Here naverokê

Mistafa Remzî Bucax

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Mustafa Remzî Bucak hat beralîkirin)
Mustafa Remzî Bucak
Navê rastî
Mustafa Remzî Bucak
Jidayikbûn1912 - Sêwereg Ruha li gundê Anazûyê
Mirin16ê Tîrmeha 1985an - DYA
PîşeParêzer, Siyasetmedar, Rewşenbîr
Zimanê nivîsinêKurdî/Zazakî , Fransî , Îngîlîzî
NeteweKurd
Berhemên navdar
biguhêreBelge

Mustafa Remzî Bucak, rewşenbîr, parêzer û siyasetmedarekî Kurd bû. Ew di sala 1912an de li qeza Sêweregê li gundê Anazûyê tê dinyayê. Navê bavê wî Mihemed Axa ye. Bavê wî piştî bizava azadî ya 1925an tê nefîkirin. Ew xwendina xwe ya seretayî li Sêweregê, ya navendî û bilind jî li Stembolê diqedîne. Berî ku xwendina xwe ya hûqûqê xelas bike, yanî di sala 1935an de diçe Parîsê û salekê li wir dimîne. Di sala 1940î de hem hûqûqê xelas dike hem jî bi ZEHRA qîza Osman Paşayê Kurd re dizewice. Mustafa Remzî BUCAK 2yê Gulana 1960î de terka welatê xwe dike û diçe Amerîkayê. Demekê tê Parisê û dibe mêvanê Mîr Kamûran Bedirxan li wir qederekê dimîne, di 16ê tîrmeha 1985an li DYAyê diçe rehmetê, cenazê wî li kêleka gora Av. Faîk BUCAK tê definkirin.

Xebat û berhemên wî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di salên 1940 û 1950yan de zarokên kurdan yên halxweş û hin yên feqîr jî derfeta xwendina bilind dîbûn. Lê li Kurdistanê zaningeh tunebûn. Ewana mecbûrê Anqere û Stembolê kiribûn. Lê ciyekî ku lê bimînin, razên, bixwin û vexwin tunebû. Mustafa Remzî Bucak û xanima wî Zehra Xan, DÎCLE TALEBE YURDU ava kirin. Ev herdu kes ji bo xwendevanên Kurd bûbûn wek bav û dê an xwuşk û bira yên mezin. Li yurdê gelek kesên ku paşî wê di doza kurd de tevbigerin diman. Dîcle bûbû xwendegeha kurda. Dr.Yusuf Azîzoglu, Mustafa Ekinci, Faik Bucak, Musa Anter, Dr.Tarik Ziya Ekîncî, Edip Karahan, Ali Karahan, Ziya Şerefhanoglu, Nejad Cemîloglu, Edip Altinakar, Enwer Aytekîn…..û gelek Kurdên din piştevanên vê yurdê bûn. Her weha Di DÎCLE TALEBE YURDU de xebatên li ser zimanê kurdî, yên sîyasî û kulturî dihatin kirin. Li gora ku em ji Musa Anter û Dr.Tarik Zîya Ekîncî dixwînin; li yurdê her sal Newroz dihat pîrozkirin, folklor dihat hînkirin, kovara HAWAR a ku Mîr Celadet û hevalên wî derdixistin, di nav xwendevanan de dihat xwendin.

Di sala 1950î de Mustafa Remzî BUCAK, Dr.Yusuf AZÎZOGLU û Mustafa EKÎNCÎ di hilbijartina giştî de bi ser dikevin û li Parlamena Enqereyê dibin wekîlên xelkê Diyarbekir. Di sala 1943yan de li qeza Ozalp a Wanê ku li ser sînorê Îranê ye, 33 kurd, bi fermana General Mustafa Muglali hatibûn kuştin. Sedemê vê bûyerê, çav tirsandina Kurdan bû. Ji bo ku tevgera Kurdên rojhilat li Kurdên rojava bandor neke. Lê dema Mustafa Remzî BUCAK û hevalên xwe çûn Parlamena Tirkiyeyê, pêşniyar kirin ku lêkolîn li ser vê bûyerê bê kirin. Dozê şopandin.

Di sala l965an de nameyeke bi navê Bir Kürt Aydınından İsmet İnönü′ye mektup ji bo serokwezîrê wê demê yê Turkîyê, ji İsmet İnönü Paşa re dişîne.