Mîtanî

Mîtanî, Dewleta Mîtanî yan jî Xanîgalbat (~ 1550–1260 b.z.) padîşahiyek bakur a rojhilata nêzîk a kevnar e ku navenda padîşahiyê li Rojavayê Kurdistan a îro bû. Padişahîya Mîtanî di navbera sedsalên 17 û 13e yê b.z. li herêma di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de hikûm kiriye. Mîtanî şaxeke ji gelên îranî bûn ku yek ji gelên dîrokî yên li deverên Mezopotamyayê bûn. Ji ber ku li şûnwarên ên kolandinê de hê ti dîrok, salnivîsên padîşah û kronîk nehatine dîtin, agahiyên li ser mîtaniyan li gorî hêzên din ên herêmê kêm e. Agahiyên di derbarê wan de bi gelemperî ji aliyê cîranên wan ve hatiye nivîsandin.
Hûrî di dawiya hezarsala 3em ê berî zayînê de li herêmê bicih bûne.[1] Padîşahê Ûrkeşê ya bi navê Hûrî, Tupkish li ser mohra gil a bi dîroka 2300 b.z. li Girê Mozan hatiye dîtin. Yekem nivîsa tomarkirî ya di derbarê zimanê mîtaniyan de nivîsa şahê Ûrkeşê (di sedsala 21ê b.z.) Tiş-atal bû. Piştre Hûrî nifûsa sereke ya Mîtanî ku pêşî bi navê Habigalbat hatiye zanîn pêk anîne.[2]
Împaratoriya Mîtanî hêzeke herêmî ya bihêz bû ku ji aliyê hîtîtiyan ve li aliyê bakur, ji aliyê misiriyan ve li rojava, ji kasîtan ve li aliyê başûr û ji aliyê asûriyan ve jî ji aliyê rojhilat ve hatibûn dorpêçkirin. Sinorê padişahîya mîtaniyan li aliyê rojava heya Kizzuwatna bi Çiyayên Torosê, li aliyê başûr heya Tunip, li aliyê rojhilat heya Arraphe û li bakur heya Gola Wanê berfireh bûye.[3] Qada bandora mîtaniyan bi navên cihên hûriyan, navên kesan û bi belavbûna cûreyeke kelûpelên xweliyê li Rojavaya Kurdistanê û li herêma Şamê berfireh bûye.
Etîmolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Navên "Mîtannî"/"Mîttanî"
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Navê dewleta Mîtanî wekê paşgira hûrî -nni ji kokekê hatiye ravekirin ku ji peyva hind û aryeniye, *maita- 'yekkirin' hatiye deynkirin ku bi lêkera sanskritî mith (मिथ्; 'yekkirin, cotkirin, hevdû dîtin') re hevwate ye. Ji ber vê yekê navê Mîtanni tê wateya 'padîşahiya yekbûyî'.[4]
Gernot Wilhelm li cihê vê pêşniyar kiriye ku Maittan(n)i tê wateya 'ya M(a)itta' ku navê "serokekî (an eşîrekê) ye û ne navê herêmek an nifûsekê ye".[5][6] Dibe ku Maitta damezrînerê xanedanê ye. Li gorî vê analîza zimannasî, navê padîşahiyê niha bi gelemperî wekî "Mittani" (Mitta/Maitta û paşgira hûrî -ni) li cihê "Mîtannî" hatiye nivîsandin.[7]
Navê "Xanîgalbat"
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Keyaniya Mîtanî berî sala 1600 ê b.z. de li Babîlê, di dema serweriya Ammî-Saduqa de, wekê Xabingalbat hatiye naskirin ku di du nivîsên dawiya serdema Babîliya Kevin de wekê ḫa-bi-in-gal-ba-ti-i û ḫa-bi-in-ga-al-ba-at hatiye piştrast kirin.[8] Misriyan keyaniyê re digotin Naharin û Mîtanî û di heman demê de hîtîtên hurî û asûriyan keyaniyê wekê Ḫanigalbat an Ḫani-Rabbat binav kiriye.[9][10] Li gorî Michael C. Astour ev nav ji heman keyaniyê re hatine bikaranîn û pir caran bi hev re dihatin bikaranîn. Di salnameyên hîtîtiyan de behsa gelê bi navê hûrrî (Ḫu-ur-ri) hatiye kirin ku li herêma Rojavaya Kurdistanê ya îro bû.[11] Nivîsareke hîtîtan dibe ku ji serdema Mursili I be, behsa "padîşahê hûriyan" dike û guhertoya asûrî-akadî ya nivîsê "hûrî" wekê Xanîgalbat wergerandiye. Tushratta ku di nameyên xwe yên amarna yên akadî de xwe wekê "padîşahê Mîtanî" bi nav dike ku padîşahiya xwe wekê Xanîgalbat bi nav kiriye.[12]
Nivîsandina herî kevn a peyva Xanîgalbat bi zimanê akadî dikare were xwendin, digel guhertoya hîtîtî ku behsa "dijminê hûrî" dike, di nivîsareke ji sedsala 13an berî zayînê ya "salnameyên Ḫattušili I" de ye, dibe ku piştî 1630 salê b.z. de hikum kiriye.[13][14][15]
Têgeha peyv Xanîgalbat a bi zimanê asûrî di dîrokê bi gelek awayan hatiye ravekirin. Beşa yekem bi peyvên "𒄩𒉡 ha-nu," "nanu" an "hana" ve girêdayî ye ku yekem car di zimanê marî de ji bo danasîna kesên ku hatine perava başûr a herêma bakurê Firatê, nêzîkî Terqa (paytexta Keyaniya Ḫana) û çemê Xabûrl hatiye piştrastkirin. Ev têgeh ne tenê ji bo navekî komeke mirovan hatibû bikar anîn, di heman demê de deverekî topografîk jî rave kiriye. Di serdema asûrîya navîn de, hevoka "𒌷𒆳𒄩𒉡𒀭𒋫" "URUKUR Ḫa-nu AN.TA," "bajarên Hanuya Jorîn" rave kiriye ku di navbera du Hanuyên cuda de ne, bi îhtimaleke mezin li her du aliyên çem in ku cûdahiyeke di navbera wan de hene. Ev destnîşankirina aliyê bakur piraniya axa bingehîn a dewleta Mîtanî girtiye nav xwe.
