Ducanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji bo mirov, egera ducanmayînê di temenê pêgihîştinê (herzekarî), bi destpêkirina çerxa mehaneyê dest pê dike, di salên menapozê de bi dawî dibe.

Di malzaroka dayikê de hebûn û peresîna yek an jî zêdetir weçeyan wekî ducanî an jî zikpirrî (bi înglîzî: pregnancy) tê navkirin. Ji bo ajalan ji dewsa ducaniyê peyva avisî [1][2]tê bikaranîn.

Jiyana mirov bi pîtînê dest pê dike. Hêkexane bi spermê ve tê pîtandin. Hêka pîtandî ango zîgot dest bi dabeşbûnê dike. Bi dabeşbûna mîtozî, xaneyên nû peyda dibin, embriyo bi zêdebûna xaneyan geşe dibe, xaneyên nû diperisin bo şane û endaman.

Di destpêka ducaniyê de hêkexaneya pîtandî (zîgot) ji yek xaneyêk pêk tê. 9 meh piştî pîtînê hejmara xaneyan digihîje mîlyaran û korpeleyek bi bejna 50 cm, bi garaniya 3 - 4 kîlogram peyda dibe. Ev hemû guherîn di laşê dayikê de pêk tên. Di dirêjiya ducaniyê de, zîgot pêşî di coga hêkê de, paşê di nav malzarokê de geşe dibe û diperise. Laşê dayika ducan jî ji serî heta dawiya ducaniyê rastê hin guherînan tê. Guherînên laşê dayikê ji bo berdewamiya ducaniyê ye û amadekariyên ji bo xwedîkirina korpeleyê ye û piştî jidayikbûnê xwedîkirina dergûşê ye. Derdana hin hormanan, firehbûna malzarokê, rawestîna çerxa mehaneyê, girbûna rijênên şîrê û hwd mînak in ji bo hin guherînên di laşê dayika ducan de rû didin.

Ji bo mirov, egera ducanmayînê di temenê pêgihîştinê (herzekarî), bi destpêkirina çerxa mehaneyê dest pê dike, di salên menapozê de bi dawî dibe.

Bi eslê xwe ducanî ne bi pîtîna hêkexaneyê lê bi çeqîna embriyoyê dest pê dike.[3] Hêkexaneya ji hêkdankê hatiye berdan, heke di nav coga hêkê de rastê spermê were, pîtîn rû dide. Divê zîgot bi qonaxa şeqbûnê dabeş bibe û pêkhateyek firexaneyî ya bi navê blastoçikildan peyda bibe. Heke blastoçikildan xwe di nav navpoşê malzarokê de biçeqînê, êdî pêvajoya ducaniyê dest pê dike. Ango ji bo ducanîmayinê pîtîna hêkexaneyê ne bes e, divê çeqîna blastoçikildanê jî rû bide. Dema ducanîbûnê de di laşê dayikê û embriyoyê de gellek gorankarî rû didin.[3]

Qonaxên geşebûn û peresîna mirov[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Peresîna mirov dabeşê du beşên serekî dibe, peresîna pêşzayînî (bi înglîzî: prenatal development) û peresîna paşzayînî (bi înglîzî: postnatal development).

Peresîna pêşzayînî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Gavên geşebûn û peresîna mirov ku.png

Piştî pîtîne, ji destpêka peydabûna embriyoyê û peresîna korpeleyê ya heta jidayikbûnê, wekî qonaxa peresîna pêşzayînî tê navkirin. Ango peresîna di dema ducaniyê de rû dide, peresîna pêşzayinî ye. Wekî hemû ajalan, laşê mirov jî ji yek xaneyek diperise. Xaneya hêkê bi navika xaneya spermê ve yek dibe û zîgot (hêkexaneya pîtandî) peyda dibe. Peydabûna zîgotê, destpêka qonaxa peresîna pêşzayînî ye.

