Ciwan Haco

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ciwan Haco
Jînenîgarî
Navê jidayikbûnêCiwan İbrahim Haco
Jidayikbûn17ê tebaxa 1957an (66 salî)
Qamişlo, Sûriye, Rojavaya Kurdistanê
Cureyê muzîkêMuzîka modern a kurdî
PîşeFolk-rock
etno-jazz
AmûrTembûr û saz
Etîketa qeydêPel Records (pêşane)
Red Music Digital
biguhêreBelge

Ciwan İbrahim Haco an jî bi navê qonaxê Ciwan Haco (jdb. Sala 17 Tebax 1957 li Qamişlo, Sûriye, Rojavaya Kurdistanê) hunermendekî kurd e. Haco ku berê li Almanyayê dima, niha li Swêdê dijî.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ciwan Haco, Di 17ê Tebaxa 1957an de li Sûriyeyê li bajarê Qamişloyê hatiye dinyayê. Ew bi eslê xwe ji gundê Mizîzex bi ser navçeya Midyadê ya Mêrdînê ye ku li Bakurê Kurdistanê ye. Malbata wî di dema Serhildana Şêx Saît de ji Mêrdînê koçî Sûriyê dibin.

Piştî xwendina xwe ya dibistana amadehiyê çû Elmanyayê û li wir kevte Zanîngeha Bochumê. Ciwan li Bochumê sê salan muzîk xwînd. Piştre, bi şiklekê pîşekarane (profesyonel) dest bi derxistina kasêt û sêdêyan kir. Li Tirkiyeyê, Sî û Sê Gule, Dûrî, Bilûra Min, Gula Sor, Destana Egîdekî û Leyla derxistin. Pêşmerge, Serhildan, Diyarbekir, Girtiyên Azadiyê jî li Ewropayê derxistin.

Ciwan Hacoyî Muzîka otantîk a kurdî bi formên folk-rock ji nû ve serrast kiriye. Hunermend bi vî awayî stranên kurdî bi dinê dinasînit û stranên kevneşopî di nav gelek baskên muzîkê da bi cih dikit.

Destana Egîdekî, destane-şiîra romanivîsê kurd ê bi navûdeng Mehmed Uzunî ye. Nivîskar di wê dastanê da behsa çîroka pênç ciwanên kurd dikit. Ciwan Haco ew destana Mehmed Uzunî bi aranjeyeka nûjen û bi formên etno-caz strandiye.

Haco niha li Swêdê dijî.

Nêzîkî 200 heta 300 hezar kes beşdarî konsera Haco ya li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê bûn.[1]

Albûm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Ciwan Haco biyografisi". Kürtçe Bilgi Biyografi (bi tirkî). 1 kanûna paşîn 2022. {{cite web}}: Ji bo parametreya |archive-date= parametreya |archive-url= hewce ye (alîkarî)