Du nîşanên ku bûne sedema xwendinên guherbar "𒃲 gal" û forma wê ya alternatîv "𒆗 gal9" in. Yekem hewldanên deşîfrekirinan di dawiya sedsala 19an de formên ku "gal", ku di zimanê sumerî de tê wateya "mezin", şîrove dikin ku wekî sumerogramek ji bo "rab" a akadî ku xwediyê heman wateyê ye; "Ḫani-Rabbat" nîşan dide ku tê wateya "Haniyê Mezin". J. A. Knudtzon, û piştî wî E. A. Speiser, li cihê wê, piştgirî dane xwendina "gal" a li ser bingeha rastnivîsa wê ya alternatîv a bi "gal9" ku ji demê ve bûye nêrîna piraniya zanyaran.
Di demên dawî de, di sala 2011an de, zanyar Miguel Valério ku di wê demê li Zanîngeha Nû ya Lîzbonê bû, piştgiriyek berfireh daye xwendina kevintir a "Hani-Rabbat".[16]
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Mîtaniyan di sedsala 16an ê berî zayînê de li Mezopotamyaya jorîn û li Mezopotamyaya rojava qiraliyeteke bi hêz avakiriye ku paytexta wan li bajarê Waşşûkanî yê bû. Keyaniya mîtaniyan li sê xala Bakurê Kurdistanê, Rojavaya Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê ya îro hatibû avakirin.
Keyaniya mîtaniyan gelek salan li herêmên Mezopotamyayê serwerî kiriye. Yekem car ku di dîrokê de hatiye zanîn ku li Mezopotamyayê madena hesinî ji aliyê mîtaniyan ve hatiye vedîtin û hatiye bikaranîn. Asûrî parçeyek biçûk ê ji Keyaniya Mîtanî bûn. Heft êlên mîtaniyan hebûn ku wekê "MIL" an jî "MILAN" hatine binavkirin.[17]
Bikaranîna yekem a naskirî (heta niha) navên hind û aryanî ya serwerên Mîtannî bi Shuttarna I dest pê dike ku li cihê bavê xwe Kirta bûye serwerê keyaniyê.[18] Padîşahê Mîtannî Barattarna padîşahiya rojava ber bi Helebê ve berfireh kiriye û padîşahê Amorî, Îdrîmî ya Alalakh xiste bindestê xwe û dixuye ku pênc nifş vî padîşahiyê (ku bi navê Parattarna jî tê zanîn) ji bilind bûna Keyaniya Mîtannî vediqetînin.[19]
Dewleta Kizzuwatna ya li rojava jî bi mîtannîyan re girêdaye û Asûrya li rojhilat bi giranî di nîveka sedsala 15an a berî zayînê de bûye dewletekî mîtanîyan. Gelê Mîtanî, di serdema Şauştatar de bi hêztir bûye lê hûriyan dixwest ku Hîtîtiyan di hundirê çiyayên Anatolyayê de bihêlin. Li dijî Hîtîtan, Kizzuwatna li rojava û Ishuwa li bakur hevalbendên hev ên girîng bûn.
Qiraliyeta destpêkê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Tê zanîn ku hûrî ji serdema akadiyan ve li rojhilatê çemê Dîcleyê li ser çemê bakurê Mezopotamyayê û li Geliyê Xabûrê jiyan kirine. Koma ku bûne Mîtanî, berî sedsala 17an ê berî zayînê hêdî hêdî berê xwe dane başûrê Mezopotamyayê. Koma beriya mîtaniyan (hûrî) di dawiya sedsala 17an an di nîvê yekem a sedsala 16an ê de berî zayînê de qiraliyeteke hêzdar bûn ku dema destpêka qiraliyeta wan heta dema Thutmose I, ji dema serwerên hîtît Hattusili I û Mursili I dirêj dibûn.[20]
Nivîsarên nuziyan ên taybet de, Ûgarît û arşîvên hîtîtiyan ê li Hatûşayê tenê behsa hûriyan dike. Nivîsarên mixî yên ji Marî behsa hikumdarên bajar-dewletên li Mezopotamyaya Jorîn bi navên Amurru (Amorî) û Hûrî dikin. Serwerên bi navên Hûrî jî ji bo Ûrshûm û Hasûm hatine pejirandin û tabletên ji Alalakh (qata VII, ji beşa paşîn a serdema Babîliya Kevin) behsa kesên bi navên Hûrî yên li ser peravên Çemê Orontesê dikin. Ji bo dagirkirinên ji aliyê bakurê rojhilat ve ti delîl tune ne. Bi gelemperî ev çavkaniyên onomastîk ji bo berfirehbûna Hûrî ya li başûr û rojava wekî delîl hatine girtin.
Parçeyeke nivîsarên hîtîtan dibe ku ji serdema Mursilî I ve maye, behsa "Qralê Hûriyan" dike (LUGAL ERÍN.MEŠ Hurri). Ev termînolojî herî dawî ji bo qiralê mîtannî Tuşratta, di nameyekê de di arşîvên Amarnayê de hatiye bikaranîn. Sernavê normal ê padîşah 'padîşahê hurri-men' bû (bêyî ku KUR diyarkereke welatek nîşan bide).