Peresîna pêşzayînî dabeşê sê beşa dibe.[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Peresîna di dirêjiya du hefteyên destpêkê ya piştî pîtînê, wekî qonaxa pêşembriyoyî (bi înglîzî: pre-embryonic stage) tê navkirin. Di vê qonaxê de dabeşbûna zîgotê rû dide, zîgot li pê hev dabeş dibe,ji vê kiryarê re tê gotin şeqbûn.[4] Bi şeqbûnê hejmara xaneyan zêde dibe û gorankariya xaneyan dest pê dike.

Ji hefteya sêyem heta hefteya 8em a ducaniyê de weçe wekî embriyo tê navkirin. Li dewsa qonaxa embriyoyî, hin caran ev qonax wekî “qonaxa çêbûna endaman” (bi înglîzî: period of organogenesis) jî tê navkirin. Di qonaxa embriyoyî de hema hemû endaman laş dirist dibin.[5]

Maweya ji hefteya 9em heta jidayikbûnê ya peresînê jî wekî qonaxa korpeleyî (bi înglîzî: fetal period) tê navkirin. Di vê qonaxê de ji bo weçeyê, êdî ne peyva embriyo lê peyva korpele( bi înglîzî:fetus) tê bikaranin. Di qonaxa korpeleyî de şane û endam diperisin, laşê korpeleyê geşe dibe.[6]

Maweya ducaniyê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Bi gelemperî maweya ducaniyê bi qasî neh meh e. Maweya ducaniyê bi du awayê tê diyarkirin.

Pêvajoya ducaniya mirov dabeşê sê sêyekan dibe. Her sêyek bi qasî 13 hefte ye

1. Roja dawîn a xwîndîtina dawî wekî destpêka ducaniyê tê hesîbandin. Li gor vê hesabê maweya ducaniya mirov bi qasî 40 hefte ye.[7]

2. Lê heke qonaxa hêkdananê ya dawî wekî destpêka ducaniyê were pejirandin, vê gavê mawaya ducaniyê 38 hefte ye.

Ango maweya ducaniyê ji pîtîna hêkê şûnve 38 hefte an jî ji xwîndîtina dawî şûnve 40 hefte ye.[4]

Di nav laşê dayikê de maweya peresîna weçeyê ji bo hemû memikdaran ne yek e. Wekî mînak, avisiya mişkan 3 hefte, avisiya fîlan jî bi qasî 22 meh ê.[8]

Pêvajoya ducaniya mirov dabeşê sê sêyekan (bi înglîzî: trimesters) dibe. Her sêyek bi qasî 13 hefte ye.[7]

Maweya ducaniyê û maweya qonaxên ducaniyê di hemû çavkaniyan de ne yek e, lê nêzikê hev in. Li gor hin çavkaniyan maweya qonaxên ducaniyê bi mehan tê navkirin li gor vê esasê, ji pîtînê heta dawiya meha 3em a ducaniyê wekî sêyeka yekem, ji meha 4em heta dawiya meha 6em a ducaniyê wekî sêyeka duyem û ji meha 7em a ducaniyê heta jidayikbûnê jî wekî sêyaka sêyem tê navkirin.[5]

Lê di hinek çavkaniyan de jî maweya qonaxên ducaniyê bi hefteyan tê navkirin. Li gor vê esasê,

1 heta 12 hefteyên ducaniyê sêyeka yekem, 13 heta 25 hefteyên ducaniyê sêyeka duyem û 26 heta 38 hefteyên ducaniyê jî wekî sêyake sêyem tê navkirin.[9]

Qonaxa pêşembriyoyî û qonaxa embriyoyî ya peresînê (1-8 hefte)[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Hefteyên 1 heta 4ê ducaniyê de,[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Peresîna du hefteyên pêşîn, wekî peresîna pêşembriyoyî tê navkirin. Hêkexane di coga hêkê de rastê spermê tê û pîtîn rû dide. Hêka pîtandî (zîgot) dest bi dabeşbûnê dike û pêkhateyek firexaneyî ya bi navê blastoçikildan peyda dibe. Hefteyek piştî pîtinê, blastoçikildan xwe bi rûyê navpoşê malzarokê ve girê dide, ev bûyer wekî çeqîn tê navkirin. Hefteya duyemîn a ducaniyê de plasenta dirist dibe.[10] Çînên diristker ên yekem û piştebendik diperise.

