Orhan Keskin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Orhan Keskin (bilêvkirina bi kurdî: Orhan Keskîn, jdb. 1956 li Erdêxan - m. 3ê adarê 1984 li Zîndana Amedê) têkoşer û şoreşgerekî navdar ê tirk bû. Berpirsiyarê Devrimci Yol ê Başûrê Rojhilatê Tirkiyê bû. Di greva birçîbûnê ya bêdawî de jiyana xwe ji dest daye.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dibistana amadeyî li Farqînê dixwîne û hêj di ciwanzarokiya xwe de doza azadî û demokrasiya Kurdan dike. Malbata wî koçberê Tetwanê dibe û ew li wir têkilî bi rêxistinên çepgîr û Kurdperwer re datîne. Herçendî Tirk bû û di nava rêxistinên Tirkan de cihdigirt jî, azadiya gelê Kurd girîng didît.

Sala 1977î xwe qeydê Enstîtuya Perwerdeyê ya Amed, beşa matematîkê dike. Lê ew giraniya xwe dide karên şoreşgeriyê û li bajarên Bakurên Kurdistanê, xebatên şoreşgeriyê dike. Ji ber ku di aliyê teorîsyeniya têkoşîne de bipêşketibû, bi giranî di birêxistinkirina ciwanan de peywirdar dibe. Wî biratiya Kurd û Tirkan diparast û di bipêşketina rêxistina çepgîr û pêşverû Dev Yolê li Amedê de xwedî roleke berbiçav bû.

Di gulana 1980î de bi hêzên ewlekariyê yên Tirk re dikeve xweparastina biçek û birîndar dibe. Polîsên Romê wî digirin û êşkenceyên mezin lê dikin. Wî davêjin Zîndana Amedê ku wê gavê wekî "Saygona Kurdistanê", dihate binavkirin. Li wir tevlî hemî berxwedanan dibe.

Di greva birçîbûnê ya dawî ku di 14ê kanûna paşîn a 1984î de destpêkiribû de, di birçîbûna 52emîn rojê de jiyana xwe jidestdide.