Stêrnas û saetçêkerê fermî ya Misirê Amenemhet (Amen-hemet) xuya ye ku ferman daye ku li ser gora wî were nivîsandin ku ew ji "welatê biyanî yê bi navê Mtn (Mi-ti-ni)"[21] hatiye lê Alexandra von Lieven (2016) û Eva von Dassow (2022) difikirin ku sefera ber bi Mîtanî ve, dibe ku di serdema firewn Ahmose I (nêzîkî 1550–1525 b.z.) de pêk hatibe ku bi taybetî sefera ku ji aliyê bavê wî Amenemhet ve pêk hatiye.[22][23] Di dema serweriya firewn Thutmose I (1506–1493 b.z.), navên Mîtannî û Naharîn di nav bîranînên çend efserên firewn de ne.[24]
Bikaranîna yekem a navên hind û aryenî ya hikumdarên Mîtanî bi Shuttarna I dest pê dike ku li cihê bavê xwe Kirta hatibû li ser textê.[25] Qiral Barattarna ya Mîtanî keyaniya xwe ber bi rojava ve berfireh kiriye ku heta digihîje Helebê.[26][27][28] Dewleta Kizzuwatna li rojava dilsoziya xwe ji bo mîtaniyan diyar kirine û asûrî li rojhilat heta nîvê sedsala 15an berî zayînê bi piranî bibûn dewleteke vasal a keyaniya Mîtanî. Di dema serweriya Şauştatar de keyaniya Mîtanî bihêz bûye lê hûriyan dixwestin ku Hîtît li çiyayên bilind ên Anatolyayê bimînin. Kizzuwatna li rojava û Ishuwa li bakur hevalbendên herî girîng ên li dijî hîtîtan bûn ku di wî demî de dijberê mîtaniyan bûn.[29]
Piştî qiraliyetê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştê dawiya padîşahiya mîtaniyan, beşên rojavayî yên xaka mîtaniyan rasterast dikevin bin kontrola hîtîtan û beşên rojhilat rasterast dikevin bin kontrola asûriyan. Parçeya navîn erdê mîtaniyan wekî eyaleta Hanigalbatê berdewam kiriye. Di dawiyê de, di dema Şalmaneserê I de, careke din dîsa beşa mayî ya Mîtanî dikeve bin kontrola asûriyan. Kontirolkirina erdê Mîtanî heta paşketina hêza asûriya navîn piştî mirina Tukulti-Ninurta I berdewam kiriye.[30]
Dema ku erdê mîtaniyan di bin kontrola rasterast a asûriyan de bû, Hanigalbat ji aliyê parêzgerê tayînkirî yên wekî mezin-wezîrê asûrî Ilī-padâ, bavê Ninurta-apal-Ekur (1191-1179) ku sernavê Padîşahê Hanigalbat wergirtibû ve hatiye birêvebirin. Padîşahê asûrî li navenda îdarî ya asûriyan a li Tell Sabî Abyadê ya ku nû hatiye çêkirin (li ser birc û rûnişgeha Mîtanî ya heyî) rûniştiye.[31]
Lîsteya padîşahên babîlî a, navê hikumdarê asûrî Sennaherîb (705–681 b.z.) û kurê wî Aşûr-nadîn-şûmî (700–694) wekî “Xanedana Ĥabigal” bi nav kiriye.[32] Navê Hanigalbat heya dawiya hezarsala 1ê b.z. hatiye bikaranîn.[33]
Koka qiraliyetê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Çend teonîm ên navên xwerû û rêzikên (termînolojiya teknîkî) mîtanî bi koka xwe Hind û Aryanî an Proto-Hind û Aryanî ne.[34] Ji serdema Shuttarna I ve dest pê dike ku mîtaniya yekem e ku di dîrokê de îsbat kiriye ku navên qiralên mîtaniyan bi zimanê Hind û Aryanî bû.[20] Nivîsarên perwerdehiya hespê Kikkuli têgînên teknîkî yên bi koka xwe Hind û Aryanî hene[35] û xwedawendên Hind û Aryanî Mitra, Varuna, Indra û Nasatya (Aşvîn) di du peymanên ku li Hattusa ku di navbera padîşahên Sattiwaza mîtanî û Šuppiluliuma I ê hîtîtî de hatine dîtin ku hatine rêz kirin û gazî kirin: (peymana KBo I 3) û (peymana KBo I û dubareyên peymanan).[36] Toponîma paytexta mîtaniyan Waşûkanî jî "bi yekdengî" tê qebûlkirin ku ji zaravayekî Hind û Aryanî hatiye wergirtin.[34] Annelies Kammenhuber (1968) pêşnîyar kiriye ku ev peyv ji zimanê Hind û Îranî yê hêj nehatiye veqetandin hatiye wergirtin lê Mayrhofer destnîşan kiriye ku bi taybetî taybetmendiyên Hind û Aryayî hene.[37]
Bi giştî tê bawer kirin ku gelên Hind û Aryayî li Mezopotamyaya Jorîn (Bakurê Kurdistanê) û Rojavayê Kurdistanê û herêmên bakurê Suriyê bi cih bûne û piştî demekî valahiyeke siyasî, Keyaniya Mîtanî ava kirine ku di heman demê de zimanê hûrî jî qebûl kirine. Ev yek wekî beşek ji koçberiyên Hind û Aryenî hatiye dîtin.[38][39][40] Ji dawiya sedsala 20an vir ve nêrîna ku Qiraliyeta Mîtanî ji aliyê malên qral û arîstokratên ku bi eslê xwe Hind û Aryenî ne hatiye birêvebirin di nav zanyaran de belav bûye. Li gorî vê yekê şaxek Hind û Ariyan li dora hezarsala duyemê b.z. ji hind û îraniyên din veqetiyane û ber bi rojava ve koç bûne. Bi vê koçberiyê re Keyaniya Mîtanî hatiye avakirin û di heman demê de zimanê hûrî jî ji aliyê keyaniyê ve hatiye pejirandin.[41][42][39]
Rêveber û civak
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Malbata qiraliyetê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Agahiyên pir kêm derbarê malbata qiralên mîtaniyan de hene. Ji xeynî qiralên navê bavên çend qiralan tê dizanin ku rewşa wan wekê qiral nayê zanîn ku şahbanûyek tenê, Yunî, jina Tushratta (ku li gorî tîpa Amarna EA 26 rasterast bi dayika şahbanûya Misrê Tiye re têkildar e) û ya sê prensesên ku bi şahên Misirê re zewicî ne (yek ku navê wê nayê zanîn ku bi Thutmose IV, Gilu-Heba û piştre Tadu-Heba ku bi Amenhotep III re zewicî). Bi gelemperî serweriya textê ji bav derbasî kur bûye lê belê bi kêmasî jî be mînakên din ên derbasbûna li ser textê hene ku ev qaîdeya serweriya ji bavê derbasbûna textê qaideyeke berdewam a qiraliyeta mîtaniyan nebû.[7]
Prensîba xanedaniyê di bikaranîna mohra xanedaniyê ya Şewtatar de, ji aliyê cîgirên Şewtatar heta Tuşratta berdewam kiriye.[7] Endamên malbata qiralan navên hûrî li xwe dikirin û dema ku ew dihatin ser desthilatdariyê, qiralan navekî textê ya hind û aryanî digirtin.[7] Nameya Amarna EA 19 jî nîşan dide ku Tushratta di vê demê de ji bo bapîrê xwe (Artatama) dest bi avakirina tirbeyeke (karašku) kiriye û ji bo wî ji qiralê Misirê zêr xwestiye.
