Merziye Ferîqî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Merziye Ferîqî
Jidayikbûn
Mirin
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre (47 salî)
Skärholmen (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Pîşe
Hevjîn
Zarok
Partiya siyasî

Merziye Ferîqî (herwiha Marziya Fariqi) (jdb. 1958 li Merîwan, Rojhilatê Kurdistanê - m. 2005 li Swêdê) stranbêjeke navdar a kurd bû. Hevjîna stranbêjê navdar Nasir Rezazî bû.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malbata wê xelkê Sineyê bû. Di temenciwaniya xwe de bala xwe berdide muzîkê û gelek hezdike. Guhdariya Radyoya Bexdayê ya wê demê dike ku ji wir gelek stran û awazên Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan, Eyşe Şan û Gulbiharê fêr dibe.

Dibe mamoste û li gundekî nêzîk mamostetiyê dike. Sala 1977ê dikeve komeke muzîkê ya herêmê. Salek dûv re marî dibe (dizewice). Sala 1980yê tevlî refên pêşmergeyên Komelayê dibe li wir koma muzîkê ya bi navê Korî Bangewaz dadimezrîne. Ev kom gelek stranan hildiberîne, wekî Silaw bo Pêşmerge, Giyanekam bo asmanî şîn, Maçî Xudayî û Payîz.

Sala 1984ê ew û hevjînê wê diçin Swêdê, dibin penaber. Di Med TVê de bi navê Jîlemo bernameyekê çêdike. Bi Gulistan Perwer û Beser Şahînê û gelekan re dixebite.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]