Di hefteya çarem a ducaniyê de êdî çêbûna endaman (bi înglîzî: organogenesis) dest pê dike.[10] Kelênên pêşîn yê demaxê, û kelênên laşê embriyoyê diperise, demarîbûn (bi înglîzî: neurulation) dest pê dike. Diristbûna lûleyên xwînê dest pê dike. Di tûrikê zerikê, elentoyis û koriyonê de xwîn dirist dibe. Dil dirist dibe û dest bi lêdanê dike.[11] Embriyo xuya dibe. Coga pêşîn a herisê peyda dibe. Gopikên ling û mil peyda dibin. Çav û guh dest bi peresînê dikin. Kilik peyda dibe. Di dawiya hefteya çarem a ducaniyê de dirêjiya embriyoyê bi qasî 5 mîlîmetre ye.[10]

Hefteyên 5 heta 8ê ducaniyê de,[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Dirêjiya embriyoyê bi qasî 3 cm û giraniya wê jî bi qasî gramek e. Mil û ling diyar dibe. Dil diperise û dibe çar çavî. Difin diperise û pehn xuya dibe. Palikên çav bi hev re zeliqî ne, çav ji hev dûr in. Hestîbûn dest pê dike. Di kezebê de berhemanîna xaneyên xwînê dest pê dike. Gorankariya endamên zaûzê yên derve pêk tê.[12] Lûleyên xwînê yên serekî dirist dibin. Endamên navî peresîna xwe didomin. Kilik winda dibe.[13]

Qonaxa korpeleyî ya peresînê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Hefteyên 9 heta 12yê ducaniyê de,[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Bejna korpeleyê bi qasî 7.5 cm, giraniya wê bi qasî 30 gram e. Serê korpeleyê bi qasî nîvê bejna wê yê. Ango di vê qonaxa peresînê de serê korpeleyê li gor laşê wê gelek gir xuya dibe. Demax geşebûnê didome.[12] Rûyê korpeleyê fireh e. Çav girtî nê û ji hev dûr in. Guhên derve diperisin. Hestîbûn didome. Mil geşe dibin û digihîjên dirêjiya xwe ya asayî, lê ling hê bi têra xwe dirêj nîn in. Dillêdan dikare were bihîstin. Ji endamên zaûzê yên derve, zayenda korpeleyê diyar dibe. Li gel kezebê, moxê sor ê hestiyê, tîmus û sipil jî xaneyên xwînê berhem dikin. Koendamên laş peresîna xwe didomin. Korpele di cihê xwe de dilive lê livînên korpeleyê ji aliyê dayikê ve nayên hestkirin.[13]

Bi geşebûn û peresîna korpeleyê, laşê dayik jî meh bi meh diguhere.

Hefteyên 13 heta 16yê ducaniyê de,[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Bejna korpeleyê bi qasî 18 cm, giraniya wê jî bi qasî 100 gram e. Serê wê li gor laşê wê piçûktir e. Çav nezî hev dibin û di cihê xwe yên maînde de cih dibin. Ling dirêj dibin. Korpele hê pirtir dişibe mirov. Koendamên laş bi lez diperisin.[13]

Hefteyên 17 heta 20ê ducaniyê de,[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Bejna korpeleyê 25-30 cm, giraniya wê 200-450 gram e. Rêjeya qebareya serî û ya laş lihevhatî ye. Bijangên çavan û por xuya dibin. Geşebûn hêdî dibe lê dirêjbûna lingan didome. Laşê korpeleyê bi mûyên zirav û nerm dapoşî ye.[8] Piştî jidayikbûnê ji bo dabînkirina germahiya laşê korpeleyê, di laşê korpeleyê de çewriyê qehweyî (bi înglîzî: brown fat) tê berhemkrin û embarkirin. Êdî dayik hest bi livîna korpeleyê dibe.[13]

Hefteyên 21 heta 25ê ducaniyê de,[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Bejna korpeleyê 27-35 cm, giraniya wê 550-800 gram e. Çermê korpeleyê qurmiçî ye û bi rengê pembeyî ye. Sikildanokên pişikan fireh dibin.[13]

Hefteyên 26 heta 29ê ducaniyê de,[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Korpele bi dirêjiya 32-42 cm û bi graniya 1100- 1350 gram e.

