Mîtolojiya fînîkî
Mîtolojiya fînîkî di nav xwe de çand, ol û wêjeya qewmê Fînîkya û tevahiya cîhana kevnar dihewîne. Efsane û mîtên fînîkiyan pêk tê. Derheqê agahiyên fînîkiyan de pir kêm e ji ber wê agahiyên derheqê wan çavkaniyên nivîskî yên gelek kêm û nivîsê cîranên wan pêk tê.
Mîtolojiya fînîkî di jiyana rojane de
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Lêkolînên li ser gelê Fînîkyayê wisa xuya dike fînîkî gelek qewmekî bawermend û oldar bûn ji ber wê ola wan her dem di nav jiyana wan bû. Li ser navê yazdanên xwe perestgehan çêkirin, bi awayekî rêkûpêk qurban ji wan re dihatin pêşkêşkirin, Key wekî serokkahîn dihatin hesibandin û keştiyan jî nûnertiya xwedawendan dikirin.[1]
Fînîkî ji dewletên bajar-dewletan pêk dihatin ew yek xwe dînê fînîkî jî xwe nîşan dide. Her bajar xwedî xwedawendekî sereke bû.
Dînê fînîkiyan li cîhana kevnar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Fînîkî cara ewil li rojhilatê Deryaya Navîn derketin qada dîrokî. Li wir jî ji saya deryavaniyê belavê hema hemû herêma Deryaya Navîn bûn. Ji ber vê yekê ol û çanda wan gelek ma di bin bandora cîranên xwe û gelek şaristanî jî ketin bin bandora ol û çanda fînîkiyan.
Yekem warê wan bi navê diyarê Kenan bû, cîranên herêmê Misira kevnare, Asur, Babîl gelên Anatolya û qewmên din yên Rojhilata Navîn pêk dihatin. Ji ber tê gotin ku çavkaniyên çanda wan jî ev cîranên. Jixwe xwedawendên fînîkî jî pirranî versiyonên wan yên guhertî ne.
Fînîkyan bi rêya deryavaniyê koloniyan li Anatolyayê, Afrîkaya Bakur, Îtalyayê, Balkanê, Nîvgirava Îberî ava kirine. Çanda xwe jî birin wan deran. Fînîkî bi taybetî jî wan gelên ku li nêzîkê koloniyan dijîn re alfabeya xwe û pergala xwe ya olî bir. Gelên wan herêman man di bin bandora wan. Ji ber vê yekê mîtolojiya yewnanî û mîtolojiya romayî gelek tiştên ku ji Fînîkyayê hatine di nav xwe de dihewîne.
Mîtên fînîkiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di mîtolojiya fînîkî da afirandin bi berhemên Fîloya Bîblosî hatiye nivîsandin û bûye çavkaniyeke baş ji bo pêşerojê. Fîlo berhema xwe Sançuniathonê de dibêje ku: afirandin ba û xwestek(Potos)ê dest pê kiriye. Beriya her tiştî tenê ew her du hebû, bi hev re bûn û hêkekî wan çêbû. Tiştên zindî û tiştên mirî hemû di nav wê hêkê mane benda wextê xwe. Wextê wan hat hêkê şikandin û derketin derve.Dema ku qalik şikest, roj, heyv û stêrk li ezmên cihê xwe girtin, av û ezman ji hev dûr ketin. Kolpia (Ba) û jina wî Baau bi hev re Aion (Jiyan) û Protogonos (zayînayekem) ava kirin, Genos û Genea, ku ji wan çêbûn, perestiya rojê dîtin û Agir, Agir û Ronahî, ku neviyên wan bûn, dîtin ku ew jî agirê bikar tînin. Hyposouranios, yek ji dêwên agir, gundên yekem ava kir, dema ku Ousoos cilên yekem bi karanîna çermên heywanan çêkir. Xwedayên wek Aştar, Atlas, Baitulos, Dagon, El, Zeus Demaros, ku ji cotek Ûranos (Esman) û Gê (Erd), zarokên Elioun û Berouth çêbûn. Mîna Zeus di mîtolojiya Yewnanî de, xwedayên bi pêşengiya El bi alîkariya Gê li dijî Ûranos serî hildan.
Derheqê vê mijarê Damaskius jî dibeje ku: Beriya her tiştê Wext(Kronos) û Xwestek (Potos) û diya her tiştê Omîkle hebû. Bi hev re bûna wan Aer û Aura çêbû.
Bi gotina Athenaeûsê di berhemên wî yên Mokhosê jî dibêje ku: Ji Ether û Aer, Oumolos çêbû, ku ew jî pêşiya xwe Kousoros û paşê hêka kozmîk ava kir. Dema ku hêk çikiya, Ûranos û Gê derketin holê.
Di nav wan sê versiyonan da yên herî nêzîkê rastiya mîtolojiya fînîkî versiyona Fîloya Bîblosî ye. Ji ber ku encamên lekolînên arkeolojîk ew derketin holê. Nivîsên bi navê Ugarît maf dide Fîloya Bîblosî.[1]