Mîxaîl Gorbaçov
Serokdewletê Yekîtiya Sovyetê (en) | |
---|---|
- | |
- - | |
Chairman of the Supreme Soviet of the USSR (d) | |
- | |
- Anatoly Lukyanov (en) | |
Chairman of the Presidium of the Supreme Soviet of the Soviet Union (en) | |
- | |
Andrei Gromyko (en) - | |
Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê | |
- | |
Constantine Chernenko (en) Volodymyr Ivashko (en) |
Jidayikbûn | Privolnoye (en) (North Caucasus Krai (en), Russian Soviet Federative Socialist Republic, Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst) |
---|---|
Mirin | |
Cihê goristanê |
Goristana Novodevîçye (en) |
Navê rastî |
Михаил Сергеевич Горбачёв |
Bernav |
Gorby |
Hevwelatî | |
Perwerde |
Zanîngeha Moskoyê Moscow State University, Faculty of Law (d) (heta an) Stavropol State Agrarian University (en) (heta an) |
Pîşe |
Siyasetmedar, dadwer, hawirparêz, aborînas, parêzer |
Bav |
Sergey Gorbachev (d) |
Dê |
Maria Gorbacheva (d) |
Hevjîn |
Raîsa Gorbaçova (en) (ji heta ) |
Zarok |
Îrîna Vîrganskaya (d) |
Karder | |
Qadên xebatê | |
Partiyên siyasî |
Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê (- Russian United Social Democratic Party (en) () Social Democratic Party of Russia (en) (- Union of Social Democrats (en) (dp. ) |
Endamê | |
Payeya leşkerî | |
Bandorbar |
Antonio Gramsci (en), Louis Aragon, Roger Garaudy, Giuseppe Boffa (en), Sun Myung Moon (en) |
Malper | |
Xelat |
Xelata Nobelê ya Aştiyê () Lîsteya berfireh Order of Christopher Columbus (en) Honorary doctor of the University of Tromsø (d) Grammy Order of the White Lion (en) Ronald Reagan Freedom Award (en) Princess of Asturias Awards (en) Order of Merit of the Federal Republic of Germany Golden Plate Award (d) Ordre des Arts et des Lettres (en) Order of Liberty (en) Alexander Men Prize (d) Delta Prize for Global Understanding (en) Acqui Award of History (en) Collar of the Order of the White Lion (d) North–South Prize (en) Honorary doctor of the University of Münster (d) Marion Dönhoff Award (d) Honorary doctor of the University of Liège (d) Philadelphia Liberty Medal (en) Order of Saint Agatha (en) Nîşana Alaya Sor a Xebatê (en) () Medal "For Labour Valour" (en) () Order of the Badge of Honour () Order of Lenin (en) (, û ) Order of the October Revolution (en) () Medal "For Strengthening of Brotherhood in Arms" (en) () Medal "In Commemoration of the 1500th Anniversary of Kyiv" (en) () Financial Times Person of the Year () Jubilee Medal "Forty Years of Victory in the Great Patriotic War 1941–1945" (en) () Indira Gandhi Peace Prize (en) () Princess of Asturias Award for International Cooperation (d) () Otto Hahn Peace Medal (en) () Golden Doves for Peace (d) () Xelata Nobelê ya Aştiyê () Honorary doctor of the University of Madrid Complutense () Albert Einstein Peace Prize (en) () Harvey Prize (en) () Honorary citizen of Berlin (d) () Grawemeyer Award (en) () Grand Cross of the Order of Liberty (d) () Commandeur des Arts et des Lettres (en) () Grand cross of the Order of the White Lion (d) () Grand Cross Special Class of the Order of Merit of the Federal Republic of Germany (d) () Order of Honour (en) () Honorary doctorate from the University of Paris 1 Pantheon-Sorbonne (d) () Grammy Award for Best Spoken Word Album for Children () Point Alpha Prize (d) () Osgar (d) ( û ) Champions of the Earth (en) () Dr. Friedrich Joseph Haass-Preis (d) () Xelata Free Your Mind () German Environmental Prize (en) () Franz Josef Strauss Award (d) () Order of St. Andrew the Apostle the First-Called (d) () Global Economy Prize () Honorary citizen of Košice (d) () |
Mîxaîl Sergeyevîç Gorbaçov (bi rûsî: Михаил Серге́евич Горбачёв, lat. Mikhail Gorbachov; jdb. 2ê adara 1931ê, m. 30ê tebaxa 2022an) siyasetmedarekî sovyetî bû ku ji sala 1985an heya hilweşîna dewletê ya di 1991ê de serokê 8em û dawîn ê Yekîtiya Sovyetê bû.