Rêveberî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Rêxistina qiraliyeta mîtaniyam, hetta di nîvê duyem a sedsala 15an de jî ku di asta herî bi hêz de bû, di derbarê wan de agahî pir kêmbûn. Ji ber agahî ji hejmareke kêm a belgeyan hatine berhevkirin, agahiyên di derbarê qiralan de bi sinor in.
Li gorî daneyên di çavkaniyan de hatiye diyarkirin ku qiraliyeta Mîtanî cureyekî konfederasyonê bû ku ji aliyê qiralên Mîtanî ve dihate birêvebirin ku yek ji "qiralên mezin" (akadî šarru rabu) ên (tevî yên Misira Kevnar, Babîl û Hîtîtan) rojhilata nêzîk a di nîvê duyem ê sedsala 2an de bû. Qiraliyetê rêberiya komeke heterojen ê ji saziyên siyasî kiriye dibe ku ev sazî di bin cureyên cûrbecûr ên serdestiyê de bûn. Qiraliyeta mîtaniyan wîlayetên (ḫalṣu) vedihewîne ku rasterast hatine birêvebirin ku wekê Helebê ji aliyê parêzgeran ve (Hurrî ḫalzogli?) hatine spartin. Di heman demê de padîşahiyên vasal ên wekê Alalakh û Arrapha jî di nav xwe de girtiye. Hinek bajarên li herêma firata navîn ji aliyê saziyên komunal ve dihatin birêvebirin ku bi komeke karsazên herêmî (ev rewş li Emar, Basiri, dibe ku li Ekalte û Azû jî wisa be) ve rasterast bi qiralê mezin re di nav pêwendiyan de bûn.[43][44][45]
Têkiliyên di navbera padîşahê mîtaniyan û vasalên wan de hiyerarşîk bûn. Ji ber vê yekê çavê wî li têkiliyên di navbera bindestên xwe de bû, peymana di navbera Îdrîmî yê Alalaxê û Pilliya yê Kizzuwatnayê de di bin parastina qiral Barattarna de hatiye danîn. Pêşgotina dîrokî ya peymana di navbera Talmî-Şerrûmayê Helebê û qiralên hîtîtan Muwatallî II de behsa ji nû ve dabeşkirina erdên sinor ji aliyê qiralê Mîtnanî ve ji bo Aştata û Nuhaşşe li ser hesabê Helebê piştî serhildana dawî dike. Wekê ku di nameyên cûrbecûr ên ji Alalaxê de derbarê nakokiyên qanûnî yên ku desthilatdariya Mîtanî tê de destwerdan kiriye de hatiye destnîşankirin ku kesên naskirî yên mîtaniyan dikarin daxwazên fermî ji vasalan bikin ku di nav de desteserkirina milkê kesan an jî girtina mirovan û radestkirina wan ê ji rayedarên Mîtanî re hebûn.
Tabletên Nûzî yên li ser têkiliyên di navbera qiralên herêmî, Arrapha û serwerê mîtaniyan de nîşan didin ku dema ew ji qiraliyetekî diman an jî diçûn qiraliyeteke din, neçar dibûn ku meseleya mirovên ji qiraliyetekê çareser bikin. Qiraliyeta Mîtanî jî bac kom kiriye lê ev yek bi kêmasî hatiye belgekirin. Ji aliyekî din ve, qiralê Mîtanî erd daye peyrewên xwe ku di du tabletên ji Tell Bazi bi vî awayî behsa bexşandina erd ên qiraliyetî ji gelê basîrî re tomar kirine.[43][7]
Kronolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Hêza bergirî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji perspektîva leşkerî ve arşîvên Nûzî nîşan didin ku Mîtanî leşkeran di nav vasalên xwe de bi cih kirine ku parastina wan misoger bikin û di heman demê de ew berpirsiyarê parastina wan bûn. Artêşa Mîtanî li gel sewqiyata ceh di heman demê de wesayîtên ku di atolyeyên herêmî de dihatin çêkirin jî dikiriyan ku hinek ji wan wesayîtan wekê bexş (iškaru) belav kiribûn. Ji ber vê yekê ev bi awayekî berfirehtir piştgiriyek leşkerî bû ku ji bo vasalên serwer hatibûn dayîn. Nivîsên li ser rêveberiya leşkerên li qesra qiraliyetê hatine dîtin lê di derbarê beşdarbûna malbatê mezin ku beşdarê şer bûne nivîsên bi vî rengî tunene.[46]
Ev nivîs hebûna wesayîtên şer li qadên şer ên Serdema Bronzê ya Dereng piştrast dikin ku ev diyarde di qiraliyetên din ên wê serdemê de baş hatiye belgekirin û rola girîng a kategoriya civakî ya ajokarên wesayîtan (maryannu) nîşan dide. Hatiye dîtin ku şervanên qiraliyetê ji kategoriyên din ên civakî jî bûn. Nivîsarên Nûzî nîşan didin ku leşker di yekîneyên ji 10 û 50 kesan pêk dihatin û ji aliyê efseran ve dihatin birêvebirin. Her wiha agahî li ser alavên şervanan jî hatiye peydakirin ku ev yek bi kolandinan jî hatiye belgekirin ku zirxê giran ê ajokarên wesayîtan ku ji plakayên bronzan hatiye çêkirin ku ji zirxê çermî yê siviktir ê şervanan cuda bû. Rim, şûr, kevan, tîr û kêr çekên ku herî zêde ne ku hatine behskirin in.[46]
