Navenda Arşîvxane û Lêkolînê - SARA

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Navenda Arşîvxane û Lêkolînê - SARAyê, di nav van 20 salên xwe yên çalakiyê de, ji bo parastina ferhengê gelê kurd, berhemên nivîskî yên kurdî komê serhev kiriye û tibabek mezin ji van berheman li nav çar navendên girîng ên cîhanî bi arşîvkirin daye. Navend li paytexta Swêdê yê Stokholmê ye.

Damezrenêrê vê navendê Goran Candan bi civandina ser hev ya ji deh hezaran bêhtir kitêb, kovar, rojname û materiyalên têvel ên kurdî, li nav wan çar navendên girîng ên wêjeyî ya cîhanî, karekî gistî yê candî cî bi cî kiriye. Cend ji van navendên navbirî yên cand û wêjeyê ev in:

Ji ber dewlemendiya arşîvxaneya kurdî, Goran Candan hin çalakiyên çandî dest pê kiriye.

Proje û çalakiyên navendê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Projeya Çandî ya Kurdistan - Welatê Pêşemînan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yekemîn armanca Navenda Arşîvxane û Lêkolînê - SARAyê, armanca parastin û bi nasîndana ew wêje û ferhengê watedar û kûr a gelê kurd e. Li ser vê riya berfireh û mezin, SARAya "biçûk" ta nuha karên watedar û mazin bi rê xistiye.

Navenda Arşîvxane û Lêkolînê - SARAyê, di hewildanên hem bi nasîn û hem jî bi hezkirindana ev ferhengê kûr û watedar a gelê kurd di nav milletên cîhanê de, karên payeberz daye pêş xwe. Ev erk û delametek e li ser şanê me her welatparêzekî.

Hewildanên Navenda Arşîvxane û Lêkolînê - SARAyê, yên ji karên lêkolînî ya li ser Kurdistana Mêjûyî Niştimanê Genim û karên hem bi nasîn û hem jî bi hezkirindana kevintirîn ferhengê aşpêjî ya cîhanê, metbexa kurdî li nav rûpelên govara payeberz a zaniyariyê ya bi navê Idétidskriften C ya swêdî û kovara popular zanistî Mjölkspegeln û gava mirov mezintirîn û lukstirîn govara ferhengê xwarinê ya li Swêdê, ya bi navê Allt om Mat bixwîne û hingê mirov rêz û girîngiya kevinbûn û mezinbûna ferhengê xwe ya kurdî, careke din di vir de dibîne!

Her wisan ev kar, parçeyek ji projeya hem bi nasîn û hem jî bi hezkirindana ferhengê kurdî ye.

Goran Candan digel cend rojnamevanên swêdî, bi alîkariya lêkolînên antropolojîkî, etîmolojîkî, fîlolojîkî û morfolojîkî û mîtolojîkî hin kod di zimanê kurdî de kifş kiriye. Li gor van kodan, dîroka heyvankirinê (mayekirinê) pir bi zelalî tête ber çavan. Goran Candan li ser çar peyvan (şîr, mast, hevîrtirş û şerab) lêkolînek biçûk kir. Her wisan jî fêm kir, ku di hin zimanan de ji mêst re dibêjin: kurd!

Her wisan ku peyva yogurd'î peyvek ji zimanê ermenî ye û tê de vegotina (taswîra) peyva kurd heye: yough (rûnê rohn) + gurd (kurd). Anku, rûnê kurd (= xiltê lorikê). Li vir peyva kurd tête wateya xilta mêst, ku paşê dibe lor (penîrê teze=penêr).

Gava mirov van nivîsan dixwîne mirov dibîne, ku şaristanî bi destê jinên li Kurdistana mêjûyî zaye. Jinên Kurdistana mêjûyî erd ajotine û nan li Kurdistana mêjûyî cara yekem hatiye lêdan (şoreşa çandinê, bi îngilîzî: Agrar Revolution).

Cara pêşîn ajel li ser erdnîgariya Kurdistana mêjûyî hatine kedîkirin (kedîkirina ajelan, bi îngilîzî: Domestication of Animals), zanebûnî û têgehîstina hunera heyvankirina şîrî(heyvankirina şîrî, bi îngilîzî: Pastoral Revolution), cara yekê li vî welatî bi dest ve hatiye û hunera durustkirina mast û penêr pêş ve çûye.

Yekemîn têger, dolab/çerx li mêjû, yek ji mazintirîn şoreşa teknîkî ya zanistî ya pêşîn, bi îngilîzî: the Scientific Technical Revolution, li ser vî xakî hatiye pevxistin.

Gava lêkolînên Dr Klaus Schmidtî yên derbareyê bidestvehanîna zaniyariyên derbareyê kevintirîn sûnewarê avabûna mal, gund û bajaran destpêka sala 2000î dest pê kirin, derket meydanê ku kevimtirîn avahî (perestgeh), li Girê Mirazan li Rihayê, li ser erdê Kurdistana mêjûyî ava bûye.

Di govara zaniyarî ya bi navê Nature de, berhemên lêkolîna grûbek zimannasan hatiye belavkirin. Van zimannasan, di encama xebatek bi nêzî 20 salan dirêj de, li dor 100 zimanî li kompyuterek civandine ser hev û piştî lêkolînên dûr û dirêj derketiye meydanê, ku koka zimanên hind û ewropî xwe digehîne Kurdistana Kevin! Neha li pey vê encamê, em fêm dikin, ku çima mişe gotinên me yên kurdî, hema di tevayiya zimanên hind û ewrûpî de hene. Weke: hesp, hêk, lêv, derî, por, nav, nimandin, dinan û hwd.

Tevayiya van komponentên mêjûyî yên dîroka pêşdeçûniya mirovayetiyê, xwe li ser erdên Kurdistana Mêjûyî digehînine hev. Bi kurtî: Kurdistan, welatê yekemînan, buhuşta serzemîn e.

Bi kurtî, Kurdistan "Hîvika Bi Xêr û Bêr/Zêrîn", ew welat e, ku şaristanî jê derketiyê û çûye li rojavayê: li Israîl, Yûnan û Romê (Italya) û li rojhelatê: li Hindistan û Çînê belav bûye. Lê belê îro ji ber van xerabiyên bi taybetî jî desthilatdariya tirk, ji binî ve guheriye û hîç na yêt naskirin.

Anku, Kurdistan bingeha avabûna çand û şaristaniya Mezopotamyayê ye.

Li van salên dawiyê di calakiya xwe ya rojnamegeriyê de Goran Candan bi van xebatên candî dirabe, ku li nav girseyên berfireh ên kurdan, agahdariyên teze yên zanistî yên derbareyê taybetmendiya erdnîgarî û mêjûyê Kurdistanî belav bike.

Heger em welatê xwe ne nasin, xelk qet nas nake.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Berbang 128/2003
  • Tîroj
  • Sêrta Azad
  • Pênûs 16/2003
  • Gzing 39/2003ê bixwînin

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]