Meftuneya bacanê
Xuyakirin
Meftuneya bacanê ji meftuneyên pêjgeha kurd e. Meftune yan meftûneyê ne tenê kurd dixwin, asûrî, ereb, romî (tirk) jî dizanin û dixwin.
Peyva meftune/meftûne di wateya "dildayînê, dilikî, bengîbûn"ê de ye. Ji bacanê re, bacanreşk, bacanê reş (solanum melongena), badincan, balîcan jî dibêjin.
Berkeliya (melzemeyê) meftuneya bacanê ya Xerzanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çêkirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bacanan hûr bikin di teştekê de bixin nava şoravkê. Goşt û îsotên dirêj ên tûj di nava rûn de biqelînin. Bacanreşkê pakij bişon berdin nava goşt. Bi qasî 15-25 deqe (li ser agirê we ye) şûnde fringiyên hûrkirî jî tevlî bikin.
15 deqe keliya, îcar sîra kûtayî û ava simaqê berdin ser. Hûn dikarin sîrê nekutin, hûrik hûrik hûr bikin. Li ser daxwaza we ye. Xwê û biharbêhnê (biharat) kontrol bikin. Xwarina we êdî amade ye.
Gotarên têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Ev gotara têkildarî pêjgeha kurdî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |