Here naverokê

Mirovnasî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Antropolojî hat beralîkirin)

Mirovnasî yan jî antropolojî (bi yewnanî: ἄνθρωπος, ánthropos: mirov; -λογία logía yan logos: zanist) lêkolîna zanistî ya mirovahiyê ye ku hem di roja îro de û hem jî di paşerojê de tevî mirovên arkaîk tevgerên mirovan, biyolojiya mirovan, çanda mirovan, civaka mirovan û zimannasiyê lêkolîn dike.[1] Dema ku antropolojiya çandî wateya çandî ku di nav de norm û nirxên mirovî heye lêkolîn dike, antropolojiya civakî jî şêwazên tevgera mirovan lêkolîn dike. Têgeha antropolojiya sosyoçandî îro bi gelemperî tê bikar anîn.[1] Antropolojiya zimannasiyê lêkolîn dike ka ziman çawa bandorê li jiyana civakî dike. Antropolojiya biyolojîk yan jî antropolojiya fizîkî pêşveçûna biyolojîk a mirovan lêkolîn dike.[1]

Arkeolojî ku pir caran wekî "antropolojiya raboriyê" tê binav kirin, bi lêkolîna delîlên laşî ve çalakî û tevgera mirovî lêkolîn dike. Dema ku arkeolojî li Ewropayê bi serê xwe wekî dîsîplînek tê dîtin yan jî di bin dîsîplînên din ên têkildar de wekî dîrok û paleontolojî têne kom kirin, li Amerîkaya Bakur û li Asyayê arkeolojî wekî şaxeke antropolojiyê tê dîtin.

Navê ku bi kurdî antropolojiyê rave dike ji formên 2 peyvên hevgirtî yên kurdî pêk tên. Nav ji peyvên mirov û nasî pêk tên ku bi hevre wateya zanista mirovahiyê rave dikin.

Navê antropolojiyê yekem car di çavkaniyeke dîrokî de hatiye piştrastkirin. Bikaranîna nav ya heyî yekem car li Almanyaya Ronesansê di berhemên Magnus Hundt û Otto Casmann de hatiye dîtin.[2] Antropolojiya wan a neo-latînî ji formên hevgirtî yên peyvên yewnanî ánthrōpos (ἄνθρωπος, "mirov") û lógos (λόγος, "lêkolîn") derketiye. Forma navê ya rengdêrî di berhemên Arîstoteles de derketiye holê. Di destpêka sedsala 18an de nav di zimanê îngilîzî de hatiye bikar anîn.

Beşên antropolojiyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Antropolojî dîsîplînek gerdûnî ye ku zanistên mirovahî, zanistên civakî û zanistên xwezayî pêk tîne. Antropolojî ji zanistên siruştî, tevî keşfên li ser esîl û pêşketina Homo Sapîens ku taybetmendiyên fîzîkî yên mirovan, tevgerên mirovan, cudahiyên di nav komên cuda yên mirovan de, çawa paşeroja peresanê ya Homo Sapîens bandora xwe li ser rêxistin û çanda civakî û zanistên civakî kiriye ku zanistên civakî yên ku di nav de rêxistinkirina têkiliyên civakî û çandî, sazî, nakokiyên civakî û hwd heye kiriye. Antropolojiya destpêkê ji Yewnanistana Klasîk û Farisî derketiye holê ku lêkolîn kiriye û hewl daye ku cihêrengiya çandî ya berçav, mîna Al-Birûnî ya serdema zêrîn a îslamî, fem bike. Bi vî rengî, antropolojî di pêşketina çend mijarên nû (dawiya sedsala 20an) de wekî zanista zanisteyî ku lêkolînên gerdûnî û lêkolînên cihêreng ên etnîkî de navendî bûye.

Li gorî Clifford Geertz antropolojî

... antropolojî belkî ya dawîn e ji dîsîplînên mezin ên konglomerat ên sedsala nozdehan e ku hê jî bi piranî ji hêla rêxistinî ve li ser piyan e. Demek dirêj piştî ku dîroka xwezayî, felsefeya exlaqî, fîlolojî û aboriya siyasî di şûngirên xwe yên pispor de belav bûn, antropolojî kombûnek berbelav a etnolojî, biyolojiya mirovî, zimannasiya berawirdî û pêşdîrokê maye ku bi giranî ji aliyê berjewendî, lêçûnên kêmbûyî ve li hev hatine girtin û adetên îdarî yên akademiyê û bi wêneyek romantîk a zanyarî ya berfireh maye.

Antropolojiya sosyoçandî bi giranî ji teoriyên awanî (strukturalîst, lêkolînên ku ji koka zanistê tê) û postmodern û her weha guheztinek ber bi analîza civakên nûjen ve bi bandor bûye. Di salên 1970 û 1990an de ji kevneşopiyên pozîtîvîst ku bi giranî disiplînê agahdar kiribûn ku veguheztinek epîstemolojîk hebû. Di dema vê veguhertinê de pirsên domdar ên li ser xweza û hilberîna zanînê di antropolojiya çandî û civakî de cihek bingehîn girtine. Berevajî vê yekê arkeolojî û antropolojiya biyolojîk bi piranî pozîtîvîst mane. Ji ber vê cûdahiya epîstemolojiyê di van çend deh salên dawî de çar beşên antropolojiyê ji hevgirtinê bê par mane.

