Procesteron

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Procesteron an jî procîstiron (bi înglîzî: progesterone), hormona koendama zaûzêya mêyan e ko bi gelemperî ji bo dabînkirin û parastina stûriya dîwarê malzarokê kar dike

Procesteron li gel hormonên din, ji bo rêkxistiana çerxa mehaneyê (bi înglîzî: menstrual cycle) kar dike. Herwisa laşê mêyê amade dike bo ducanîbûnê û heke ducanîbuyîn rû bide, berdewamkirina ducaniyê dabîn dike.[1] Loma hin caran procesteron wekî “hormona ducaniyê” jî tê navkirin.[2]

Procesteron hormonek steroîdî ye.

Pêkhateya procesteronê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Procesteron hormonek steroîdî ye. Molekulên steroîdî çewriyên taybet in, çar xelekên hîdrokarbonên bi hev re girêdayî bingehîna molekulê pêk tînin. Koma erkdar (bi înglîzî: functional group) bi xelekên hîdrokarbonan ve girêdayî ye. Hormonên steroîdî ji kolesterolê tên berhemkirin.

Temenê nîvbûnê ya progcesteronê 4-5 xulek e. Procesteron jî mîna êsterocenê bi navbeynkariya albumîn û globulîn ve tê guhêztin. Albumîn û globulîn proteînên plazmaya xwînê ne.[3]Piştê derdanê, procesteron di nav çend xulekan de tê hilweşandin. Hema hemû procesteron di kezebê de tê hilweşandin û ji wê êstrocen tê bi destxistin.[4]

Çavkaniyên procesteronê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Piraniya procesteronê di hêkdankê de ji aliyê tenê zer ve tê berhemkirin.

Procesteron ji hêkdankan, ji hevalbiçûkê û ji rijênên adrenalê tê derdan.[5]

Ji ber bandora hormona handerê tenê zer(LH), çikildana hêkê diqelişe, xaneya hêkê derbasê nav coga hêkê dibe. Xaneyên çikildana vala, çewrî embar dikin û çikildan wekî pêkhatyeyek bi rengê zer di nav hêkdankê de dimîne. Ji vê pêkhateya zer re tê gotin “tenê zer”.[6] Tenê zer (bi latînî: corpus luteum) mîna rijênê kar dike, procesteron û êstrocen der dide.[7] Pirraniya precesteronê di hêkdankan de di tenê zer de tê berhemkirin û derdan. Berê hêkdananê (bi înglîzî: ovulation), di xwînê de rêjeya procesteronê gellek hindik e. Hefteyek piştê hêkdananê, rêjeya procesteronê ji nişke ve zêde dibe.[8]

Dema mê bi ducanî nebe, di çikildanên hêkdankê de xaneyên teka (bi înglîzî: theca cells) ji kolesterolê procesteron berhem dikin.[9] Heke xaneya hêkê (oosîta duyem) neyê pîtandin. Tenê zer di nav 10 heta 13 rojan de hildiweşe, diguhere û dibe tenê sipî (bi latînî: corpus albicans). Bi helweşîna tenê zer, derdana procesteronê jî kêm dibe.

Lê heke pîtîn rû bide û hêka pîtandî xwe bigihîne heta navpoşê malzarokê û xwe di diwarê malzarokê de biçeqîne, tenê zer hilnaweşe û derdana wê ya procesteronê didome. Ji destpêkê heta 3 mehî ya ducaniyê, procesteron ji aliyê tenê zer ve tê berhemkirin û derdan, paşê hevalpiçûk diperise, tenê zer hildiweşe. Êdî heta dawiya ducaniyê, procesteron ji aliyê hevalbiçûkê ve tê derdan.[6]Her çiqas procesteron wekî hormonek mêyîtiyê were zanîn jî, bi eslê xwe nêr jî dikarin procesteron berhem bikin. Di rijenê adrenal û gunan de hinek procesteron tê berhemkirin û derdan. Ev procesteron bi taybetî di demarexaneyan de ji bo çêbûna bergê maylînî tê bikaranîn.[10] Herwisa procesteron giring e bo berhemanîna testosteronê.

