Marîn
Marîn (bi tirkî: Eskihisar) gundekî bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve ye.
Her çiqas keleha Mêrdîn li hemû devera cîhanê tê naskirin jî navdariya xwe deyndarê bilindahiya xwe ye. Di zagonê xwezayê de kesên bilind her tim serdest in. Ji ber wê yekê ye baz her tim bilind difire û li nêçîra xwe digere. Hemû şaristan, bajar û gund li cihên bilind ava dibin. Ji ber wê yekê ye ku her tim textê paşa û sultanan li bilindahiyê hatiye bicihkirin. Mêrdîn ne tenê bi keleha xwe navdar e. Her bihostek axa Mêrdînê dîrokek, her gundekî Mêrdînê şaristanek e. Çi cihê ku herî zêde ceng û şer li ser kêm nebûye bê guman parastin jî karê esas hatiye girtin. Ji ber wê yekê ye ku Mêrdîn bi kelehan tê naskirin. Ji ber ku tu caran şer li ser axa Mêrdînê kêm nebûye gelek keleh hatine avakirin.
Merdis û kela Marînê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Her çiqas keleha Mêrdînê deng vedabe jî, kelehên wekî Keleha Mara, Keleha Erdemest, Keleha Arûr, Keleha Darê, Keleha Rabat, Keleha Metîna, Keleha Zarzavan, Keleha Stewrê, Keleha Aznavûr, Keleha Hafemtay, Keleha Merdis, Keleha Haytam û Keleha Elnihman jî di nava rûpelên dîrokê de kok vedaye.
Kelehên ku li Mêrdînê di nava dîrokê de şax û rêçik berdane yek jê keleha Marîn Merdisê ye. Gundê Marînê û Keleha Merdisê jî yek ji vê şaristanê ye.
Gelek keleh li Mêrdînê hatine avakirin, lê li hemberî bayê felekê û tîrêjên roja şewat di nava xweliya sar de winda bûne. Keleha Merdisê jî ji van kelehê kevnare yên per şikestî ye. Her çend per û baskê xwe li hev xistibe jî nekariye ku xwe bi cîhanê bide naskirin. Lê her tim li dijî êrîşan xwe parastiye û bi hezaran sal berxwedaneke mezin meşandiye. Mirovên biçin Nisêbînê û neçe Keleha Marin Merdisê gera wî betal e. Gera wî bê tam û bê xwê ye. Ji bo mirovên diçin Nisêbînê tamê ji ger û seyrana xwe bibînin, divê bêguman derkevin ser Keleha Marin Merdisê… Kesên ku derkevin ser lûtkeya kelehê û ji jor li hevrazê xwe temaşe bikin, dê bibînin ku beriya Nisêbîn û Qamişlo bahrek bêpêl û bêbinî ye.
Tê gotin ku Keleha Marîn û Mêrdîn bi hev re hatiye avakirin. Ev keleh 15 km li bakurê rojhilata Nisêbînê ye li gundê Marînê hatiye avakirin. Bajar û Keleha Marînê ya ji aliyê Asuriyan ve wekî Merdis tê binavkirin, di dîroka Mezopotamya de bajarê herî mezin û herî kevnare ye.
Ev bajarê di dîrokê de pir zêde kevnar e, di bin desthilatdariya gelek hukimdar û netewan re derbas bûye. Ji bermahiyên di nava xirabeyên bajêr de jî tê xuyakirin ku gelek şaristaniyên wekî Roma, Bizans Suryanî lê bi cih û war bûne. Di van herhem û dêran de jî dide xuyakirin ku gelek netew û bawerî hatine li vir bajarî bi cih bûne.
Kela Marîn û çiyayê Bagokê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev bajarê li qontara çiyayê Bagokê ava bûye û di xeleka sînga xwe de keleha Marîn Merdis ava kiriye ji qesr, dêr, saray û şikeftên bê dawî hatine avakirin. Li ser lêvên van xelekan şikeftên dergûşî ji dayik û qalikên me re kiriye hatine kolandin. Li vî bajarê kevnar û dîrokî ji ber kaniyên avê peyda nabe li delavên bajêr sarincên avê yên li ser kûrahiyê 10-15 metre, firehî 60 metre û dirêjahiye jî 60 metre mezin hatine kolandin. Ev sarincên wisa mezin nêzî 36 hezar ton av di zikê xwe de vedihewîne. Ev 4 sarincên wisa mezin û kûr, li ser xeleka avê hatine kolandin.
Ev keleh li ser latekî pir bilind û mezin hatiye avakirin. Bedenên dora kelehê ji hezar û 500 metreyî pêk tê. Bi firehbûn û bilindbûna xwe balê dikişîne ser xwe. Bi 12 quleyan bajêr diparêze. Her çiqas ne diyar e ev keleh ji aliyê kê ve hatiye çêkirin jî şopa Bîsansiyan xwe dide nîşandan. Li Rojhilatê vê kelehê tenê bingeh û hîmên Qesra Qiralê Merdîsê maye li ser piyan. Tê gotin ku beriya Keleha Merdisê hilweşe bi ser çiyayê derdora xwe diket û di nava asoyên şîn de ber bi ezman hildikşiya. Lê vê keleha dîrokî li hemberî êrîşên mirovan û mercên xwezayê zêde li ber xwe nedaye û niha tenê dîwarên wê bi înadeke mezin li dijî hemû zor û zehmetiyan berxwedaneke mezin dide û hebûna xwe didomîne. Bi mîmariyeke taybet hatiye çêkirin
Ev keleh bi kevirên spî û biçûk hatiye avakirin. Di mîmarî û lêkirina vê kelehê de jî tê xuyakirin ku bi hezaran kes di avakirina wê de xebitiye û bi salan hatiye lêkirin. Wargeha Kelehê jî dide xuyakirin ku her kevirekî kelehê gelek dest derbas kirine û kedek bêhempa hatiye dayîn. Mirovên wê demê li aliyekî keleh ji xwe re ava kirine û li aliyê din jî zikê tahtê qelaştine û di zikê tehtê de ocaxên keviran vedane. Li aliyekî wekî ocaxa kevirên kelehê û li aliyê din jî, ji bo parastinê wekî qefes û malê bi kar anîne. Ji bermahî û avahiyên kevirî jî tê xuyakirin ku hemû kevir ji zikê erdê qelaştî hatine derxistin û bajar hatiye avakirin. Lê mixabin her çiqas di serdema xwe de vî bajar û keleha dîrokî mirov li hemberî şert û cengan parastibe jî îro mirovan ew di nava qêrîn û awaza wê de bêhal hiştiye.