Çînên civakî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hêza leşkerî ya mîttaniyan li ser elîtek şervan, maryannu, dispêre ku di karanîna wesayîtan şer de pispor bûn. Ev hêzên leşkerî li seranserê sinorên bandora hûriyan têne dîtin ku di nivîsarên Alalakh, Nûzî (ku li wir ew bi akadî wekê rākib narkabti ku wekê "ajokarên wesayîtan" hatine binavkirin) û her wiha heman mijar di nivîsarên Ugarît û Qatna de jî hatine nivîsandin. Ew di civakê de di pozîsyona herî bilind de ne û pir caran xwediyê milkên girîng bûn. Ji ber vê yekê, ew elîta serdest bûn û bi awayekî "esilzade" ye ku bi nêzîkbûna xwe ya bi qiralan re tê hatine nas kirin. Lêbelê ji ber ku ew hema hema li her gund an her mezrayek hatine belgekirin û hatine dîtin, ev kom nêzîkî nifûsa asayî têne dîtin.[44][47]
Piraniya nifûsa azad a welatên ku Mîtanî lê serdest bûn, ango gelê asayî, wekê ḫupšu têne binavkirin ku peyvek bi eslê xwe semîtî ye ku di destpêkê de mêrên ku divê bi zorê werin leşkeriyê, destnîşan dikir. Ew bi piranî di nivîsan de wekê cotkar, şervan û karsaz xuya dibin ku di nivîsên nûziyan de wekê ālik ilki, "xebatkarê kar an leşkerî" jî têne bikar anîn.[47]
Nivîsên ji qiralên Alalakh û Arrapha du komên civakî yên din jî belge kirine. Di destpêkê de ku jê re egelli, šūzubbu an nakkošše hatiye gotin hene ku pisporên pîşeyî yên wekê ajokarê wesayîtan an perwerdekarê hespan bûn. Ev ew kes ên ku xwedî jêhatîyên ku ji aliyê elîtan ve têne xwestin in bûn û ji bo wan erkên xwe pêk dianîn û dibe ku di berdêla wan de erd wergirtine.[47] Paşê miletên azad û feqîr hene ku li Nûziyê wekê aššabu ('nifûs') û li Alalakhê jî wekê ḫaniaḫḫe hatine binavkirin. Ev rewş diyar dike ku bi nebûna milk tê xuya kirin, dibe ku ji ber windakirina milkan be. Lê ew hê jî mecbûrî leşkeriya mecbûrî û xizmeta dewletê ne.[47]
Li gorî E. von Dassow, ew rastiya ku ev çîn li her du aliyên axên ku Mîtanî lê serdest in têne dîtin, dikare nîşan bide ku ev kategorîzekirinek e ku ji aliyê qiraliyeta serdest ve hatiye xwestin û li ser vasalên qiraliyetê hatiye ferzkirin. Ev kategori bi piranî ji aliyê xwezaya têkiliya wan ê bi rêveberiyê re û karûbarên ku ew dikarin pêşkêşî rêveberiyê bikin ve têne destnîşankirin. Ev yek bi taybetî ji tabletên lîsteyên hêjmara nifûsê û lîsteyên leşkeran diyar dibe.
Arkelojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Têgeheke bi navê "serdema tarî" heta demek berê, ji bo valahiya arkeolojîk a di navbera Serdema Bronz a Navîn û Dereng de li deverên bakurê Mezopotamyayê dihat bikaranîn lê Costanza Coppini vê yekê wekê "veguherîn" dibîne ku dikare wekê "Serdema Bronzê ya Dereng 0" were binavkirin ku ji hilweşandina Lîlan a ku ji ber Samsu-iluna di sala 23an a di dema serweriya wî de, li dora 1728 b.z. [kronolojiya navîn] heta serdestiya Mîtanî (li dora 1600–1550 b.z.) hatiye piştrast kirin. Ev şopên pêşîn ên tiştê ku di Serdema Bronza Dereng I de, di warê dîrokî de Mîtanî bû ku di dema derketina holê ya qonaxa sêyem a alavên Xabûr de ne.[48]
Herêma sereke ya arkeolojîk a Mîtanniya Mezopotamyaya jorîn û herêma Trans-Tigrîd (Başûrê Kurdistanê) e.
Mezopotamyaya jorîn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Cihên arkeolojîk ên mîtaniyan bi giranî li sê herêmên Mezopotamyaya jorîn hatine dîtin ku bi gelemperî li Rojavaya Kurdistanê (Katntona Cizîrê) û li deverên din ên Rojavaya Kurdistanê û li Bakurê Kurdistanê hatine dîtin.