Erkên procesteronê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  • Procesteron û êstrocen girîng in bo berdewamiya ducaniyê.[11] Procesteron navpoşê malzarokê amade dike ji bo egere rûdana ducaniyê. Diwarê malzarokê stûr dike ko embriyo biçeqe nav diwarê malzarokê û li wir biperise. Çeqîna embriyoyê dibe sedema çêbûna hevalbiçûkê. Di dirêjiya ducaniyê de hevalbiçûk procesteron berhem dike û der dide bi vî awayê dîwarê navpoşê malzarokê zexm dike, nahêlê hevalbiçûk ji malzarokê biqete.
  • Dema ducaniyê de procesteron û êstrocen girbûna rijênên şîrê û cogên şîrê han didin.[12]
  • Procesteron destek dide çalakiyên bo derdana lincemadeyê ji cogên hêkê. Perdeya lincemade li ser rûyê navpoşê cogên hêkê de dimîne. Derdana lîncemade girîng e bo xureka hêka pîtandî ya nav coga hêkê.
  • Procesteron çalakiyên derdaniyê ya navpoşê malzarokê (bi latînî: endometrium) han dide. Bi vî awayê malzarok amade dibe bo çeqîna hêka pîtandî. Bi zêdekirina hêjmara xaneyan û qebareya xaneyan, stûriya navpoşê malzarokê zêde dike. Stûriya navpoşê malzarokê ji 1milîmetre ye, derdixe 5 heta 6 mîlîmetreyê. Procesteron qebareya rijênên malzarokê zêde dike, badekên rijênan hê pirtir dike. Çalakiya derdanî ya rûkeşexaneyên rijênên malzarokê han dide.[3]
  • Di xaneyên navpoşê malzarokê de embarkirina çewrî û glîkocenê zêde dike. Ji bo ko hê pirtir xwîn bigihîje, di navpoşê malzarokê de qebareya lûleyên xwînê zêde dike.
  • Procesteron di dirêjiya ducaniyê de dubarebûna girjbûna masûlkeyên malzarokê kêm dike, bi vê awayê embriyoya bi dîwarê malzarokê ve girêdayî tê parastin.
  • Di egera ducanîmayînê de, procesteron xestiya lincemadeya stûyê malzarokê (bi latînî: cervix) zêde dike. Bi vî awayê rê li ber sperman tê girtin ko derbasê malzarokê nebin.[3]

Rêkxistina derdana procesteronê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Bi bandora hormona handerê çikildanê (FSH), çikildan diperisin û hormona êstrocên der didin. Gava di xwînê de xestiya êstrocenê digihîje astek taybet, êstrocen hîpotalamusê han dide bo derdana hormona derpirandinê ya tenê zer (GnRH). GnRH bandor li hîpofîza pêş dike û ji hîpofîzê hormona handerê tenê zer (LH) tê derdan. LH tenê zer han dike bo derdana procesteronê.[13]Her ko tenê zer an jî hevalbiçûk procesteron der dide, asta rêjeya procesterona xwînê bilind dibe. Procesteron bi paşragihandina neyînî bandor li ser hîpotalamus û hîpofîzê dike, derdana FSH û LHyê dide rawestandin.[9] Bi vî awayê di dirêjiya ducaniyê de di hêkdankan de xaneyên nû yên hêkê naperisin û çerxa hêkdankê û çerxa mehane radiweste.[1]

Heke pîtîna hêkê rû nede, tenê zer derdana procesteronê bo çend rojan didomîne, paşê derdana procesteronê kêm dike ko dawî li perisîna navpoşê malzarokê were û dîwarê malzarokê hilweşe.[5]

Dermanên rêgirê ducaniyê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Hinek ji hebên rigirê ducaniyê ji procesterona destkarî (procestîn) û êstrocena destkarî pêk tên. Ev hebên rêgirê ducaniyê, bi paşragihandina neyînî bandor li hîpotalamus û hîpofîzê dikin. Ji hîpotalamusê derdana hormona derpirandinê rijenên zaûzê (GnRH) tê rawestandin. Kêmbûna hormona derpirandinê, ji hîpofîzê derdana FSH û LHyê radiwestîne. Bi vî awayê di hêkdankê de çikildan naperisin û hêkdanan rû nade. Di coga hêkê de tunebûna xaneya hêkê, rê li ber ducaniyê digire.[14]

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. a b Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  2. http://www.vivo.colostate.edu/hbooks/pathphys/reprod/placenta/endocrine.html
  3. a b c Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  4. Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  5. a b Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "progesterone". Encyclopedia Britannica, 13 Aug. 2020, </. Accessed 3 February 2022.
  6. a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  7. Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  8. Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  9. a b Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
  10. Michael Schumacher, ... Rachida Guennoun, inHormones, Brain and Behavior (Third Edition), 2017
  11. Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  12. Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  13. Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  14. Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.