Tofan (mîtolojî)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Tofana Nûh hat beralîkirin)
The Deluge", li pêşçapa Gustave Doré ya nîşankirî ya Încîlê.

Tofan, tofana mezin yan jî bi forma ku herî zêde hatiye binavkirin tofana Nûh mîtolojiya tofanekê ye ku li gorî pirtûkên pîroz û li gorî efsaneyên cihêreng lehî û tofaneke mezin e ku li Mezopotamyayê yan jî li herêmeke berfireha li herêmê pêk hatiye. Mîtolojiya tofana Nûh bi gelemperî wekî kiryareke tolhildana Xwedayek hatiye binavkirin. Li gorî mîtolojiyan tofan ji aliyê xwedayek ve hatiye şandin ku ji ber xerabiya li ser rûyê erdê ku ji aliyê mirovan derketiye holê şaristaniyê hilweşîne. Her çend hurgiliyên tofanê di çandên cihêreng de cuda bin jî forma herî naskirî wekî tofana Nûh hatiye binavkirin.

Tofan di gelek çandan de derbas dibe ku di nav wan de Manvantara hinduîzmê, Dekalyon û Pîra ya mîtolojiya yewnanî, vegotina tofan a Destpêkirin a îbranî, çîrokên tofanên Mezopotamyayê û çîroka tofana Şayenê hene.

Li gel mîtolojiyan tofan wekê tofana Nûh di gelek baweriyên îbrahîmî yên wekî cihûtî, xirîstiyanî û îslamî de jî hatiye vegotin ku ji aliyê baweriyên îbrahîmî ve tofan wekê karesateke mezin hatiye pênaskirin. Li gorî baweriyên îbrahîmî ji xeynî kesên ku baweriya xwe bi Nûh anîne hemî mirovên herêmê ji aliyê Xwedê ve hatine cezakirin û hatine tinekirin. Tê texmînkirin tofan zêdetirî 4 hezar sal berê niha li Mezopotamyayê ku di mîtolojiyan de hatiye destnîşankirin qewimiye.

Li gorî efsaneyan dema ku Nûh bawerî bi Xweda tîne qewmê wî di rêya rast de ne bûne. Gelên herêmê bi rêya çewt ve diçin, nîzama rûyê erdê xera dikin û li hember gotinên Nûh derdikevin. Piştî têkoşîneke demdirêj Nûh hêviya xwe winda dike Xwedê biryar dîde ku wan kesên li hemberê hişyariyên Nûh derketine bide ceza kirin. Di peyama xwedayî ya ku ji Nûh re tê de ji Nûh re dibêje ku ji xwe re û ji kesên ku baweriya bi wî anîne keştiyeke çêbike. Dema ku Nûh dest bi çêkirina keştiya xwe dike, qewmên wî henekên xwe bi wî dikirin û ji felaketa ku di pêşerojê de were serê wan bawer ne dikirin. Paşê çêkirina Keştiya Nuh qediya. Nûh li gorî peyama xwedayî ji hemî mexlûqên li ser rûyê erdê cotek nêr û mê û kesên ku baweriya xwe bi wî anîne barê keştiya xwe dike. Kurekî wî baweriya xwe bi Nûh naîne li keştiyê siwar nabe. Li li hemberê hemî banga Nûh disekine ji bavê xwe re dibêje “Heger lehî çêbibe ezê derdikevin çiyayekî bilind xwe ji lehiyê xelas bikim”. Piştî ku hemî kesên ku baweriya xwe bi wî anîne û hemî ajalên ku ji Nûh hatiye xwestin ku bi xwe re bibe siwarê keştiye dibin baranek giran despê dike. Barana giran çil roj û çil şev berdewam dike û lehiyeke nedîtî radibe ku çiyayan û bi deryayan re yek dike. Mirovên ku siwarê keştiyê nabin ji ber xezeba Xwedê hatine tinekirin û kesên ku baweriya xwe bi Nûh tînin û siwarê keştiyê dibin xelas dibin.

