İsmet İnönü

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
İsmet İnönü
Inonu Ismet.jpg
İsmet İnönü
Jidayikbûn 24 îlon 1884 Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Mirin 25 kanûna pêşîn 1973 Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Enqere Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Sedema mirinê Mirina masûlkeyên dil li ser wîkîdaneyê biguherînê(Sedemên sirûştî)
Cihê goristanê Anıtkabir Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Hevwelatî Tirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Perwerde
  • Ottoman Military College Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Pîşe
Meqam
  • Serokkomarê Tirkiyeyê (1938–1950)
  • Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
  • Wezîrê Karên Derveyî (1922–1924)
  • Q106614762 (1920–1921)
  • Serokwezîrê Tirkiyeyê (1923–1924) Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Partiya Siyasî
Hevjîn
  • Mevhibe İnönü (–1973) Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Zarok
İsmet İnönü Signature.svg
biguherîne - Wîkîdaneyê biguherîneBelge

Mustafa İsmet İnönü (jdb. 24ê îlona 1884an li Îzmîr – m. 25ê kanûna pêşîn a 1973an  li Enqere), yek ji siyasetmedar û leşkerên navdar ên Tirkiyê ye. duyem serokkomar e.

Tê gotin ku ji malbateke Kurd ê ji herêma Meletîyê ye. Piştî qedandina perwerdeya leşkerî di sala 1906î de dibe endamê saziya ku ne ji Tirkan pêk tê lê nîjadperestiya Tirkan dikin, İttihat ve Terakki Cemiyeti. Li wir têkiliya xwe bi Mustafa Kemal Atatürk re xurt dike û dibe hevalê Atatürk.

Di şerê Tirk û Grekan de roleke mezin dileyîze. Ji ber şerê duyem ê herêma Înönü li dijî Yewnanan di derketina zagona paşnavan de paşnava Înönü didin wî. Lê di qeydên ti dîrokî de behsa vê şerî nîne. Yewnana bi xwe jî şerekê bi vî navî napejirînin. Di peymana Lozanê ya ku parçebûna Kurdistanê dipejirîne de li ser navê komara nû ya ku di bin siya Brîtaniyan û serkeftiyên din ên Şerê Cihanê yê I. de hatibû avakirin, ango li ser navê Komara Tirkiyê cihdigire.

İnönü piştî mirina Atatürk dibe serokkomar û serokê artêşê. Bi navê "Milli Şef - Şefê neteweyî" tê binavkirin û heya mirina xwe bi desthilatiyeke taybet Tirkiyê birêvedibe. Navê xwe li ser diravê Tirk datîne û bankayên neteweyî dike bin fermandariya xwe.

Di dema desthilatdariya xwe de bi navê modernîzmê seranser Anatoliya û Kurdistanê dixe bin singoya leşkeran. Li Kurdistanê li ser siyaseta Atatürk axavtina zimanê kurdî, kincên Kurdan ên folkrorîk, cejnên Kurdan, navên cografîk ên kurdî hwd hemiyan qedexe dike. Bi hezaran Kurd ji ber ku pûşî li xwe kirine tên kuştin. Kurd wî bi navê "Îsmetê Kerr" binavdikin. Ji ber ku wî guhên xwe nedidida qîrînên Kurdên ham û tam û bêguneh. Navê wî li Kurdistanê bi tevî navê Mustafa Kemal Atatürk wekî navê ruhstîn derbasdibû. Dîsa ji wî re "Çêlikê Arnawid", "Meletiyê ku ne qeysiyê lê goştê mirov dixwe", "Mîkrofona neteweyî" hwd jî hatiye gotin.

Ew piştî destpêkirina rejîma pirr partî yan sazûmaniya demokratîk jî şeftiya xwe bidestbernade û heya mirinê Tirkiyê îdare dike.

Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]