Rêjeya qebareya serî û laşê korpeleyê asayî dixuyê. Çavên korpeleyê vekirî ne. Nînokên pêyê xuya dibin. % 3.5 ê giraniya laşê korpeleyê ji çewrî pêk tê. Ji ber zêdebûna çewriyê hin qurmiçiyên çerm winda dibin. Korpeleyên kur de (korpeleyên nêr), gun ber bi tûrikê gun ve dadikevin. Çavkaniya sereke ya berhemkirna xaneyên xwînê moxê sor e. Koendama demarê ya navendî bi têra xwe diperisê, loma heke ji dayikbûnek pêşwext rû bide, egera saxmayina korpeleyê heye. Lê divê korpele li nexweşxaneyê, di bin çawderiya bijîjk de be.[13]

Hefteyên 30 heta 34ê ducaniyê de,[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Bejna korpeleyê 42-45 cm, giraniya wê 2000-2300 gram e. Çerm lûs e û bi rengê pembeyî ye. Korpele di nav malzarokê de bi ser berjerî cih dibe, ango serê korpeleyê, ber bi stûyê malzarokê ye.[8] Refleks peyda dibin. %8ê giraniya laş ji çewrî pêk tê. Heke jidayikbûna pêşwext rû bide, egera jiyîna korpeleyê zêde ye.[13]

Hefteyên 35 heta 38ê ducaniyê de,[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Bejna korpeleyê gihîştiye 50 cm û giraniya wê jî 3000-4000 gram e.[14] Çerm bi rengê pembeyî-şînî ye. Bi nêzîkbûna jidayikbûnê, leza geşebûnê kêm dibe. % 16yê giraniya laş ji çewrî pêk tê. Di korpeleyên kur de, gun di nav tûrikê gun de ne. Geşebûn û peresîna korpeleyê piştî jidayikbûnê jî didome.

Nîşanên ducanmayinê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Nîşanên ducanmayînê di hemû jinan de ne heman e, dibe ko dayikêk hema di destpêka ducaniyê de bi hemû nîşanên ducanmayinê ve rûbirû bibe lê li dayikêk din de hinek nîşan neyên dîtin.

Nîşana serekî ya ducanmayinê rawestina qonaxa xwînditinê (bi înglîzî: menstrual period) ye. Heke li pêy hev du car çerxa mehane (bi înglîzî: menstrual cycle) têk biçe û xwîndîtin rû nede, dibe ko dayik ducan mabe. Lê rûnedana xwîndîtinê bi tena serê xwe ne bes e ko mirov bibêje ducanî dest pê kiriye an na. Hin caran ji bo sedemên cuda jî dibe ko bêyî rûdana ducaniyê ahenga têkçûna xwîndîtinê rû bide. Loma dayikên ko bi têkçûna xwîndîtinê re rûbirû mane, divê ji aliyê bijîjk ve were kontolkirin ko gelo rawestîna xwîndîtinê ji ber ducanmayînê ye an ji ber nexweşiyekî ye.[15]

Di xwînê de an jî di nav mîzê de hebûna hormona koriyonî ya henderê gonadan (bi înglîzî: human chorionic gonadotropin (hCG)) nîşana ducanmayinê ye.[16] Ji xeynî van nîşanan, di hefteyên pêşîn ên ducaniyê de, dil lihevketin (bi taybetî serê sibehê), bilindbûna taya laş, sergêjî an jî dewx çûyîn jî dibe ko wekî nîşanên ducanmayînê bin.