Rojavaya Kurdistanê (Kantona Cizîrê)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Qonaxa yekem a Mîtanî li Kantona Cizîrê nîşan dide ku Kelûpelên Xabûrê yên Dereng ku dîroka wan ji 1600 heta 1550 b.z. vedigere, ev dîzikkarî berdewamiya serdema Babîliya Kevin a ne-Mîtanî ya berê bû.[49] Ji dora 1550 heta 1270 b.z., kelûpelên Nûzî yên boyaxkirî (qelemên herî taybetmendî di serdema Mîtanî de) wekê kelûpelên hevdem ên Xabûrê ya destpêkê pêş ketine.[49]
Mîtanî li paytexta Waşûkaniyê baregehên polîsan hebû ku cihê baregehan ji aliyê arkeologan ve li ser çavkaniya çemê Xabûrê hatiye destnîşankirin ku bi îhtimaleke mezin li cihê qada arkeolojîk a Fexeriyeyê ye ku kolandinên arkeolojîk ên alman ên vê dawiyê destnîşan dikin. Bajarê Taite wekê "bajarekî qiraliyetê" ya Mîtaniyê hatiye naskirin lê cihê bajêr di roja îro de heya niha nehatiye zanîn.[50]
Navenda bajarî ya sereke ya Brak a di hezarsala 3an de ku di serdema Babîliya Kevin de veguheriye wargeheke biçûk ku di dora sala 1600an de ji aliyê Mîtanî ve pêşketineke mezin dîtiye. Avahiyên bîrdarî yên wekê qesrek û perestgehekê li ser erda bilind hatine çêkirin û bajarokekî 40 hektarî ber bi jêr ve hatiye avakirin.[51] Bicihbûna mîtaniyan heta wêrankirina vê cihê (di du qonaxan de) heya salên 1300 û 1275 b.z.ê berdewam kiriye û bi îhtimaleke mezin ev wêrankirin ji aliyê asûriyan ve pêk hatiye.[52] Di lêkolînên nûjen de du tabletên ji serdema mîtaniyan hatine dîtin. Yek ji van tabletan (TB 6002) behsa "qiral Artassumara dike ku kurê qiral Shuttarna ye".[53] Heftdeh tabletên Mîtanî yên ji serdema dereng li Hemîdiye hatine dîtin.[54]
Deverên din ên li Rojavaya Kurdistanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kevntirîn tableta ku ji aliyê qiralekî mîtanyayî yê nenas ve hatiye derxistin, li deverê Kobanê hatiye dîtin ku dîroka tabletê vedigere dora sala 1500 b.z..[55] Di navbera 1400 û 1200 salê b.z. de bermahiyên niştecihên Mîtanî (radyokarbon) li cihê Baziyê hatiye dîtin. Di nav keşifkirinên hatine dîtin de mohreke silindirî ya Mîtanî û çend tasên ayînî hebûn.[56] Du tabletên bi nivîsa mîxî yên serdema mîtaniyan ku ji aliyê hikumdarê Mîtanî Saushtatar ve yeka din jî ji aliyê Artatama I ve hatine mohrkirin, hatine dîtin.[57] Li Hedîdî (Azu) jî qeyda rêveberiyên mîtaniyan hatiye dîtin.[58]
Deverên arkeolojîk ên Dîcleya jorîn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kolandinên rizgarî kelûpelên arkeolojîkî yên (2017) li Bendava Germavê li qeraxa rastê ya jorîn a çemê Dicleyê, li Bakurê Kurdistanê, destpêkek pir zû ya serdema mîtaniyan nîşan dane ku di kavilên perestgehekê li deverê, berhemên ayînî û mohreke silindirî ya Mîtanî ya destpêkê hatiye dîtin ku bi radyokarbonê ve girêdayî ye û dîroka mohrê vedigere salên 1760 û 1610ê berî zayînê.[59] Arkeolog Eyyüp Ay, di gotara xwe (2021) de, qonaxa duyem a perestgehê wekê "navendeke îdarî ku di atolyeyên wê de esnaf û her wiha cotkar, baxçevan û şivan jî dixebitin û dibe ku ji aliyê kahînek ve ku bi serokekî Mîtanî yê bihêz ve girêdayî bû, hatine birêvebirin."[59]
Qiralên mîtanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di tabloya jêr de lîsteya qiralên Mîtanî hene ku di 1550 b.z. de dest bi desthilatdariyê kirine.
| Qiral | Serdem | Nîşe |
|---|---|---|
| Maitta | Damezrînerê bi nav û deng. | |
| Kirta | nêz. 1540 b.z. | Yekem qiralê naskirîye, dibe ku efsanewî jî be |
| Shuttarna I | Li ser bingeha mohra Alalakh kurê Korta ye[60] | |
| Parattarna I | nêz. 1500 b.z. | Kurê Kirta |
| Parshatatar | nêz. 1485 b.z. | Kurê Parattarna I |
| Shaushtatar | nêz. 1465 b.z. | Hemdemê Qis-Addu li Terqayê |
| Parattarna II | nêz. 1435 b.z. | Hemdemê Qis-Addu li Terqayê |
| Shaitarna | nêz. 1425 b.z. | Hemdemê Qis-Addu li Terqayê |
| Artatama I | nêz. 1400 b.z. | Peymana bi firewn Thutmose IV, hevdemê firewn Amenhotep II re |
| Shuttarna II | nêz. 1380 b.z. | |
| Artashumara | nêz. 1360 b.z. | Ronahiya Shuterna Yee, Serweriya Kurt |
| Tushratta | nêz. 1358 b.z. | Hemdemê Suppiluliuma I |
| Artatama II | nêz. 1335 b.z. | Peyman bi Suppiluliuma I ê Hîtîtan re, hevdemê asûr-uballit I li Asûryayê |
| Shuttarna III | nêz. 1330 b.z. | Hevdemê Suppiluliuma I yê hîtîtan û fîrewnên Amenhotep III û Amenhotep IV û nameyên Amarnayê |
| Shattiwaza | nêz. 1330 b.z. | Vasalê Împeratoriya Hîtîtan ku wekî Kurtiwaza an Mattiwaza jî tê zanîn |
| Shattuara | nêz. 1305 b.z. | |
| Wasashatta | nêz. 1285 b.z. | Kurê Shattuara |
| Shattuara II | nêz. 1265 b.z. | Padîşahê dawî yê Mîtanî |
Mijarên têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Buccellati, Giorgio (1997). "Urkesh: The First Hurrian Capital". The Biblical archaeologist (bi îngilîzî). 60 (2): 77.
- ^ Koppen, Frans Van. ""The Geography of the Slave Trade and Northern Mesopotamia in the Late Old Babylonian Period," in: H. Hunger and R. Pruzsinszky (ed.), Mesopotamian Dark Age Revisited (Vienna: Österreichische Akademie der Wissenschaften, 2004) 9-33". acamedia.edu.
- ^ "Levantine Polities under Mittanian Hegemony". Constituent, Confederate, and Conquered Space: 11. 2014.
- ^ Fournet, Arnaud (1 kanûna paşîn 2010). "Journal of Indo-European Studies. 2010. About the Mitanni Aryan gods. (1-2: 26-40)". Journal of Indo-European studies.
