Here naverokê

Kertwên

Kertiwên
Duruca
Şaredariya Kertiwênê
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mêrdîn
Navçe Nisêbîn
Nahiye Nisêbîn (navend)
Demografî
Gelhe (2010) 3.292[1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°5′32″Bk 41°18′36″Rh / 37.09222°Bk 41.31000°Rh / 37.09222; 41.31000
Bilindayî 470 m
Koda postayê 47320
Koda telefonê (+90) 482 426
Kertiwên li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Kertiwên
Kertiwên
Kertiwên (Tirkiye)

Kertwên (bi tirkî: Duruca), bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve girêdayî ye.

Beriya niha bajarok bû û şaredariyeke wê hebû. Lê piştî qanûna bajarênmezin di rojnameya fermi de hat weşandin bi Nisêbînê ve wek taxekê hat girêdan.[2]

Şaredarê dawîn Zekî Kavak bû. Beriya wî Mehmet Er bû.

Wek gelek deverên Torê li Kertwênê jî civakeke dûserî hebû. Ne wek eşîran lê wek bendan gundî bûbûn 2 beş. Dema erd tapo dikirin berberî hebû, pişt re jî wek her derê ji bo qadro û bidestxistina muxtariyê û şaredarîya gund berberî çêdibû. Lê tevî vê dijminayîkeke kûr nebû di navbera gundiyande. Em karin bêjin sedemên dubendîtiyê yanî berberîyê berjewendîyên gundiyan bûn. Wek benda seyem jî Partiya Sîyasî HADEPê li gûnd navendeke xwe avakiri bû. Di nav gundiyan de dijmînî tune bû. Pîştî salên 90î ji gelek gundên derdorê şênî hatin li kertwênê bicih bûn. Wan salan gelek gundên kurdan ji ber sedemên siyasî hatibûn valakirin gundiyên reben jî yan berê xwe dan bajarên mezin û di nav van bajaran de heliyanan an jî berê xwe dan gunden der dorê. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin kertwênê gundê ji gundan avabûye ye.

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bo çavkaniya navê kertwênê heta niha tiştekî fermî tuneye.

  • Kertwên ji ber ku li ser rêya hevreşîmê ye hin kes dibêjin ji peyva "kehrwan têne vêdê" tê û îro bûye kertwênê. Li gorî vê ev der berê rawestgeheke kehrawana bû.
  • Hin kes dibêjîn berîya niha 3 hazar sal berê di dewsa kertwênê de welatekî bi navê Courdueenê yanî welatê kurdistanê habû pîştî dem derbas dibê welat hildiweşê wek mîrat navê wê li ser navê kertwênê dimênê. Zimanê kurdî di nav malbata Hînd û Ewropî deye, ji kurdistanê heta hîndîstanê gelek deverên bi qertafên Ker-, Kur-, Kir-, Ger-, Gur- hwd. dikin dest pê dike hene. Kerkûk, Kercosê, Gerboran, Kertwênê herwiha dewam dike. Li gor vê îxtîmalê ev bajar jî ji gotina "kurd"ê tê.
  • Hin kes dibêjîn ev der gundekî Suryanîyan ê berê ye. Di Suryankî de telaffuza kertwênê tê maneya Gundê darên tuyan. Birastî jî li kertwênê gelek darên tuyan hene.
  • Hin dibêjin berê Kertwênê bi darên tûyan meşhûr bû, li serê girê Kertwênê pir darên tûyan hebûn û navê xwe ji vir standiye. Berê digotin Girê Tûya, Girtûyê, Girtûwênê. Paşê li gor devoka herêmê tîpa "G" ketiye li şûna wê tîpa "K" hatiye û nav bûye Kertwên.

Dîroka Kertwênê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kertwên li serê girekî hatiye avakirin ew jî tê vê wateyê ku Kertwênê devereke dîrokî ye û dibinê girê wê de dîrokek veşartî ye...

Perwerde li Kertwênê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li kertwênê Dibistanên Seretayî navîn û Amadehî hene. Dibin banê dibistana Seretayî de jî dibistaneke pêşdibistanê bo zarokên biçûk hatiye vekirin.

Nifşê nû yê Kertwênê bi giştî xwende ye. Kêm kesên nexwendî hene. Ji hin gûnd û bajarên derdorê jî ji bo xwendinê xwendekar tên Kertwênê.

Perwerdeya dînî ji aliyê melayên gund ve tê dayîn û di asta hînkirina xwendina Qur'anê û hînbûna bingehên îslamê de ye. Hin caran ji aliyê hin melayên medreseyan ve perwerdeyeke dînî ya di asta medreseyan de jî hatiye dayîn.

Debara Kertwênîyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kertwênî dabara xwe bi çandinî û xwedîkirina heywanan dikin.

Sewalên gundiyan berê pirbûn lê niha kêm bûne. Kêm zêde li her malê herî kêm çêlekek heye. Ji şîrê heywanan berhemên wek şîr, mast, penîr tên hilberandin. Wekî din heywanên wek mirîşk, elok, qaz, ordek jî tên hewandin.

