Êstrocen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Estradîol êstrocena sereke ye

Êstrocen an jî îstrocîn (bi înglîzî: estrogen) navê gelemperî ye bo koma hormonên zaûzê ya mêyan.

Êstrocen navê koma hormonên mêyê ye, sê êstrocenên serkî heye, estradîol, estron û estrîol. Ji vana estradîol ya serdest e[1] Ji ber ko êstrocen navê ne yek, lê navê koma hormona ye, dive ev peyv wekî pirjimar bêne bikaranîn. Mînak êstrocenên xwînê, êstrocenên hêkdankê hvd. Pirraniya çavkaniyên zanistî hormonên êstrocenê bi awayek yekjimar bi kar tînîn loma em jî tevlê wan dibin. Êstrocen ji koma hormonên steroîdî ye. Steroîd çewrî ne lê ji rûnan cuda ne. Molekulên streoîdî ji çar xelekên hîdrokarbonên bi hev re girêdayî pêk tê[2]. Procesteron, êstrocen û testosteron mînakin bo hormonên steroîdî. Her yekê van hormonan 4 xelekên hîdrokarbonê lixwe digirin. Di her corek hormona steroîdî de hejmar û cora koma erkdar (bi înglîzî: functional group) ne yek e, loma hormonên steroîdî jî ne yek in.[3] Hormonên steroîdî bi gelemperî ji kolesterolê tê berhemkirin.[4] Hormonên stereoîdî ji tûkila rijênê adrenal, ji hêkdank, ji malzarok û gunan de tê berhemkirin û derdan. Di hêkdankan de derdana êstrocenê di temenê pêgihîştinê de dest pê dike, di menopozê de bi dawî dibe. Temenê nîvbûnê (bi înglîzî: half life) bo êstrocen bi qasî 30 heta 60 xulek e.[5]

Estron

Erkê êstrocenê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Êstrocen bandor li ser hêkdank, zê, cogên hêkê, malzarok û memikan dike. Peresîna endamên zaûzêyê rêk dixe. Di dema hêkdananê (ovulation) de rêjeya êstrocenê di asta herî bilind de ye.
  • Êstrocen di hêkdankan de çikildana hêkê han dike bo peresînê.
  • Êstrocen hîpofîzê han dike bo derdana hormonên FSH û LHyê.
  • Dema xaneya hêkê ji hêkdankê tê berdan, xaneya hêkê di nav coga hêkê de ber bi malzarokê tê arastekirin. Bi hebûna êstrocenê di coga hêkê de çînek stûr a masûlkî çêdibe, bi girjbûn û xavbûna van masûlkeyan, xaneya hêkê û sperm di nav coga hêkê de tên guhêztin.
  • Êstrocen di dema perisîna çikildanê de stûrbûna navpoşê malzarokê han dide.[6]
  • Ji bo mijîna kalsiyûmê pêdivî bi êstrocenê heye.[2]
  • Di temenê pêgihîştinê de li mêyan hormona êstrocen, bandor li ser geşbûna hestiyan dike.[7]
  • Êstrocen di memikan de hejmara rijên û cogên şîrê zêde dike. Her wisa di memikan de embarkirina çewrî jî erkê êstrocenê ye.

Çêbûna sîfetên zayendî yên duyem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Estrîol

Êstrocen li mêyan de dibe sedema peydabûna sîfetên zayendî yên duyem (bi înglîzî: secondary sex characteristics).Heta temenê pigihîştinê, di laşê nêr û mêyan de rêjeya estrocenê hema yeksan e.[8] Loma laşê zorokên mê û nêr ji hev cuda xuya nabin. Di temenê pêgihîştinê de di laşê mêyan de rêjeya êstrocenê zêde dibe, ji ber vê sedemê di temenê pêgihîştinê şûnve laşê neran û mêyan ji hev cuda xuya dikin.

  • Bi gelemperî hestiyên mêyan ji yê nêran biçûktir û kintir dimînin.
  • Li bin çermê mêyan de hê pirtir çewrî tê embarkirin.
  • Li piştêna hewzê (bi înglîzî: pelvic girdle) ya mêyan de firehbûn rû dide.[3]
  • Memik gir dibin.
  • Ji xeynî rûv û binçeng, mûyên laşê mêyan hindik û lawaz dimîne.
  • Di qirrika mêyan de zengilok biçûk e û dengejê kin in, loma dengê mêyan tiz e (bi înglîzî: high pitched)
  • Êstrocen di çerm de çalakiya rijênên çewrî dide kêmkirin, loma di temenê pêgihîştinê de di laşê mêyan de pizik (bi înglîzî: acne) hindik in.
  • Ji ber bandora êstrocenê çermê mêyan li gor yê nêran hê pirtir nerm û lûs e.

Çavkaniyên êstrocenê di laşê mêyan de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di temenê korpeleyî û zarokî de hinek êstrocen di tûkila rijênên adrenal de tê berhemkirin û derdan.[9] Êstrocena rijênê adrenalê giring e bo rêkxistina hestîbûnê (bi îngilîzî:ossification) di temenê pêgihîştinê de.[3] Lê di temenê pêgihîştênê şûnve piraniya êstocena mêyan di hêkdankan de ji çikildanan tê derdan. Hinekî êstrocen ji aliyê tenê zer tê berhemkirin û derdan. Di dema ducaniyê de ji hevalbiçûkê gellek êstrocen tê derdan.

