Mîxaîl Gorbaçov

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Mîxaîl Gorbaçov
RIAN archive 359290 Mikhail Gorbachev (1).jpg
Navê rastî
Михаил Сергеевич Горбачёв Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Jidayikbûn 2 adar 1931 Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Privolnoye (North Caucasus Krai, Russian Soviet Federative Socialist Republic, Yekîtiya Komarên Sovyet ên SosyalîstLi ser Wîkîdaneyê biguherînê
Hevwelatî Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst (dissolution of the Soviet Union, 1931–1991), Rûsya (1991–) Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Perwerde
  • Moscow State University, Faculty of Law
  • Stavropol State Agrarian University Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Pîşe
Meqam
  • General Secretary of the Communist Party of the Soviet Union (1985–1991)
  • President of the Soviet Union (1990–1991)
  • Chairman of the Supreme Soviet of the USSR (1989–1990)
  • Chairman of the Presidium of the Supreme Soviet of the USSR (1988–1989) Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Partiya Siyasî
  • Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyet (1950–1991)
  • ROSDP
  • Social Democratic Party of Russia Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Hevjîn
  • Raisa Gorbacheva Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Zarok
  • Irina Virganskaya Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Xelat
  • Xelata Nobelê ya Aştiyê (1990)
  • Commandeur des Arts et des Lettres‎ (1997)
  • honorary citizen of Berlin
  • Order of Honour (2001)
  • Order of the October Revolution (1978) Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Malper www.gorby.ru Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Mikhail Gorbachev Signature.svg
biguherîne - Wîkîdaneyê biguherîneBelge

Mîxaîl Sergeyevîç Gorbaçov (bi rûsî: Михаил Серге́евич Горбачёв, Mikhail Gorbachov) * 2'ê adarê 1931 li Prîvolnoye li herêma Stavropolê ya li başûrê Rûsyayê di malbeteke Ûkraînî de ji dayik bû.

Dibistan bi mêdala zîv temam kir , piştre di zangoya Moskowê beşa qanûnê de xwe tomarkir. Dema kursê 10 a qedand di nav rêzên partiya komonîst ya Yekîtiya Sovyetê de hate pejirandin.

Di avdara sala 1985 a de hate helbijartin jibo postê sekretêrê giştî yê partiya komonîsta Yekîtiya Sovyetê . Girbaçev piştî bû berpirsê Sovyetê dest bi proseya Pirîstroîka (veavakirin, vejîn) û Glasnast (zelalî) kir . Di encamê siyaseta Girbaçov de sala 1990 î yekemîn car di dîroka Sovyetê de desthilat ket destê perlemanê welat. 15'ê meha adarê sala 1990 hate helbijartin jibo serokatiya Yekîtiya Sovyetê . Ji sala 1985 a heta sala 1991 , têkiliyên Yekîtiya Sobvyetê û rojava pêşketin . Bi saya siyaseta ku Gorbaçev meşand, şerê sar bi dawî hat , Almanya bû yek û rêkeftina kêmkirina çekên atomî hate îmzekirin . Jibo xebata ku kir, di sala 1990 î de bi xelata Nobel ya aştiyê hate xelatkirin . Di 15'ê meha kanûna pêşîn sala 1991 ê de Gorbaçev îstîqala xwe ji postê serokatiya Yekîtiya Sovyetê ragihand . Lê bivê yekê xebata Gorbaçev bi dawî nebû , û di sala 1992 fondê velêkolînên civatî-aborî –siyasî bi navê Gorbaçov damezrand . Gorbaçov bi xurtî beşdariyê di jiyana siyasî ya Rûsyayê de dike . Di sala 1996 de jî bû namzedê serokatiya Rûsyayê . Mîkayîl Gorbaçov sosyal demoqrate û partiya Sosyal Demoqrat li Rûsyayê damezrand .Ji sala 1992 heta sala 2008a Gorbaçev 266 serdan jibo welatên biyanî encamdan û nêzê 300 xelatên dîplomasî yên navnetewî wergirtine , ji bilî vê bi dehan pirtûk nivîsîye û ev pirtûk jibo gelek zimanên biyanî hatine wergerandin.

Ramanên wî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Wî dixwast di tevahiya YKSS (Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst)ê da reforman pêkbîne û bi sosyalîzmê Sovyetê dîsa birêvebibe. Li dijî hemî cureyên kevneperestiyê derket. Bi welatên rojavayî, bi taybetî bi DYA yê ra hevîtinên kêmkirin û bidawî anîna pêşbirka çekan pêk tîne. Li seranserê Sovyetê bayê nûjeniyê, demokrasiyê û lîberalîzmê radike. Lê hesabên wî bi dilê wî nameşe. Bayê azadiyê ji nişka ve sazûmaniya Sovyetê hildiweşîne. Tevahiya komarên Sovyetê azadiya xwe bidestdixin. Dûgel belawela dibe. Gorî hin ronakbîrên Rûs "Sosyalîzm diçe lê tiştekê nû nayê".

Li seranser cîhanê him alîgir û hezkiriyên wî, him jî dijberên wî gelek in. Wekî tevahiya serokên YKKSê, wî jî ji bo Kurd û Kurdistaniyan polîtîkayeke xwe nebû. Ji bo ji nû ve birêxistinkirina Kurdistana Sor, alîkarî neda Kurdan. Bi welatên ku Kurdistan dagirkirine re têkiliyên aborî û cîrantiyê ji bo siyaseta wî ya herî girîngtir bû.

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]