Here naverokê

Mezlûm Ebdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mezlûm Ebdî
Mezlûm Ebdî (2025)
Jidayikbûn1967
EsilKurdê Rojavayê Kurdistan
Hevwelatî Rojava
PerwerdeZanîngeha Helebê
PîşeFermandar
biguhêreBelge

Mezlûm Ebdî (jdb. 1967, Kobanî, Rojavaya Kurdistanê)[1] fermandar û şervaneke kurd e ku niha fermandarê giştî (generalê sereke) yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) e. Hêzên Sûrya Demokratîk hêzeke herêmî ye ku wekê hevalbendê Dewletên Yekbûyî û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevkariya leşkerî dike.[2][3]

Mezlûm Ebdî di sala 1967an li Kobanê, Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.[4][5] Ebdî di dema ku li Zanîngeha Helebê wek endezyarê sivîl perwerde dîtiye,[6] di sala 1990î de li Sûriyeyê tevlî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dibe û ji ber xebatên wî yên siyasî ji aliyê rêveberiya beesa ereb a Sûrîyeyê ve pênc caran hatiye girtin.[7][8] Di dema xebatên xwe yên sîyasî yên destpêkê ya Sûriyê yek ji wan kes ên nêzîkê rêberê PKKê Abdullah Öcalan bû.[6] Mazlûm Ebdî di salên destpêkê de di xebatên Partiya Karkerên Kurdistanê de cih girtiye ku ji salên 1990î vir ve li sirgûniya Sûriyeyê dixebitî û piştre di avakirina PKKê ya li Ewropayê de beşdarê xebatên rêxistinî bûye.

Carekê din dîsa di sala 1997an de çûye Ewropayê, li wir heya sala 2003an çalakiyên siyasî yên kurd de xebatên xwe yên sîyasî berdewam kiriye.[7] Di heman salan derbasê Başûrê Kurdistanê bûye û hatiye îdia kirin ku Ebdî li wir beşdarî operasyonên leşkerî bûye.[5] Ebdî di sala 2005an de bûye yek ji endamê fermandariya bilind a Partiya karkerên Kurdistanê. Di salên 2011/12an de, di dema şerê navxweyî yê Sûriyê de ji bo parastina bajar û herêmên Rojavayê Kurdistanê Mezlûm Ebdî derbasê Rojavayê Kurdistanê bûye.[5]

Şerê li dijî DAIŞê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di tebaxa 2014an de, ew berpirsê danûstandinên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû ku li Silêmaniyê bi hikûmetên Îran û Amerîkayê re ji bo pêkanîna hevpeymaniyeke bi bandor li dijî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ) li dar xistibûn. Îtîfaqa bi DYAyê re hat pejirandin. Ebdî di dema Dorpêkirina Kobanî de (cotmeh 2014-Çile 2015) Kobanî parastibû, tevî pêşniyarên Amerîkayê jî vekişîna xwe red kir. Dema ku mala malbata wî cara sêyem ji aliyê DAIŞê ve di şerê mal bi mal de hat girtin û ji ber zêdebûna hevkariya bi USAF re, wî daxwaza lêdan li mala wî kir.[9] Weke fermandarê HSDê Ebdî fermandariya 70 hezar leşkeran dike.[10]

Avakirina aştiyê ya li AANESê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ebdî diyar kiriye ku ew ji bo karkirina bi hikûmeta Sûriyê re di çarçoveya sîstemeke federal de ku rêveberiya xweser a defakto ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, vekirî ye.[11] Di 29ê hezîrana salâ 2019an de Abdî wekî nûnerê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) plansaziya çalakiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya bi xayeya pêşîgirtina li leşkerkirina zarokan di nava hêzên çekdar de îmze kiriye.[12]

Piştî êrîşa dewleta tirk ku du sala 2019an de êrîşê kurdan kiriye, Ebdî diyar kiriye ku ew amade ye bi rêjîma Sûriyê û Rûsyayê re bixebite û bi wan re lihevhatinan bike ku gelê xwemaliyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê (bi qismî Rojavayê Kurdistanê) ji "jenosîd"ên muhtemel ên "Tirkiye û çeteyên wê yên cîhadîst" biparêze.[13] Di çarçoveya lihevkirina bi HSDê re, destûr hatiye dayîn ku leşkerên hikûmeta Sûriyeyê derbasî bajarên Minbic û Kobanê dibin ku bikaribin rê li ber êrîşên artêşa Tirkiyê ku êrîşê kurdan dike bigirin.[14]

Di cotmeha sala 2019an de komek senatorên amerîkî pêşniyar kirine ku Wezareta Derve ya Amerîkî vîzeyekê bide Ebdî ku ew bikaribe were Amerîkayê û li ser rewşa Sûriyê gotûbêj bike.

  1. ^ "Mazlum Kobane says Biden can advance peace in Turkey". kurdpress (bi îngilîzî). 27 çiriya paşîn 2021. Ji orîjînalê di 28 kanûna pêşîn 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 çiriya paşîn 2024.
  2. ^ Williams, Holly (28 çiriya pêşîn 2018). "What remains to be done in the final phase of America's war on ISIS - 60 Minutes - CBS News". www.cbsnews.com (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 17 çiriya paşîn 2024.
  3. ^ Istanbul, Hannah Lucinda Smith (24 çiriya pêşîn 2019). "Senators call on Trump to invite Kurdish general Mazloum Kobani to Washington". www.thetimes.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 çiriya paşîn 2024.
  4. ^ Wright, Robin (4 nîsan 2019). "How Trump Betrayed the General Who Defeated ISIS". The New Yorker (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0028-792X. Roja gihiştinê 29 tîrmeh 2025.
  5. ^ a b c "Is the PKK worried by the YPG's growing popularity? - AL-Monitor: The Middle Eastʼs leading independent news source since 2012". www.al-monitor.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 tîrmeh 2025.
  6. ^ a b Wright, Robin (20 çiriya pêşîn 2019). "America's Ally in Syria Warns of Ethnic Cleansing by Turkey". The New Yorker (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0028-792X. Roja gihiştinê 29 tîrmeh 2025.
  7. ^ a b Wilgenburg, Wladimir van (10 çiriya paşîn 2020). "Syrian Democratic Forces (Syria)". ECFR (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 29 tîrmeh 2025.
  8. ^ "Wayback Machine" (PDF). setav.org. Roja gihiştinê 29 tîrmeh 2025.
  9. ^ Mogelson, Luke (20 nîsan 2020). "America's Abandonment of Syria". The New Yorker (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0028-792X. Roja gihiştinê 17 çiriya paşîn 2024.
  10. ^ Abdi, Mazloum (26 çiriya paşîn 2024). "If We Have to Choose Between Compromise and Genocide, We Will Choose Our People". Foreign Policy (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 17 çiriya paşîn 2024.
  11. ^ "From Kobane to Raqqa | Middle East Studies Center". web.archive.org. 3 nîsan 2019. Ji orîjînalê di 3 nîsan 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2024.
  12. ^ Varfolomeeva, Anna (2 tîrmeh 2019). "SDF signs UN plan to end use of children in Syrian conflict". The Defense Post (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2024.
  13. ^ Abdi, Mazloum (12 kanûna pêşîn 2024). "If We Have to Choose Between Compromise and Genocide, We Will Choose Our People". Foreign Policy (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2024.
  14. ^ "Report: Syrian army to enter SDF-held Kobani, Manbij".