Çavkaniyên êstrocenê di laşê nêran de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rijênê adrenal, gun û kezeb çavkaniyên êstrocenê ne di laşê nêran de.Hinek êstrocen ji tûkila rijenê adrenal tê derdan.%20 êsterocena nêran di gunan de tê berhemkirin û derdan. Êstrocen di xaneyên Sertoli de ji testosteronê tê berhemkirin. Êstrocen girîng e bo çêkirina sperman (spermatocenîs). %80yê êstrocenê di kezebê de ji hormonên din tê berhemkirin.[5]

Guhêztina êstrocen di nav xwînê de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piraniya êstrocenê bi navbeynkariya proteînên nav plazmaya xwînê ve tê guhêztin. Êstrocen herî zêde bi proteîna albumîn ve, hinekî êstrocen jî bi proteîna globulînê ve girêdayî tên guheztin. Girêdana êstrocen û proteînan, girêdanek lawaz e, ango dikarin bi hêsanî ji hev biqetin[5] Herwisa hinek êstrocen jî bi awayekî serbest di nav plazmaya xwînê de tê guhêztin. Êstrocen hormonek dijav e (bi înglîzî: hydrophobic) loma dikarin di nav parzûna xaneyê de bi hesanî derbasê nav xaneyê bibin.[10] Gava êstrocen rastê endama armanc tê hinek êsrocen ji proteînan diqetin, li gel êstrocenên serbest ji parzûna xaneya endama armanc derbasê sîtoplazmayê dibin. Di nav sîtoplazmaya xaneyên armanc de proteînên taybet hene û wekî wergirên êstrocenê tên navkirin. Êstrocenên serbest di nav sîtoplazmayê de bi wergirên êstrocenê ve tên girêdan û ber bi navika xaneyê tên guhêztin ko çêkirina proteînan rêk bixe. Globulîn û albûmîn bi êstrocen ve girê dibin ko asta rêjeya êstrocenên serbest ji nişka ve pir zêde nebe.[11]

Rêkxistina derdana êstrocenê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Derdana êstrocenê ji aliyê hormona handerê çikildanê (FSH) ve tê rêkxistin. Gava di xwînê de rêjeya êstrocenê kêm bibe, ji hîpotalamusê hormona derpirandinê (bi înglîzî: gonadotropin-releasing hormone (GnRH)) tê derdan. Hormona derpirandinê hîpofîzê han dike bo derdana FSHyê. Di hêkdankan de çikildanên hêkê heye. Li ser parzûna xaneyên çikildanê de wergirên FSHyê hene. FSH bi wergiran ve girê dibe û ji xaneyên granuloza û xaneyên teka (bi înglîzî: theca cells) derdana êstrogen dest pê dike. Heke rêjeya êstrocenê di xwînê de pir zêde bibe, êstrocen bi paşragihandina neyînî bandor li ser hîpotalamus û hîpofîzê dike, derdana FSH û LH tê kêmkirin. Herwisa xaneyên granuloza hormona înhîbîn jî berhem dikin û der didin. Înhîbîn jî derdana FSH û LHyê dide kêmkirin, bi vî awayê derdana êstocenê jî tê kêmkirin[5]

Êstrocen û dermanên rêgirê ducaniyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piraniya dermanên bo rêgirtina ducaniyê êstrocena destkarî (sentetîk) û progesterona destkarî lixwe digirin. Temenê nîvbûnê yê hormonên destkarî zêde ye. Ango hormonên destkarî ji bo demek dirêj di laş de çalak dimînin. Hebên van hormonan, bi paşragîhandina neyînî bandor li ser çerxa hêkdankê (bi înglîzî: ovarian cycle) dike. Dermanên rêgirê ducaniyê ji hîpotalamusê derdana hormonê derpirandinê didin rawestandin. Bi vî awayê ji hîpotalamusê derdana FSH û LHyê tê sekinandin.[12] Ji ber kêmasiya rêjeya FSHyê peresîna hêk û çikildanê têk diçe. Ji ber rêgirtina derdana Lhyê, çikildan naqelişe û hêkdanan (bi înglîzî: ovulation) rû nade, xaneya hêkê çênabe.[12] Heke di cogên hêkê de xaneya hêkê tune be, sperm rastê xaneya hêkê nayê, pîtîn rû nade. Ango egera ducanmayînê namîne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "estrogen". Encyclopedia Britannica, 29 Aug. 2014, https://www.britannica.com/science/estrogen. Accessed 26 January 2022.
  2. ^ a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  3. ^ a b c Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  4. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  5. ^ a b c d Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  6. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  7. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  8. ^ Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  9. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  10. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  11. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "estrogen". Encyclopedia Britannica, 29 Aug. 2014, https://www.britannica.com/science/estrogen. Accessed 26 January 2022.
  12. ^ a b Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.