- ^ "Adelheid Otto, Die Entstehung und Entwicklung der Klassisch-Syrischen Glyptik , Untersuchungen zur Assyriologie und Vorderasiatischen Archäologie, Ergänzungsbände zur Zeitschrift für Assyriologie und Vorderasiatische Archäologie, Band 8, 1 vol. in-8° de 316 p., avec fig. au trait dans le texte et 40 pl. + 7 cartes hors texte, Walter de Gruyter, Berlin, New York, 2000". Revue d'assyriologie et d'archéologie orientale. 93 (1): 84–86. 1 adar 2001. doi:10.3917/assy.093.0081b. ISSN 0373-6032.
- ^ "brill.com". brill.com. Roja gihiştinê 10 sibat 2026.
- ^ a b c d e von Dassow, Eva (12 nîsan 2022). Mittani and Its Empire. Oxford University Press. rr. 455–528. ISBN 978-0-19-068760-1.
- ^ Koppen, Frans Van. ""The Geography of the Slave Trade and Northern Mesopotamia in the Late Old Babylonian Period," in: H. Hunger and R. Pruzsinszky (ed.), Mesopotamian Dark Age Revisited (Vienna: Österreichische Akademie der Wissenschaften, 2004) 9-33". academia.edu.
- ^ Gauthier, Henri (1877-1950) (1926). Gauthier, Henri - Dictionnaire des Noms Géographiques Contenus dans les Textes Hiéroglyphiques T.3 (1926).
{{cite book}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ Budge, E. A. Wallis (Ernest Alfred Wallis) (1920). An Egyptian hieroglyphic dictionary : with an index of English words, king list and geological list with indexes, list of hieroglyphic characters, coptic and semitic alphabets, etc. Robarts - University of Toronto. London : J. Murray.
- ^ Astour, Michael C. (1972). "Ḫattus̆ilis̆, Ḫalab, and Ḫanigalbat". Journal of Near Eastern Studies. 31 (2): 102–109. doi:10.1086/372153. ISSN 0022-2968.
- ^ The Amarna Letters and Their Study. Penn State University Press. 5 kanûna pêşîn 2016. rr. 4–20.
- ^ De Martino, Stefano (2018). Political and Cultural Relations between the Kingdom of Mittani and its Subordinated Polities in Syria and Southeast Anatolia. DEU. ISBN 978-3-86835-283-2.
- ^ "(PDF) The Annals and Lost Golden Statue of the Hittite King Hattusili I". ResearchGate (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 sibat 2026.
- ^ Yener, Kutlu Aslihan (1 kanûna paşîn 2021). "Some Thoughts about Middle Bronze Age Alalakh and Ugarit: Reassessing an Alalakh Wall Painting with Archival Data". Ougarit, un anniversaire. Bilans et recherches en cours,.
{{cite journal}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk) - ^ valério, miguel. "Miguel Valério - Universidad de Murcia". um-es.academia.edu (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 sibat 2026.
- ^ http://wikitry.com/index.php/Mitanni[girêdan daimî miriye]
- ^ Constituent, Confederate, and Conquered Space (bi îngilîzî). De Gruyter. 1 nîsan 2014. ISBN 978-3-11-026641-2.
- ^ Van de Mieroop, Marc (2007). A history of the ancient Near East. Malden, MA. ISBN 978-1-4051-4910-5. OCLC 64390584.
{{cite book}}: CS1 maint: location missing publisher (lînk) - ^ a b Constituent, Confederate, and Conquered Space: The Emergence of the Mittani State (bi îngilîzî). De Gruyter. 1 nîsan 2014. ISBN 978-3-11-026641-2.
- ^ "Redirecting". 123dok.org. Roja gihiştinê 10 sibat 2026.
- ^ Lieven, Alexandra von. "von Lieven, Clockmaker Amenemhet.pdf". academia.
- ^ Radner, Karen; Moeller, Nadine; Potts, Daniel T. (21 nîsan 2022). The Oxford History of the Ancient Near East (bi îngilîzî). Oxford University Press. ISBN 978-0-19-068760-1.
- ^ Hoffmeier, James K. (1 kanûna paşîn 2004). Aspects of Egyptian Foreign Policy in the 18th Dynasty in Western Asia and Nubia. BRILL. rr. 121–141. ISBN 978-90-474-1369-1.
- ^ Constituent, Confederate, and Conquered Space: The Emergence of the Mittani State (bi îngilîzî). De Gruyter. 1 nîsan 2014. ISBN 978-3-11-026641-2.
- ^ "aemw/alalakh/idrimi". oracc.museum.upenn.edu. Roja gihiştinê 10 sibat 2026.
- ^ Van de Mieroop, Marc (2007). A history of the ancient Near East, ca. 3000-323 B.C. Blackwell history of the ancient world (Çapa 2). Malden, MA: Blackwell Pub. ISBN 978-1-4051-4910-5.
- ^ Hunger, Hermann; Pruzsinszky, Regine (2004). "Mesopotamian Dark Age Revisited". doi.org. doi:10.1553/0x0003f0d6.
- ^ Roller, Duane W. (2005). "Qumran in Context: Reassessing the Archaeological Evidence. Yizhar Hirschfeld". Bulletin of the American Schools of Oriental Research. 340: 94–95. doi:10.1086/basor25066923. ISSN 0003-097X.
- ^ "Çavkanî -1".
- ^ "Çavkanî-2" (PDF).
- ^ Babylonian and Assyrian Historical Texts. Princeton University Press. 31 kanûna pêşîn 1955. rr. 265–317.
- ^ Da Riva, Rocío (17 îlon 2018). "Addendum to Rocío Da Riva, A new attestation of Ḫabigalbat in Late Babylonian sources, WdO 47/2 (2017) 259–264". Die Welt des Orients. 48 (1): 96–98. doi:10.13109/wdor.2018.48.1.96. ISSN 0043-2547.
