Selîm Temo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji M. Selim Ergül hat beralîkirin)
Selîm Temo
Navê rastî
Selim Temo Ergül
Jidayikbûn27ê nîsana 1972an (51 salî)
Êlih
PîşeNivîskar, akademîsyen, helbestvan û werger
Zimanê nivîsinêKurdî, Tirkî
NeteweKurd
PerwedeZanîngeha Bîlkentê
biguhêreBelge

Selîm Temo an jî Selim Temo Ergül (jdb. 27ê nîsana 1972an; Êlih) nivîskar, akademîsyen, helbestvan û wergêrê kurd e.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Selîm Temo, di 27'ê nîsana sala 1972'an de li gundê Mêrîna ku bi Êlihê ve girêdaye ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li gundê xwe, yên navincî li Batmanê bire serî. Di sala 1992an de beşa Etnolojî (Fakulta Ziman, Dîrok û Cografîya) kar kir. Master û dozîna xwe li Zanîngeha Bîlkentê, beşa Zimanê Tirkî de temam kir (Master: "Cemal Süreya Şiirinde Bedenin Yazınsallaşması/Nivîsîna Laş di Helbesta Cemal Sureya de, 2003, doktora: Türk Şiirinde Taşra/Çolberî di Helbesta Tirkî de, 2009). Di sala 1997an de xelata helbestê ya Yaşar Nabi Nayır, di sala 1998an de jî, xelata romanê ya Halkevleri wergirt.

Selîm Temo di kovara Esmerê de nivîsaran nivîsand û di her hejmara kovarê de jî helbestvanekê Kurd da nasandin. Piştî ku komeke nivîskar û helbestvanan ji Kovara Esmerê qetiyan û kovara Multi-kulti derxistin Selîm Temo jî di desteya weşanê a pêveka kurdî ya bi navê Çavreş a Multi-kultiyê cih girt. Di sala 2009an de, li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê de, weke alîkar doçent (asistant profesor) dest bi kar kir. Di vê pêvajoyê de, ji bo damezirandina Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî xebitî. Piştî ku Lijneya Bilind a Perwerdehiyê (YOK) biryara "Enstîtuta Zimanên Jîndar ên li Tirkiyeyê" da, îstifa kir. Li ser biryara YOKê çend rexne nivîsî û di rojnameya Radikal û kovara Le Monde Diplomatique-Kurdî de weşand. Piştî vê helwestê YOKê bo hin zanîngehan biryara beşên Kurdî pejirand. Digel vê yekê ji ber kontrol û zextên dewleta tirkan Dr. Temo venegeriya beşê. Selîm Temo di sala 2011an de, li Brîtanyayê, li Zanîngeha Ekseterê, di beşa Centre for Kurdish Studies (Navenda Lêkolînên Kurdî) weke mamosteyê mêvan xebitî. Di rojnameyên wekî Radîkal (2013-2014), Duvar (2017-2019) û Xwebûn (2019-2020) de quncik nivîsî. Di 26ê Berfanbara 2016an da Doçentiya Kurdî wek maf wergirt, lê di 7ê Rêbendana 2017an de bi KHK (Biryarnameya di Hukmê Qanûnî da) ji zanîngehê hat avêtin û bi daxwaza cizayê 7 sal û nîvan hat darizandin. Piştî doz betal bû çû Fransayê û li Zanîngeha Paul Valéry (2021-2022) a li Montpellierê dest bi xebatê kir. Temo niha li Parîsê dijî û xebatên xwe yên hunerî û enteklektulî didomîne.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Helbest[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Roman[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Werger[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Amidabad; Göç, Çocuk ve Irmak (Wergera "Amîdabad"a Fawaz Husên ji bo tirkî, 2004)
  • Solgun Romans (Wergera çîrokên bijartî yên Firat Cewerî, ji bo tirkî 2005)
  • Abdalın Bir Günü (Wergera "Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê" ya Mehmed Uzun ji bo tirkî, 2005)
  • Sen (Wergera "Tu" ya Mehmed Uzun ji bo tirkî, 2006)
  • Yaşlı Rindin Ölümü (Wergera "Mirina Kalekî Rind" ya Mehmed Uzun ji bo tirkî, 2006)
  • Yitik Bir Aşkın Gölgesinde (Wergera "Siya Evînê" ya Mehmed Uzun ji bo tirkî, 2006)
  • Aşk Gibi Aydınlık Ölüm Gibi Karanlık (Wergera "Ronî Mîna Evînê, Tarî Mîna Mirinê" ya Mehmed Uzun ji bo tirkî, 2006)
  • Mem ile Zîn (Wergera Mem û Zîn bo Tirkî, 2016)
  • Kar ile Ateş (Bijarteyek ji helbestên Mueyed Teyîbî, 2016)

Çîrokên Zarokan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Bi navê “Serê Şevê Çîrokek” rêzepirtûk, 12 pirtûk, 2006-2010. Ji aliyê Şaredariya Sûra Amedê ve belaş tên belavkirin

Antolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Kürt Şiiri Antolojisi/Antolojiya Helbesta Kurdî (Kurdî-Tirkî, Weşanên Pirtukxaneya Agora, 2 Cild, 1610 rûpel, Îlon 2007)

Xelat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1997. Xelata Helbestê a Yaşar Nabî
  • 1998. Xelata Romanê ya Halkevleri
  • 2011, Ronahiya Pêşerojê, Weqfa Hrant Dink

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]