Zarokanîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zarokanîn

Sirûd: 
  • birth
  • matrescence Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Di dawiya ducaniyê de, ji malzaroka dayikê derkirina yek an jî zêdetir korpele wekî zarokanîn (bi înglîzî: childbirth /parturition) tê navkirin. Ji bo ajalan peyva zayîn tê bikaranîn. Pîştî jidayikbûnê, êdî korpele wekî nûza (bi înglîzî: newborn) tê navkirin.

Di dema ducaniyê de korpele di hawirdorek avî, di nav şileya seravê de dijî. Korpele di bin parastina dayikê de ye û heta dawiya pêvajoya zarokanînê, hemû pêdiviyên korpeleyê ji aliyî dayikê ve tên dabînkirin.

Di rewşa asayî de ducaniya 9 mehî bi zarokanînê dawî dibe. Piştî jidayikbûnê, korpele di hawirdorek zuha de, hema hemû pêdiviyên xwe bi tena serê xwe dabîn dike. Ango divê piştî jidayikbûnê, hemû endam û koendamên nûza çalak bibin û destek bidin bo berdewemiya jiyana wî. Piraniya endamên korpeleyê heta dawiya zarokanînê an hîç çalak nin in, an jî çalakiya wan sinordar e.

Gava jidayikbûn rû dide, hemû endam û koendamên korpeleyê dest bi çalakiya asayî dikin.

Wekî mînak; bere ko navikebendik were jêkirin, divê pişik dest bi alûgorkirina gazên henaseyê bikin. Bi mijîna şîrê, divê koendama herisê dest bi çalakiyê bike. Divê dil bi têra xwe û bi pestoya guncav xwînê pompe bike. Divê çerm, laşê korpeleyê ji ziyanên hawirdorê biparêze û divê çîna çewriya binçerm germahiya laşê rêk bixe.[1]

Lê ji bo rûdana van çalakiyan, divê korpele ji malzarokê were derxistin, ango divê zarokanîn rû bide. Hormonên korpeleyê pêvajoya zarokanînê didin destpêkirin[1], lê paşê hormon û koendama demarê ya dayikê pêvajoya zarokanînê birêve dibe. Pirraniya zarokanînan bi awayekî asayî rû didin, korpele ji malzarokê derbasî coga zarokanînê dibe û ji zêyê derdikeve derve.

Nîşanên zarokanînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di dirêjiya ducaniyê de di coga stûyê malzarokê de bergirkek ji lîncî peyda dibe. Bergirk devê malzarokê girtî dihêle. Bi qasî 1-2 roj berê destpêkirina zarokanînê, ev bergirk sist dibe û li gel hinek xwînê, ji stûyê malzarokê der dikeve. Hilweşîna bergirkê, nîşana nêzîkbûna dema zarokanînê ye. Di heman demê de hestiyariya masûlkeyên malzarokê ya bo oksîtosînê zêde dibe.[2]

Bi qasî mehek berê rûdana zarokanînê, di malzarokê de girjbûnên hêdî û lawaz dest pê dike. Paşê, hêza girjbûna masûlkeyên malzarokê roj bi roj zêdetir dibe û êdî wekî girjbûnên zarokanînê tên navkirin.

Hokara ko dibe sedema destpêkirina girjbûnên zarokanînê hê jî tam nayê zanîn. Lê hin nîşanên girîng hene ko, sinyêlên bo destpêkirina zarokanînê, ji laşê korpeleyê tên şandin. Carek pêvajoya zarokanînê dest pê kir, êdî girjbûna malzarokê û firehbûna stûyê malzarokê bandorek girîng a erenî li ser zarokanînê dikin.[3]

Ber bi nêzikbûna zarokanînê oksîtosîn bi awayekî xurttir bandor li malzarokê dike, êdî li gel girjbûnên bihêz, êşa (sancî) zarokanînê jî zêde dibe. Gava zarokanîn dest pê dike, girjbûna malzarokê her 3 heta 30 xulekê de carek rû dide û bi qasî 20 heta 40 çîrkeyan didome. Lê ber bi dawiya qonaxa zarokanînê de dubarebûna girjbûna malzarokê di her 1.5 – 2 xulekê de rû dide û her girjbûnek bi qasî xulekek didome.[2]

Di qonaxa sêyeka sêyema (bi înglîzî: third trimester) a ducaniyê de, serê korpeleyê arasteyê stûyê malzarokê dibe. Di destpêka ducaniyê de, ji ber pestoya serê korpeleyê perdeya seravê diqelişe, şileya seravê ji nişka ve vala dibe. Hatina avê yek ji nîşanên herî girîng e ko pêvajoya zarokanînê hatiye destpêkirin.[4]

Pêvajoya zarokanînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pêvajoya zarokanînê bi sê gavan de rû dide.