Mîxaîl Gorbaçov li Prîvolnoye li herêma Stavropolê ya li başûrê Rûsyayê di malbeteke ûkraynî de ji dayik bû. Dibistan bi mêdala zîv temam kir, piştre di zangoya Moskowê beşa qanûnê de xwe tomarkir. Dema kursê 10 a qedand di nav rêzên partiya komonîst ya Yekîtiya Sovyetê de hate qebûlkirin.
Di avdara sala 1985an de hate helbijartin jibo postê sekretêrê giştî yê partiya komonîsta Yekîtiya Sovyetê . Girbaçev piştî bû berpirsê Sovyetê dest bi proseya Pirîstroîka (veavakirin, vejîn) û Glasnast (zelalî) kir . Di encamê siyaseta Girbaçov de sala 1990 î yekemîn car di dîroka Sovyetê de desthilat ket destê perlemanê welat. 15ê meha adarê sala 1990 hate helbijartin jibo serokatiya Yekîtiya Sovyetê . Ji sala 1985 a heta sala 1991, têkiliyên Yekîtiya Sovyetê û rojava pêşketin . Bi saya siyaseta ku Gorbaçov meşand, şerê sar bi dawî hat, Almanya bû yek û rêkeftina kêmkirina çekên atomî hate îmzekirin . Jibo xebata ku kir, di sala 1990 î de bi xelata Nobel ya aştiyê hate xelatkirin . Di 15ê meha kanûna pêşîn sala 1991 ê de Gorbaçov îstîqala xwe ji postê serokatiya Yekîtiya Sovyetê ragihand . Lê bivê yekê xebata Gorbaçov bi dawî nebû, û di sala 1992 fondê velêkolînên civatî-aborî –siyasî bi navê Gorbaçov damezrand . Gorbaçov bi xurtî beşdariyê di jiyana siyasî ya Rûsyayê de dike . Di sala 1996 de jî bû namzedê serokatiya Rûsyayê . Mîkayîl Gorbaçov sosyal demoqrate û partiya Sosyal Demoqrat li Rûsyayê damezrand .Ji sala 1992 heta sala 2008a Gorbaçov 266 serdan jibo welatên biyanî encamdan û nêzê 300 xelatên dîplomasî yên navnetewî wergirtine, ji bilî vê bi dehan pirtûk nivîsiye û ev pirtûk jibo gelek zimanên biyanî hatine wergerandin.
Di 30ê meha tebaxê sala 2022 ya li Moskowê 91 salî jiyana xwe ji dest da. Sebeba mirina wî ji aliyên Ajansên Nûçeyên Dewleta Rusyayê wisa hat ragihandin: nexweşiyeke dirêj û giran.[1]
Ramanên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Wî dixwast di tevahiya YKSS (Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst)ê da reforman pêkbîne û bi sosyalîzmê Sovyetê dîsa birêvebibe. Li dijî hemî cureyên kevneperestiyê derket. Bi welatên rojavayî, bi taybetî bi DYA yê ra hevîtinên kêmkirin û bidawî anîna pêşbirka çekan pêk tîne. Li seranserê Sovyetê bayê nûjeniyê, demokrasiyê û lîberalîzmê radike. Lê hesabên wî bi dilê wî nameşe. Bayê azadiyê ji nişka ve sazûmaniya Sovyetê hildiweşîne. Tevahiya komarên Sovyetê azadiya xwe bidestdixin. Dûgel belawela dibe. Gorî hin ronakbîrên Rûs "Sosyalîzm diçe lê tiştekê nû nayê".
Li seranser cîhanê him alîgir û hezkiriyên wî, him jî dijberên wî gelek in. Wekî tevahiya serokên YKKSê, wî jî ji bo kurd û kurdistaniyan polîtîkayeke xwe nebû. Ji bo ji nû ve birêxistinkirina Kurdistana Sor, alîkarî neda kurdan. Bi welatên ku Kurdistan dagirkirine re têkiliyên aborî û cîrantiyê ji bo siyaseta wî ya herî girîngtir bû.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Dengê Rûsiya Beşa Kurdî Girêdana arşîvê 2010-06-08 li ser Wayback Machine