêndrû Etymology". ekurds. Archived from the original on 2017-04-17. Retrieved 2017-05-17.
  14. Nawzad Hluri. "زیانه‌كانی بۆردمانی شه‌وی رابردووی فڕۆكه‌ توركییه‌كان". wishe. Archived from the original on 2018-08-10. Retrieved 2017-05-14.
  15. "Weather in Pendro, Arbil". us.worldweatheronline.com.
  16. "Muhamadali Sayid ,2017 Census". www.facebook.com (in îngilîzî).
  17. "Pendro village". www.facebook.com (in îngilîzî).
  18. "Ahmed Barzani". Wikipedia (in îngilîzî). 3 March 2017. Archived from the original on 2017-04-19. Retrieved 2017-04-19.
  19. "Malper - Kurd Flora". www.kurdflora.com. Archived from the original on 2018-09-28. Retrieved 2018-12-01.
  20. "Survey and Identification of Mushrooms in Erbil Governorate (PDF Download Available)". ResearchGate (in îngilîzî). Archived from the original on 2018-09-28. Retrieved 2017-05-07.
  21. Farhadinia, Mohammad Sadegh; Valizadegan, Negin (26 January 2015). "A preliminary baseline status of the Syrian Brown Bear Ursus arctos syriacus (Mammalia: Carnivora: Ursidae) in Golestanak, Northern Iran". Journal of Threatened Taxa (in îngilîzî). pp. 6796–6799. Archived from the original on 14 August 2015.
  22. Guhandarên li Kurdistanê û "NMNH Department of Systematic Biology, Division of Mammals - Mammal Species of the World Home Page". 27 April 2007. Archived from the original on 27 April 2007.
  23. Balindeyên li Kurdistanê û "Iraq bird checklist". avibase.bsc-eoc.org. Archived from the original on 2012-09-22. Retrieved 2017-05-04.
  24. "Venomous Snakes In Iraq". www.reptilesmagazine.com (in îngilîzî). Archived from the original on 2017-05-22. Retrieved 2017-05-08.
  25. Xijendeyên Kurdistanê û "Iraq Check List". iNaturalist.org. Archived from the original on 2018-10-30. Retrieved 2018-03-22.

Girêdanên derve[biguherîne]