Rêbaza zarokanînê di sê qonaxan de rû dide[1]:

Qonaxa yekem dema berê zarokanînê ye û wekî firehbûna stûyê malzarokê(bi înglîzî: dilation) tê navkirin.

Qonaxa duyem, bûyerên dema zarokanînê lixwe digire û wekî derkirina korpeleyê (bi înglîzî: expulsion) tê navkirin.

Qonaxa sêyem piştî jidayikbûna korpeleyê dest pê dike û wekî derkirina pizdanê (bi înglîzî: afterbirth /placental stage) tê navkirin.

Qonaxa firehbûnê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zarokanîna asayî, zarokanîna ji zêyê ye (bi înglîzî: vaginal delivery). Zarokanîna asayî de korpele ji coga stûyê malzarokê derbasî zêyê dibe ji wir jî jidayik dibe. Loma divê tîreya stûyê malzarokê bi têra xwe fireh bibe ko serê korpeleyê di nav de derbas bibe. Di pêvajoya zarokanînê de qonaxa firehbûna stûyê malzarokê, qonaxa herî dirêj e û bi gelemperî bi qasî 6 heta 12 saet didome. Lê ev mawe di hemû dayikan de ne yek e. Ducaniya cara yekem de firehbûna stûyê malzarokê hêdî rû dide, lê heke dayik berê jî zarok anîbe, dibe ko ev dem kurttir be.[2]

Ber bi dawiya sêyeka sêyem, asta bilind a êstrocenê dibe sedema geşbûna wergirên oksîtosînê di malzarokê de.[5] Di vê demê dê serê korpele ber bi stûyê malzarokê ve araste dibe. Dema serê korpeleyê stûyê malzarokê tehn dide, şaneyên stûyê malzarokê ji hev tên kişandin, ji ber hêza kişînê hestewergir han dibin û demareragihandin dişînin hîpotalamusê. Hîpotalamus hîpofîza paş han dike bo derdana hormona oksîtosînê. Oksîtosîn lûsemasûlkeyên li diwarê malzarokê girj dike. Di heman demê de plasenta prostoglandîn der dide nav malzarokê. Prostoglandîn girjbûna masûlkeyan xurttir dike.

Pêşî beşek piçûk ji serê korpeleyê ji coga zarokanînê der dikeve. Rûyê korpeleyê ber bi aliyê dirkepetika dayikê de dizivire û serê korpeleyê di coga zarokanînê de derbas dibe.

Di qonaxa firehbûnê de stûyê malzarokê kin dibe, tenik dibe û fireh dibe. Sistbûna stûyê malzarokê her ko zêde dibe, devê stûyê malzarokê bi qasî 10 cm fireh dibe.[6] Ev firehbûn girîng e ji bo derketina korpele û pizdanê.[5] Di vê qonaxê de di malzarokê de girjbûnên bihêz dest pê dike, ji van girjbûnan re tê gotin “girjbûnên zarokanînê”. Girjbûnên zarokanînê ji binê (fundus) malzarokê dest pê dike, ber bi jêr didome. Bi vî awayî serê korpeleyê ber bi stûyê malzarokê ve tê tehnkirin. Paldana serê korpeleyê dibe sedema firehbûna stûyê malzarokê û coga zarokanînê.[3] Gava serê korpeleyê stûyê malzarokê tehn dide, di navbera korpele û hawirdora derveyî laşê dayikê de perdeya seravê cih digire. Ji ber pestoya paldana serê korpeleyê, perdeya serav diqelişe û şileya serav ji zêyê diherike derve. Bi nemana şileya seravê, korpele êdî ji hin ziyanên hawirdorê nayê parastin, loma divê ji malzarokê derkirina korpeleyê di demek kurt de, di nav 24 saetan de dest pê bike.[1]Hin caran zarokanîn ji qonaxa yekem derbasî qonaxa duyem nabe, vê gavê oksîtosîna destkarî didin dayikê ko pêvajoya zarokanînê bidome.