Antropolojiya sosyoçandî beşên sereke yên antropolojiya çandî û antropolojiya civakî li tîne ba hev. Dema ku antropolojiya civakî lêkolîna têkiliyên di navbera kes û koman de ye, antropolojiya çandî lêkolîna berawirdî ya awayên cûrbecûr e ku mirov tê de cîhana li dora xwe fem dikin. Antropolojiya çandî zêdetir bi felsefe, wêje û hunerê re têkildar e (çawa çanda mirov bandorê li serpêhatiya xwe û komê dike, beşdarî têgihîştinek bêkêmasî ya zanîn, edet û saziyên gel dike) antropolojiya civakî jî zêdetir bi civaknasî û dîrokê ve eleqedar dibe. Bi vê awayê ev alîkariya pêşxistina têgihîştina pêkhateyên civakî, bi gelemperî alikariya kesên din û nifûsên din (wek hindikahî, binekom, muxalif û hwd.) dike. Di navbera wan de cûdahiyek hişk û bilez tune û ev kategorî heya radeyek girîng dişibin hev.

Lêkolînêm di antropolojiya sosyoçandî de beşek ji relativîzma çandî, hewldana fêmkirina civakên din e ku li gorî sembol û nirxên xwe yên çandî hewildanên fem kirinê ye. Qebûlkirina çandên din di warê xwe de danasîna di danberheva navçandî de hêsan dike. Ev proje gelek caran di warê etnografiyê de cih digire. Etnografî dikare hem rêbazek û hem jî berhema lêkolîna etnografîk binav bike yan jî monografiya etnografîk binav dike. Wekî metodolojî etnografiya li ser xebata qadî ya demdirêj di nav civatek an ciheke lêkolînek din de ye. Çavdêriya beşdarî (çavdêriya beşdarî rêbazek lêkolînê ye ku tê de lêkolîner ne tenê bi çavdêriyê bi beşdarbûna di çalakiyên wan de jî komekê de lêkolînan dike) yek ji rêbazên bingehîn ên antropolojiya civakî û çandî ye. Etnolojî berhevdana sîstematîk a çandên cihê vedihewîne. Pêvajoya çavdêriya beşdarî dikare bi taybetî ji bo têgihîştina çandek ji nêrînek emîkî re (têgînî û hwd. etîk (exlaqî) yan teknîkî) alîkar be.

Xebatên xizm û rêxistina civakî xaleke bingehîn a antropolojiya sosyoçandî ye ku ji ber ku xizmiyatî gerdûneke mirovî ye. Antropolojiya sosyoçandî di heman demê de rêxistina aborî û siyasî, qanûn û çareseriya nakokiyan, şêwazên serfkirin û danûstendinê, çanda maddî, teknolojî, binesazî, têkiliyên zayendî, etnîsîte, zarokî û civakî, dîn, efsane, sembol, nirx, etîket, nêrîna cîhanê, werzîş, muzîk, xwarin, şahî, lîstik, cejn û ziman (ku di antropolojiya zimanî de jî mijara lêkolînê ye) vedigire.

Mirovnasiya civakî (an jî mirovnasiya çandî)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beşeke ji zanista civakî ye ko bi metodên xwe yên nîjadnasiyî, nîjadî, zimannasiyî, civakî û psîkolojîk lêkolînan li ser çandê dike. Di dîroka mirovnasiyê de, mirovnasên hêja û pêşeng Franz Boas, Bronislaw Malinowski, Claude Levî-Strauss, Alfred Kroeber, Margaret Mead, Edward Evan Evans-Pritchard, Fredrik Barth û yên dîtir in.

Pirsên mirovnasiya civakî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her wiha pirsên mirovnasiyê yên sereke ev in:

  1. Çand û civakên biyan çima dirûvin hev?
  2. Çand û civakên biyan çima nadirûvin hev?
  3. Çand û civak çawa û çima diguherin?

Lêkolînên mirovnasiyî li ser kurdan n

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di mirovnasiyê de lêkolînên girîng ên ko li ser kurdan çêbûne ev in:

  • Agha, Shaikh and State (1992) (wergera bi zimanê tirkî Ağa, Şeyh ve Devlet, İletişim Yayınları), Martin van Bruinessen
  • Principles of Social Organization in Southern Kurdistan (1953) (Kürdistan’da Toplumsal Örgütlenmenin İlkeleri, Avesta Yayınları), Fredrik Barth
  • Doğuda Değişim ve Yapısal Sorunlar (1969), Doğan Yayınevi, İsmail Beşikçi
  • Kürtlerde Aşiret Ve Akrabalık İlişkileri, İletişim Yayınları, Lale Yalçın-Heckmann
  • Rewanduz Kürtleri Toplumsal ve İktisadi Örgütlenme, Aram Yayınları, Edmund Leach

Binebeşên wê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mirovnasiya biyolojîk (an jî mirovnasiya fizîkî)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beşeke zanistê ye, ya ku lêkolîna li ser peresana biyolojîk û irsîtî, lihevkirin û guheran, şêwezaniya prîmatan û peresana mirovan û tomarkirina fosîlan dike. Di sedsala nozdehan de avabûye. Tê pejirandin ku avakerê vê beşê Paul Broca ye.

Binebeşên wê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ a b c "What is Anthropology? - Advance Your Career". web.archive.org. 16 sibat 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 26 çiriya pêşîn 2016. Roja gihiştinê 6 îlon 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "Koroth - Israel Institute of the History of Medicine - Google Books". web.archive.org. 10 hezîran 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 10 hezîran 2016. Roja gihiştinê 6 îlon 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]