Li ser tofanê, ku ji dema sumeriyan de ye, bineterek jî bi nivîskî bi rengê nivîsên bizmarî hatiye dîtin. Di nivîsarê de jî behsa bûyîna tofanê dike. Lê tê bawerkirin ku ji wê bineterê jî, pirraniya agahiyên ku di pirtûkên pîroz de ye hatiye hildan.

Di mîtolojiyan de tofan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mîtolojiyên Mezopotamyayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

George Smith asûrologê îngilîz e ku Destana Gilgamêşê kefş kiriye.

Mînakeke efsaneya tofanê di Destana Gilgamêş de hatiye nivîsandin. Gelek lêkolîner bawer dikin ku ev nivîs ji Atra-Hasisê ya akadî hatiye kopî kirin, [a] ku di sedsala 18an a b.z. de hatiye dîrokkirin.[1] Di efsaneya tofana gilgamêşê de xwedawenda herî bilind Enlîl, ji ber ku mirov pir dengê qerebalixiyê çêdike, biryar dide ku cîhanê bi lehiyeke xera bike. Xwedawend Ea ku mirov ji ax û xwîna xwedayî afirandiye bi dizî leheng Utnapishtim ji lehiya nêzîk hişyar dike û ji bo ku jiyan bijî, telîmatên berfireh dide wî ku dest bi çêkirina keştiyeke bike.[2] Hem beriya Destana Gilgamêş û hem jî beriya Atra-Hasîs ku mîtolojiyên afirandinê ya sumerî yan e (nêz. 1600 b.z.), mînaka herî kevn a mayî ya çîrokeke efsaneya tofanê di tabletên ku li bermahiyên Nîppurê di dawiya salên 1890an de hatiye dîtin û ji aliyê asûrolog Arno Poebel ve hatiye wergerandin û hatiye nivîsandin.

Akademîsyen Yi Samuel Chen nivîsarên cihêrengên ji Serdema Xanedaniya Destpêka III heya Serdema Babîliya Kevin analîz kiriye û amaje dike ku vegotina tofanê tenê di nivîsandinên ku di Serdema Babîliya Kevin de hatine nivîsandin de hatine zêdekirin. Di derbarê Lîsteya Qiralên Sumeran de, çavdêriyên pisporan her gav destnîşan dikin ku beşa Lîsteya Qralê Sumeran a ku berî tofanê li ser tê axaftin, ji hêla şêwazê ve ji Lîsteya Qralê Rêkûpêk cûda dibe. Di bingeh de kopiyên Babîla Kevin ji xeynî Lîsteya Padîşah a rastîn, kevneşopiyek beriya tofanê ninam (temsîl) dikin, di heman demê de nusxeya Ur III ya Lîsteya Qiral û dubareya ji berhevoka Brockmon destnîşan dike ku Lîsteya Qiral a Rêkûpêk yek carî serbixwe ji behskirina lehiyê û kevneşopiya beriya lehiyê de jî hebûn. Di bingeh de, Chen delîlan dide ku îspat bike ku beşa berî lehiyê û referansên lehiyê di Lîsteya Qralê Sumeran de hemî paşê lêzêdekirinên paşîn di Serdema Kevin Babîlê de hatine zêdekirin, ji ber ku Lîsteya Qiralê Sumerî di nav nûvekirin û guherandinan de derbas bûne. Lehî di destpêka dîroka cîhanê de dibe ku têgehek dîroknasî ya nû ye ku di kevneşopiyên edebiyata (wêje) Mezopotamyayê de, di serdema Babîliya Kevin de derketiye holê. Ji ber vê yekê diyar dibe ku motîfa tofanê di nusxeya Ûr III de xuya nebûye û çavkaniyên kronografiyê yên pêşîn ên têkildarî lehiyê di Serdema Babîlê ya Kevin de xuya dibin. Dema ku agahiyên nivîsara dîdaktîk bi agahiyên ji kevneşopiya berê tofanê hatiye rojanekirin, Chen destnîşan kiriye ku navê "Ziusudra" wekî lehengek lehiyê û ramana lehiyê ku bi wî navî di versiyonek Babîla Kevin a "Rêbernameyên Shuruppak" de hatiye destnîşan kirin ku tenê ev yek bûyerên di Serdema Babîla Kevin de ne.[3]

