Mehdî Zana

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mehdî Zana
Şaredarê Diyarbekirê (d)
Amed
-
Okay Kalfagil (d)
Feyyaz Üzümcü (d)
Jidayikbûn
Hevwelatî
Pîşe
Siyasetmedar, çalakdara/ê mafên mirovanLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn
Partiya siyasî
Partiya Karkerên Tirkiyeyê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Mehdî Zana (jdb. 1940 li Farqîna Diyarbekirê) siyasetmedarekî kurd e.

Di sala 1963î de dibe endamê TİP (Partiya Karkerên Tirkiyeyê) û him têkoşîna çînên bindest, him jî ya gelê kurd dide. Di sala 1978î de wekî endamekê serbixwe tevlî hilbijartinên şaredariya Amedê dibe û biserdikeve. Heya rûdana destdayîna artêşa tirk a desthilatdariyê di sala 1980î serokatiya şaredariya Amedê dike. Di cûntaya 1980î de tê girtin û zîndanîkirin. Ew zêdetirî 16 salan li zîndanê de dimîne. Di pêvajoya reş a Zîndana Amedê de ew jî li wir e û rastî hemî êşkenceyên hovane û barbarî tê.

Piştî derketina wî ya ji zîndanê derdikeve derveyî welêt û çû Ewropayê. Li ser daxwaza Tirkiyeyê Swêd û Almanya serîlêdana wî ya penaberiyê napejirînin û ew li ser xebatên parêzeran li Fransayê mafê penaberiyê werdigire. Heya sala 2004î li menfîtiyê dimîne. Vegerî Amedê lê carek din ceza lê birin. Mecbûr ma careke din bi paş ve vegerî Swêdê. Ew niha li Swêdê ye.

Mehdî Zana bi Leyla Zana re zewiciye û bavê du zarokan e.

Berhemên Wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Bekle Diyarbakır, 1991
  2. Sevgili Leyla Uzun Bir Sürgündü O Gece, 1995
  3. Çarşîya Silîva, 1999
  4. Ay dayê, roman, 2005
  5. Me helal bikin, 2000
  6. Parastina min, 2004
  7. Evîna dilê min, 1993
  8. La prison no 5 : onze ans dans les geôles turques, 1995
  9. Hölle Nr. 5 : Tagebuch aus einem türkischen Gefängnis, 1992