Qonaxa derkirina korpeleyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qonaxa derkirina korpeleyê gava serê korpeleyê dikeve coga zarokanînê dest pê dike û bi jidayikbûnê bi dawî dibe.[4]

Pizdana mirov ji plasenta, navikebendik û perdeya seravê pêk tê

Di qonaxê de êşgirtina zarokanînî her ko diçe tundtir dibe. Korpele hê bihêztir ber bi stûyê malzarokê ve tê tehnkirin, serê korpeleyê ji coga zarokanînê derbas dibe û ji zêyê der dikeve derve.[7] Pêşî beşek piçûk ji serê korpeleyê ji coga zarokanînê der dikeve. Rûyê korpeleyê ber bi aliyê dirkepetika dayikê de dizivire û serê korpeleyê di coga zarokanînê de derbas dibe.[2]Paşê sermil, mil û dest û tewahiya laş ji coga zarokanînê derbas dibe. Bi vî awayî tewahiya korpeleyê ji dayikê derdikeve, korpele li derveyî laşê dayikê bi navbeynkariya navkebendikê bi dayikê re girêdayî dimîne. Zêdetirê %95ê zarokanînan de, pêşî ne ling, lê serê korpeleyê ji coga zarokanînê de derdikeve derve.[8]Bi gelemperî ev qonax bi qasî 2 saet didome, lê dibe ko derketina korpeleyê hin caran hê derengtir an jî hê zûtir rû bide.

Qonaxa derkirina pizdanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di vê qonaxê de pizdan (plasenta + navkebendik û serav) ji malzarokê tê avêtin.

Piştî zarokanînê bi gelemperî di nav 10 heta 15 xulekan de plasenta ji malzarokê diqete û cihê dibe. Plasenta, navikebendik û perdeya servavê ji coga zorokanînê de derdikevin, bi vî awayî pêvajoya zarokanînê diqede.[3]

Rêkxistin girjbûna malzarokê bi sîstema paşragîhandina erenî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hêz û leza girjbûna masûlkeyên malzarokê bi rêbaza paşragihandina erenî tê rêkxistin.

Sîstema paşragîhandina erenî bandor li ser pêvajoya zarokanînê dike[9]

Gava korpele bi têra xwe geşe dibe û diperise, ango ber bi dawiya sêyek a sêyam a ducaniyê, serê korpeleê ber bi stûyê malzarokê araste dibe. Dema serê korpeleyê bi stûyê malzarokê ve temas dike, û tehn dide, masûlkeyên malzarokê ji hev tên kişandin. Hestewergirên li stûyê malzarokê, pestana ji ber tehnkirina serê korpeleyê hest dikin û sînyal dişînîn hîpotalamusê. Hîpotalamus jî hîpofîza paş han dike bo derdana oksîtosînê. Oksîtosîn bi wergirên taybet ên lûsemasûlkeyên malzarokê ve tên girêdan. Bi bandora oksîtosînê, girjbûnên malzarokê hê xurttir dibe. Xurtbûna girjbûna masûlkeyan, korpeleyê ber bi stûyê malzarokê ve hê pirtir tehn dide û pestoya li stûyê malzarokê berztir dibe. Zêdebûna pestoyê, hê pirtir hestewergir han dike. Ji hestewergiran hê pirtir sînyal tê şandin bo hîpotalamusê. Hîpotalamus jî hê pirtir oksîtosîn dide derdan. Ev çerx heta dawiya zarokanînê didome.[9]

Bandora hormonan li ser zarokanînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hormonên dayikê

1. Oksîtosîn

2. Prostaglandîn

3. Kortîzol (cortisol)

4. Relaksîn (relaxin)

Hormonên korpeleyê

1. Oksîtosîn

2. Kortîzol

3. Prostaglandîn

Hormonên plasentayê

1. Êstrocen

2. Procesteron

3. Prostaglandîn

Oksîtosîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Oksîtosîn lûsemasûlkeyên malzarokê dide girjkirin bi vî awayî zarokanînê han dike. Ber bi dawiya qonaxa ducaniyê de, li diwarê malzarokê de bi bandora êstrocenê hejmara wergirên oksîtosînê zêde dibe. Loma malzarok hê pirtir hestiyar dibe bo oksîtosînê. Herwiha oksîtosîn navpoşê malzarokê han dike bo derdana prostaglandînan.