Di Destpêkirina Îbranî de hatiye destnîşan kirin ku Xwedayê Yawe ku mirov ji toza axê afirandiye, biryar dide ku ji ber rewşa xerab a mirovahiyê dinyayê di bin avê de bihêle. Paşê Yawe ferman dide leheng Nûh ku keştiyeke ava bike ku ji ber lehiyê jiyana mirov û ajalan biparêze. Dema ku keştî temam dibe, ji Nûh, malbata wî û nûnerên hemû ajalên dinyayê tê xwestin ku bikevin keştiyê. Dema ku lehiya wêrankar dest pê dike, hemî jiyana li derveyî keştiyê dimîne winda dibe. Piştî ku av kêm dibin, hemû kesên ku li keştiyê siwar dibin ji keştiyê têne erdê û soz ji Yawe distînin ku ewê êdî careke din dîsa bi tofanê erdê û mirovan ceza neke. Yawe bi nîşandana keskesorekî vê sozê qebul dike ku nîşana keskesorê wekê qebûlkirina Yawe tê dîtin.

Mîtolojiyên hindî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di mîtolojiya hîndû de, nivîsarên wekî Satapatha Brahmana (nêz. sedsala 6an a b.z.) û Pûranas çîroka lehiyeke mezin vedihewîne, manvantara-sandhya" ku tê de Avatarê Matsya yê Vîşnû mirovê yekem, Manu, ji bo lehiya nêzîk hişyar dike û her weha jê re şîret dike ku keştiyeke mezin çêbike. Mazdaîzma Zerdeştî jî behsa lehiyeke wiha dike: "Ehrîman hewl dide ku cîhanê bi ziwa bûnekî xera bike. Mîtra bi avêtina tîrê li zinarekî dide û aveke zêde ji zinarê derdikeve û ziwahî diqede; ji ber vê lehiyê mirovek bi dewarên xwe re di keştiyê de dijîn."

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tofan, tabloya wênekarê amerîkî John Martin de (1834)

Lehiyên li pey Serdema Qeşayê ya Dawî (nêzîkî 115.000 - nêzikî 11.700 sal berê) tê texmîn kirin ku efsaneyên wî serdemê heya roja îro hatine.[4] Bingeha ku çîroka tofanê çêdike, Alegoriya Platon a Atlantîsê ye ku heya 9000 sal berê diçe, rê dide hinek zanyaran ku pêşniyar bikin ku civakeke ji Serdema Kevirî yên li nêzîkî Deryaya Navîn jiyan kirine, bi bilind bûna asta deryayê dikare ji holê rabin.

Arkeolog Bruce Masse diyar kiriye ku hinek vegotinên lehiyeke mezin ku di gelek çandên li çaraliyê cîhanê de hatine keşif kirin dibe ku bi bandora asteroîdekî okyanûsê di dema girtina rojê de ku di navbera Afrîka û Antarktîkayê de qewimiye ku bûye sedema tsûnamiyê ve girêdayî be.[5]

Mezopotamya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tablet XI, Destana Gilgamêşê