- ^ a b Cotticelli-Kurras, P.; Pisaniello, V. (23 hezîran 2023). Indo-Aryans in the Ancient Near East (bi îngilîzî). Brill. rr. 332–345. ISBN 978-90-04-54863-3.
- ^ Thieme, Paul (1960). "The 'Aryan' Gods of the Mitanni Treaties". Journal of the American Oriental Society. 80 (4): 301–317. doi:10.2307/595878. ISSN 0003-0279.
- ^ "Journal of Indo-European Studies. 2010. About the Mitanni Aryan gods. (1-2: 26-40)". www.academia.edu. Ji orîjînalê di 18 sibat 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2024.
- ^ Robert Drews (1989). The coming of the Greeks. Internet Archive. Princeton University Press. ISBN 978-0-691-02951-1.
- ^ UNESCO (31 kanûna pêşîn 1996). History of Humanity: From the Third Millennium to the Seventh Century B.C. (bi îngilîzî). UNESCO Publishing. ISBN 978-92-3-102811-3.
- ^ a b Beckwith, Christopher I. (5 nîsan 2009). Empires of the Silk Road: A History of Central Eurasia from the Bronze Age to the Present (bi îngilîzî). Princeton University Press. ISBN 978-0-691-13589-2.
- ^ Bryce, Trevor (2005). The Kingdom of the Hittites (bi îngilîzî). Oxford University Press. ISBN 978-0-19-927908-1.
- ^ Lubotsky, Alexander (2023). Willerslev, Eske; Kroonen, Guus; Kristiansen, Kristian (edîtor). Indo-European and Indo-Iranian Wagon Terminology and the Date of the Indo-Iranian Split. Cambridge: Cambridge University Press. rr. 257–262. ISBN 978-1-009-26175-3.
- ^ Parpola, Asko (1 îlon 2015). The BMAC of Central Asia and the Mitanni of Syria. Oxford University Press. rr. 69–91. doi:10.1093/acprof:oso/9780190226909.003.0008.
- ^ a b Pruzsinszky, Regine (21 tîrmeh 2007). Emar and the Transition from Hurrian to Hittite Power. Penn State University Press. rr. 21–38. ISBN 978-1-57506-583-0.
- ^ a b "Levantine Polities under Mittanian Hegemony". Constituent, Confederate, and Conquered Space: 11. 2014. doi:10.1515/9783110266412.11.
- ^ de Martino, Stefano (2023). Hurrian Theophoric Names in the Documents from the Hittite Kingdom. Florence: Firenze University Press. rr. 89–98. ISBN 979-12-215-0109-4.
- ^ a b Abrahami, Philippe; Lion, Brigitte (1 tîrmeh 2022). "Les femmes exerçant des fonctions administratives d'après les tablettes du palais de Nuzi". Akkadica. 143 (2). doi:10.21825/akkadica.99685. ISSN 1378-5087.
- ^ a b c d von Dassow, Eva (12 nîsan 2022). Mittani and Its Empire. Oxford University Press. rr. 455–528. ISBN 978-0-19-068760-1.
- ^ Coppini, Costanza (2022). "Problems of Transitions in Second Millennium BC Northern Mesopotamia: a View from Tell Barri (Northeastern Syria)". Exploring ‘Dark Ages’. Archaeological Markers of Transition in the Near East from the Bronze Age to the Early Islamic Period: 14. doi:10.13173/2701-5602. ISSN 1869-845X.
- ^ a b "OpenstarTs :: Login" (PDF). www.openstarts.units.it. Roja gihiştinê 12 sibat 2026.
- ^ De Martino, Stefano (2018). Political and Cultural Relations between the Kingdom of Mittani and its Subordinated Polities in Syria and Southeast Anatolia. DEU. ISBN 978-3-86835-283-2.
- ^ Oates, David (1985). "Excavations at Tell Brak, 1983-84". Iraq. 47: 159. doi:10.2307/4200237. ISSN 0021-0889.
- ^ Ur, Jason; Karsgaard, Philip; Oates, Joan (2011). "The Spatial Dimensions of Early Mesopotamian Urbanism: The Tell Brak Suburban Survey, 2003–2006". Iraq. 73: 1–19. doi:10.1017/s0021088900000061. ISSN 0021-0889.
- ^ Finkel, Irving L. (1985). "Inscriptions from Tell Brak 1984". Iraq. 47: 187. doi:10.2307/4200239. ISSN 0021-0889.
- ^ Bonatz, Dominik, edîtor (14 adar 2014). "The Archaeology of Political Spaces". The Archaeology. doi:10.1515/9783110266405.
- ^ Michel, Cécile (3 hezîran 2024). Cuneiform Manuscript Culture and Gender Studies. De Gruyter. rr. 103–128. ISBN 978-3-11-138271-5.
- ^ Horowitz, Mara T. (4 gulan 2017). "Recent Trends in the Study of Late Bronze Age Ceramics in Syro-Mesopotamia and Neighbouring Regions". Levant. 49 (2): 226–229. doi:10.1080/00758914.2017.1400736. ISSN 0075-8914.
- ^ Otto, Adelheid; Einwag, Berthold (2019). Three ritual vessels from the Mittani-period temple at Tell Bazi. Warsaw University Press.
- ^ Nakata, Ichiro (6 adar 2013). "The god Itūr-Mēr in the middle Euphrates region during the Old Babylonian period". Revue d'assyriologie et d'archéologie orientale. 105 (1): 129–136. doi:10.3917/assy.105.0129. ISSN 0373-6032.
- ^ a b AY, Eyyüp (27 nîsan 2021). "A HURRIAN-MITANNI TEMPLE UNEARTHED IN MÜSLÜMANTEPE IN UPPER TIGRIS AND 1 NEW FINDINGS". Gaziantep University Journal of Social Sciences. 20 (2): 338–361. doi:10.21547/jss.800086. ISSN 1303-0094.
- ^ Jankowska, N. B.. "11. Asshur, Mitanni, and Arrapkhe". Early Antiquity, edited by I. M. Diakonoff, Chicago: University of Chicago Press, 2013, pp. 228–260
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Mîtanî de hene