Gundî bi çandina genim, ce, pembû, garis, nîsk, nahk debara xwe dikin. Wekî din kêm zêde li her malê bexçeyekî biçûk heye û ji wî bexçeyî giyayên wek bexdûnis, pîvaz, sîr, silk, tivir û hwd. tên çandin. Di salên dawî de gûndî bo bazirganîyê dest avetina çandina bacanên sor, îsot û hwd jî. Berê çandiniya pembû li gûnd pir bû 2 febrîqeyên pembû jî li gûn hatibûn vekirin û ji hin gundên der dorê jî bo paletiyê pale dihatin kertwênê.

Bo gûndî dan û standina tiştan pêwist bikin li çar aliyên gund gelek dikan hatine vekirin.

Ji ber çandiniya gundiyan 2 febrîqeyên pembû hene li gund, lê ji ber ku van salên dawî gundiyan dev ji çandina pambû berdaye ev febrîqe li ber girtinê ne.

Wekî din febrîqeya çêkirina çerezan û hin kargehên dirûtina cilan jî li gund hatine vekirin.

Firinek li Kertwênê heye

Demekê li gund ji aliyê hin kesan ve Dermanfiroşek hatibû vekirin lê pişt re hat girtin. Edit: çend meh berê dermanfiroşekdin vebû

Aşekî Qeşarê li serê rêya gund heye, hem gundî û hem jî ji gundên derdorê tên li vî aşî genimê xwe dihêrin û dikin arvan.

Dabêşkirina Neteweyî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kertwênî li gor tê zanîn bêhtir Kurmancên Torî û kurmancên Çolî ne. Hin malbatên bi eslê xwe mehelmî jî hene. Zêdetir Kerboranî û bahwarî hene û paşê hêştrekî, zaxuranî, êsî, êrdî, çomerî, ernasî, helexî, dêrî û qismek jî ji mahcir û seyîdan pêk tê.

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. Dilazad ART(Nivîskar, Helbestvan, Lêkolîner, Akademîsyen)
  2. Ronî Aram (Nivîskar, Helbestvan)
  3. Ridwan Xelîl (Lêkolîner, Grafîker)
  4. Mahmut Turgut (Rahênerê Neteweyî)
  5. Miradê Miradan (Helbestvan)

Ferhengoka Kertwênê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hin Peyvên li Kertwênê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Peyv Mane
Neqep di maneya navbera 2 tiştan de
Zipirandin bi îngîlîzî jî zip derbas dibe, di maneya dewisandinê de.
Şape di mane ya aşît an go renî yê de
Şemitîn mîn: wer em herin li ser berfê bişemitin

mîn:wer em herin serê vî kaşî bi têştan bişemitin

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. Bacanareş
  2. Bacanasor
  3. Bexdûnis
  4. Encûr
  5. Gêzer
  6. Kixs
  7. kumik
  8. Kundir
  9. Îsot
  10. Pîvaz
  11. Qeyfal
  12. Silk
  13. Surim
  14. Şoqilê Xatûnan
  15. Xerdel
  16. Xiyar
  17. Tirşo
  18. Tirozî
  19. Tivir
  20. Tûzik
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. Berû
  2. Hejîr
  3. Hinar
  4. Hirmî
  5. Sêv
  6. Tûreşk
  7. Tireh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. Çêlek
  2. coneka
  3. Ker
  4. Hesp
  5. Qantir
  6. Bizin
  7. Kahrik
  8. Kûçik
  9. Pisîk
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. Mar
  2. Gurm
  3. Xelxelok
  4. Marmarok
  5. Pîr
  6. Mîro
  7. Tûpîşk
  8. Mişk
  9. Cirt
  10. Mêş
  11. Pêşî
  12. Kermêş
  13. Şandelîk
  14. Moz

Hin Lokosyonên Gund ên Taybet

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. Bênderê Gizrê
  2. Rêya Şikeftreşa
  3. Axkolkê (Şîniyê Kertwênê berê ji bo çêkirina tenûran ev der di kolan axa sor jê dibirin û pê tenûr çêdikirin. Du cûre ax hebûn, yek ji bo tenûran. Yek jî ji bo zarokan. Berê ax li moxilê dikirin û ew ax dikirin bin pêçekên zarokan..)
  4. Berê li Kertwênê pir bîr hebûn, navê hin ji wan bîran;
    1. Bîrikên Dêlşewiyan (Berê Dêlşewî li Kertwênê bi cih bûn. Her maleke wan bîrikek kolabûn û sewalê xwe li vir av didan. Piştre hevdû kuştin û bar kirin. Paşê jî Kerboranî hatin û li Kertwênê bi cih bûn.)
    2. Bîra Sor
    3. Bîra Silêmanê Batî
    4. Bîra Reş (piştre xanî li ser ava kirin, bû kanî)
  5. Geliyê reşê
  6. Geliyê bincirka
  7. Geliyê benika
  8. Evdilokê
  9. Mêrga 'ano
  10. Mextela
  11. Girkê silêmên
  12. Qulya
  13. Devê Bîrikan
  14. Girovî
  15. Riya bûnisra
  16. Pîxtap ( pîr xetîb)
Sal Gelhe[3]
2008 3.528
2007 3.807
2000 3.846
1990 2.708
  1. ^ tuik, 2010[girêdan daimî miriye]
  2. ^ "Rojnameya Fermî Ya Tirkî" (PDF). 12.11.2012. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîx= (alîkarî)
  3. ^ Yerelnet, Duruca, ji orîjînalê di 29 adar 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 28 nîsan 2011


Kertwên