Şaristaniyên Mezopotamyayê wekê cihên din ên destpêkê yên şaristaniyên çeman, li ser herêmên li deverên çeman hatibûn avakirin; ev yek jî ji bo kesên ku li bin deverên ku di bin metirsiya lehiyê de bûn dibe ku lehiyên ku biqewimin dikare tevahiya cîhana wan a naskirî bi temamî hilweşîne.[6] Li gorî rapora kolandinê ya sala 1930an a li Shuruppak (Tell Fara ya Iraq a îro), tebeqeyên erdên di serdemên Jemdet Nasr û Xanedaniyên Destpêkê ya li vê deverê bi qatek zer a nêzîkî 60 santîmêtre ku ji sêla aluviyal û heriyê pêk tê, ji hev veqetandiye hatiye dîtin.[7] Tê bawerkirin ev tebeqeya ku ji sêlê û heriyê pêk tê ji ber lehiyeke mezinê ku li herêmê pêk hatiye, derketiye holê. Tebeqeyên bi vî rengî li deverên din jî hatine dîtin ku hemî bi serdemên cihêreng ve hatine veqetandin ku bi xwezaya avulsiyonên çem re hevaheng e.[8] Di efsaneya Mezopotamyayê de Shuruppak bajarê Utnapîştim e padîşah ji ber lehiya ku tê rizgar bibe ji xwe re keştiyeke çêkiriye. Tebeqeya aluviyal a ku li Shuruppakê ye li dor 2900 b.z. de ye.

Erdnîgariya herêma Mezopotamyayê bi tijebûna Kendava Farisî piştî ku avên deryayê piştî serdema cemedê ya dawîn bilind dibin, gelek guhertin pêk hatine. Dema ku asta deryayê ya gerdûnî bi qasî 120 mêtre (390 ft) li dora 18.000 BN (berê niha) kêm dibe û heya 8.000 BN zêde dibe piştî dema ku gihîşte asta heyî ku niha bi navînî 40 mêtre bi ser asta erdê Kendavê ve ye ku li Mezopotamyayê herêmek mezin (800×200 km) nizm û herêmeke bi bereket bû ku tê texmîn kirin ku rûniştina mirovan li dora 100.000 sal li dora kendavê bihêz bûye. Zêdebûnek ji nişka ve li niştecihên li cihên bi ser asta avê ya îro li dora 7.500 sal BN (berê niha) hatiye tomar kirin.[9][10]

Deryaya navîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroknas Adrienne Mayor teorîze dike ku çîrokên lehiyê yên gerdûnî dibe ku ji çavdêriyên kevnar ên qalikên deryayî û fosîlên masiyên li deverên hindur û çiyayî hatine dîtin, îlham werdigirin.[11] Yewnaniyên kevnar, misrî û romayiyan hemî vedîtina bermahiyên bi vî rengî li cihên weha belge kirine ku yewnaniyan hîpotez kiriye ku Dinya gelek caran bi avê hatiye nixumandin, kelûpelên deryayê û fosîlên masî yên ku li serê çiyayan hatine dîtin wekî delîlên vê ramanê destnîşan kirine.

Spekulasyona di derbarê efsaneya Dekalyon de tsûnamîyek mezin a li Deryaya Navîn ku ji ber teqîna Tera (bi dîrokek jeolojîkî ya texmînî 1630–1600 b.z.) re pêk hatiye, wekî bingeha dîrokî ya efsaneyê hatiye destnîşan kirin. Her çend ev tsûnamî li Deryaya Egeya Başûr û Girîtê xist be jî lê bandor li bajarên li bejahiya Yewnanîstanê wekî Mycenae, Atîna û Thebesê nekiriye ku ev bajar pêşkevtina xwe berdewam kirine. Ev jî nîşan dide ku tsûnamiyê li cihê bandorek herêmî bandorek lokal pêk aniye.