Gorankariyên laşê dayikê di ducaniyê de[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Laşê dayikê hema bi ducanimayinê dest bi guherînê dike. Gorankariyên laşê dayikê ji bo destekkirina tenduristiya dayikê û ya embriyoyê ye. Hemû beşên laşê wê hê pirtir kar dike. Mînak, divê dilê dayikê xwînê li gel laşê diyikê ji bo plasentaya korpeleyê jî pompe bike, loma dilê dayikê %30 zêdetir xwîn pompe dike.[16]

Sêyeka yekem (12 hefteyên pêşîn a ducaniyê) de guherîn ji derve yê laş de nayin sehkirin.

Dayik di hefteyên destpêka ducaniyê de hê pirtir westiyayî hest dike.

Rewşên wekî dil li hev ketin, qebz (zikgîrî), zû zû mîzkirin, guherîn di memikan de, hestên wekî xwesteka zêde ji bo hin xurekan, dewx çûyîn an jî sergêjî û zikwerimî di dayikê de peyda dibin.[9] Sêyeka duyem (hefteyên 13-25 ê ducaniyê) de navteng stûr dibe, zikê dayikê gir dibe û dayik êdî wekî ducan xuya dibe.

Sêyeka duyem (hefteyên 13-25 ê ducaniyê) de navteng stûr dibe, zikê dayikê gir dibe û dayik êdî wekî ducan xuya dibe.

Zikgîrî, dilekize (bi înglîzî: heartburn), sistiya herîskirinê (bêhezmî), girbûna memikan didome, xwesteka xwarinê zêde dibe, dest, ling, gozek û rû piçekî diwerimin. Livînên korpeleyê ji aliyê dayikê ve tê hestkirin.

Giraniya dayikê zêde dibe,%30yê zêdebûna giraniyê ji ber korpele, plasenta û şileya seravê ye. %60 zêdebûna giraniyê jî ji zêdebûna qebareya xwînê, zêdebûna çewriyê laş û ji kombûna şileya laş pêk tê.[9] Sêyeka sêyem (hefteyên 26-40ê ducaniyê) de qebareya laşê dayikê zêde dibe. Gêşebûna herî bilez di seyeka sêyem de rû dide.[14] Pizdan (korpele + plasenta + navkebendik û serav) gir dibe û navpençika dayikê tehn dide. Tengasîya henasedanê, westiyayibûn, livîna dayikê de dijwarî, di raketinê de zehmetî û zû zû mîzkirin, rû dide. Bi gelemperî di dirêjiya ducaniyê de giraniya dayik her hefte bi qasî 450 gram zêde dibe.[11]

Sêyeka sêyem (hefteyên 26-40ê ducaniyê) de qebareya laşê dayikê zêde dibe. Gêşebûna herî bilez di seyeka sêyem de rû dide.[14] Pizdan (korpele + plasenta + navkebendik û serav) gir dibe û navpençika dayikê tehn dide. Tengasîya henasedanê, westiyayibûn, livîna dayikê de dijwarî, di raketinê de zehmetî û zû zû mîzkirin, rû dide. Bi gelemperî di dirêjiya ducaniyê de giraniya dayik her hefte bi qasî 450 gram zêde dibe.[11]

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. Farqînî Z.Ferhenga Kurdî-Tirkî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê 2000
  2. İzoli, D. (1992). Ferheng: Kurdi-Tırki, Türkçe-Kürtçe. İstanbul: Deng Yayınları
  3. a b Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  4. a b Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  5. a b Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  6. Sapunar, Damir , Arey, Leslie B. and Rogers, Kara. "prenatal development". Encyclopedia Britannica, 19 Feb. 2020, [1]. Accessed 4 October 2022.
  7. a b Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
  8. a b c Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  9. a b c Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.
  10. a b c Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  11. a b c Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  12. a b Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  13. a b c d e f g Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  14. a b c Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  15. US Department of Health and Human Services, National Institutes of Health [2]
  16. a b Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.