Malbata zimanên hind û ewropî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Pirteqalî: welatên piraniya şêniyên wan bi zimanekî hind û ewropî dipeyivin
Zer: welatên ku tê de zimanekî hind û ewropî fermî ye, lê kêmeneteweyek pê diaxive.
Malbata zimanên hind û ewropî

Malbata zimanên hind û ewropî (zimanzanên alman jê re dibêjin malbata zimanên hind û germanî) malbata zimanên hevlêzim ên ji Ewropa ta Hindistan, bi 2,5 milyar axaftinêran a herî mezin li ser erdê ye. Lêzimiya zimanên hind û ewropî bi qadên (flexion), (numerus), zayend (genus) û deng hatiye isbatkirin. Kurdî endamê wê ye.

Têgiha "hind û germanî"[biguherîne]

Zimanzanên sedsala mezin ev têgih bikar dianîn, ji ber ku zimanên di vê malbata zimanan de ji hev dûrtirîn zimanê hindî yê kevn, sanskrît û germanî bûn. Zimanên keltî ewdem ne dihatin jimartin, ji ber ku rêzimanên wan xwedî hin taybetiyên cihê bûn û toxarî a bêhtir li Rojhilatê bû di sala 1890 hat dîtin.

Di warê zanistiya zimanên hind û ewropî de zimanzanên alman pêşiya giştan in. Ew navê "hind û germanî" bikartînin.

Reh û peresendî[biguherîne]

Zimanên hind û ewropî di wateya zimanzanî de lêzimê hev in.

Di dawiya sedsala 18an de rojhilatnasê îngilîz William Jones wekheviyên di navbera sanskrît a zimanê Hindistanê kevn û latinî û yewnanî de dît û têgihîşt ku rehên wan yek in. Pişt re ev lêzimî di navbera farisî û keltî de jî texmîn kir.

Franz Bopp ê alman bi berhema xwe ya li ser yekrehiya sanskrît, yewnanî, latinî, farisî û almanî bingeha zanistiya hind û ewropî li Almanya danî.

Zimanê hind û ewropî yê rehane bi awayê zimanzanî hat veafirrandin. Lê ti kes nikare bibêje ku ev zimanê kalên hind û ewropiyan bû.

Welatê gelê kal û bavên hind û ewropiyan li ku der e, ew jî baş nayê zanîn. Ewropî dibêjin ew bakûra Derya Reş e. Lê dîroknasên arî, bi taybetî kurd, dibêjin ew çiyayên Zagros, ango Kurdistan e.

Malbatên zimanên hind û ewropî[biguherîne]

Zimanên hind û îranî[biguherîne]

Zimanên hind û arî an hindî[biguherîne]

Zimanên nuristanî[biguherîne]

Zimanên îranî[biguherîne]

Zimanên îranî yên rojhilatî[biguherîne]

Binşaxê bakur-rojhilatî[biguherîne]
      • beşa skîtiya rojava
        • Skîtî (mirî ye)
        • Osetî an îronî
      • beşa xwarezmî
        • Avestayî
        • Xwarezmî
      • beşa sogdî
        • Sogdî (mirî ye)
        • Yaxnobî
      • beşa baktrî
        • Baktrî (mirî ye)
      • beşa skîtiya rojhilat
        • Sakayî (mirî ye)
        • Paşto
          • binşaxê pamîrî
            • binbeşa waxî
              • Waxî
            • binşaxê muncî û yidxa
              • Muncî
              • Yidxa
            • binşaxê sangleçî û îşkaşmî
              • Sangleçî
              • Îşkaşmî
            • binşaxê şuxnî û yazgulamî
              • Şuxnî
              • Yazgulamî
    • binşaxê başûr-rojhilat
      • Paraçî
      • Ormurî

Zimanên îranî yên rojavayî[biguherîne]

Binşaxê bakur-rojavayî[biguherîne]
Binşaxê başûr-rojavayî[biguherîne]
      • Beşa Farisî
      • Beşa Tatî
      • Beşa Lûrî
        • Lûristanî
        • Bextîyarî
        • Mamesenî
        • Kûgilûyî
        • Kumzarî

Albanî[biguherîne]

Yewnanî[biguherîne]

Zimanên Îtalî[biguherîne]

Zimanên keltî[biguherîne]

Zimanên germanî[biguherîne]

Zimanên baltî[biguherîne]

Zimanên slavî[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

Merritt Ruhlen (1991). A Guide to the World's Languages. Vol. 1: Classification. Edward Arnold, London-Melbourne-Auckland.