Hîpoteza tofana Deryaya Reş[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hîpoteza tofana Deryaya Reş nakokyek diyarkirina lehiyek demdirêj pêşniyar dike ku hîpotez ji bo herikîna avekî gur ku wekê felaket tê binavkirin li dor 5600 b.z. ji Deryaya Navîn ber bi hewza Deryaya Reş ve herikiye, nîqaş dike.[12][13] Ev hîpotez bûye mijarek giring a nîqaşên berbiçav. Hîpoteza Bandora Ciwan Dryas ji bo efsaneyên lehiyê ravekirinek xwezayî ya din a pêşniyarkirî pêşkêş dike. Lêbelê ev raman bi heman rengî nakok bû ku niha hatiye red kirin.[14][15]

Di kurdî de gotina tofanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di kurdî de bi nav û wate baûbahoz. Baûbahoz, dema ku bi hatina ba re ku baran jî barî û hemû tişt û jîyan di bin xwe de hişt, ji wê re tê gotin. Lê ev gotin, bi gelek wateyên din jî hatiye bi navkirin û hatiye ser ziman.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Tigay, Jeffrey H. (2002). The Evolution of the Gilgamesh Epic (bi îngilîzî). Bolchazy-Carducci Publishers. ISBN 978-0-86516-546-5.
  2. ^ Ancient Near Eastern Texts Relating to the Old Testament.
  3. ^ Chen, Y. S. (12 kanûna pêşîn 2013). The Primeval Flood Catastrophe: Origins and Early Development in Mesopotamian Traditions (bi îngilîzî). Oxford University Press. doi:10.1093/acprof:oso/9780199676200.001.0001. ISBN 978-0-19-175560-6.
  4. ^ "Biblical-Type Floods Are Real, and They're Absolutely Enormous". Discover Magazine (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 21 sibat 2024.
  5. ^ "Adding up the risks of cosmic impact - Space News - MSNBC.com". web.archive.org. 3 sibat 2006. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 sibat 2006. Roja gihiştinê 21 sibat 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ Peloubet, Francis Nathan (1880). Select Notes on the International Sabbath School Lessons32044136873007 (bi îngilîzî). Henry Hoyt.
  7. ^ "The Museum Journal | Excavations at Fara, 1931". The Museum Journal (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 21 sibat 2024.
  8. ^ Morozova, Galina S. (2005). "A review of Holocene avulsions of the Tigris and Euphrates rivers and possible effects on the evolution of civilizations in lower Mesopotamia". Geoarchaeology (bi îngilîzî). 20 (4): 401–423. doi:10.1002/gea.20057. ISSN 0883-6353.
  9. ^ "Lost civilization under Persian Gulf?". ScienceDaily (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 21 sibat 2024.
  10. ^ "New Light on Human Prehistory in the Arabo-Persian Gulf Oasis". New Light on Human Prehistory in the Arabo-Persian Gulf Oasis (bi îngilîzî). doi:10.1086/657397.
  11. ^ Mayor, Adrienne (2001). The first fossil hunters: paleontology in Greek and Roman times. Princeton paperbacks (Çapa 7. printing and 1st paperback printing). Princeton, NJ: Princeton University Press. ISBN 978-0-691-05863-4.
  12. ^ ""Noah's Flood" Not Rooted in Reality, After All?". web.archive.org. 8 sibat 2009. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 sibat 2009. Roja gihiştinê 21 sibat 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  13. ^ "'Noah's flood' kick-started European farming". EurekAlert! (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 21 sibat 2024.
  14. ^ Skeptic (21 nîsan 2023). "Apocalypse! Why Graham Hancock's Use of the Younger Dryas Impact Hypothesis in His Netflix Series Ancient Apocalypse Is All Wet". Skeptic (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 21 sibat 2024.
  15. ^ Holliday, Vance T.; Daulton, Tyrone L.; Bartlein, Patrick J.; Boslough, Mark B.; Breslawski, Ryan P.; Fisher, Abigail E.; Jorgeson, Ian A.; Scott, Andrew C.; Koeberl, Christian (1 kanûna pêşîn 2023). "Comprehensive refutation of the Younger Dryas Impact Hypothesis (YDIH)". Earth-Science Reviews. 247: 104502. doi:10.1016/j.earscirev.2023.104502. ISSN 0012-8252.