Prostaglandîn (prostaglandins)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Prostaglandîn molekulên taybet in ko di xaneyê de ji asîda çewrî ya bi navê asîda arekîdonîk (bi înglîzî: arachidonic acid) tê bi destxistin.[10]

Gelek cor û erkên prostaglandînan heye, ji vana prostaglandina bi navê PGE2 taybet e bo xurtkirina girjbûna masûlkeyên malzarokê. Prostaglandîn xestiya kalsiyuma nav xaneyên lûsemasûlkeyê zêde dike, loma girjbûna masûlkeyan bihêztir dibe.[7]

Di dema ducaniyê de ji şaneyên malzarokê, perdeyên korpeleyê (bi înglîzî: fetal membranes) û ji plasentayê prostaglandîn tê derdan[3]

Kortîzol (bi înglîzî: cortisol)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di dema zarokanînê de ji hîpotalamusê bi rêjeyek zêde ji hormona derpirandina tûkila adrenal (bi înglîzî: corticotropin-releasing hormone (CRH)) tê deredan. Ji ber bandora vê hormonê ji hîpofîza pêş hormona handera tûkila adrenal (ACTH)tê derdan. Ev hormon, ji tûkila rijênê adrenalê kortîzol dide derdan. Kortîzol girjbûna malzarokê zêde dike û alîkariya dayikê dike ko dema zarokanînê li dij stresê dayik li ber xwe bide.[3]

Rîlaksîn (bi înglîzî:relaxin)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rîlaksîn di destpêka ducaniyê de di hêkdankê dayikê de, ji tenê zer (bi latînî: corpus luteum) tê derdan. Lê di dema zarokanînê de ji plasentayê û ji rijênên şîrê, bi rêjeyek zêde rîlaksîn tê derdan.

Rîlaksîn stûyê malzarokê nerm dike. Herwiha ji bo firehbûna stûyê malzarokê, besterên (bi înglîzî: ligament) di navbera hestiyên rûvê sist dike ko derbasbûna korpeleyê hêsan bibe. Rîlaksîn li malzarokê de wergirên oksîtosînê zêdê dike. Bandora procesteronê ya ji bo negirjbûna malzarokê betal dike. Di laşê dayikê de geşebûna rijênên memikan (geşebûna memikan) jî bi alîkariya rîlaksînê rû dide.[3]

Êstrocen[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Êstrocen û procesteron di dirêjiya qonaxa ducaniyê de bênavber tên derdan. Lê gava dema zarokanînê nêzik dibe, derdana procesteron kêm dibe û derdana êstrocenê jî zêde dibe. Êstrocen hêza girjbûna malzarokê zêde dike, li ser diwarê malzarokê de wergirên oksîtosînê zêde dike.[5]Herwisa êstrocen malzarokê han dike ko hê bileztir prostaglandîn berhem bike.

Procesteron[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji destpekê heta meha heftem a ducaniyê, rêjeya procesterornê zêde ye û rê li ber girjbûna malzarokê digire. Herwiha procesteron rê li ber berhemanîna enzîma bo berhemkirina prostaglandînê (PGE2) jî digire.

Ji meha heftêmê şûnve asta rêjeya procesterona xwînê êdî zêde nabe û hinek dadikeve. Lê di heman demê de di xwîna dayikê de asta êstrocenê hê jî bilind dibe. Zêdebûna êstrocenê û kêmbûna procesteronê masûlkeyên malzarokê hê pirtir hestiyar dike ji bo kartêkirin ko girjbûna masûlkeyên malzarokê han dikin.[8] Kêmbûna procesteronê, girjbûna malzarokê zêde dike û berhemkirina prostaglandînê han dike.

Sezeryan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hin caran li dewsa zarokanîna asayî, bi niştergeriya sezeryenê (bi înglîzî: cesarean section) korpele ji malzarokê tê derxistin.[5] Sezeryan ne şeweyek asayî ya zarokanînê ye. Gava jiyana dayikê an jî ya korpeleyê di bin metirsiyê de be û zarokanîna asayî ya ji zêyê negengaz be, rêbaza sezeryanê tê bikaranîn. Wekî mînak:

Dibe ko serê korpeleyê pir gir be û nikaribe di nav coga zarokanînê de derbas bibe.[1]

Hin caran navikebendik li stûyê korpeleyê de badayî dimîne û nahêle korpele jidayik bibe.

Dibe ko serê korpeleyê arasteyê stûyê malzarokê nebûbe û lingê korpeleyê ketibe coga zarokanînê

Di neştergeriya sezeryanê de, beşa zikê dayikê ya di navbera navik û jorê rûv de tê qelîştin, paşê dîwarê malzarokê tê jêkirin û korpele tê derxistin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c d e Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  2. ^ a b c d Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  3. ^ a b c d e f Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  4. ^ a b Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  5. ^ a b c d Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  6. ^ Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.
  7. ^ a b Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
  8. ^ a b Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  9. ^ a b Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  10. ^ Ricciotti E, FitzGerald GA. Prostaglandins and inflammation. Arterioscler Thromb Vasc Biol. 2011 May;31(5):986-1000. doi: 10.1161/ATVBAHA.110.207449. PMID: 21508345; PMCID: PMC3081099