Pêjgeha bulgarî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şorbehûra bulgarî

Pêjgeha bulgarî (българска кухня / Bălgarska kuhnya) şaxek ji pêhgeha balkanî ye. Ji ber ku bulgar bi xwe ji gelên slav in, di xwarinên wan de rêçên slavî jî hene. Dîsa dema Osmanî tên herêmê, bandora xwarinên Anatoliyayê jî dibe.

Herçendî axa Bulgaristanê digihê deryayê, di peravê Deryaya Reş de ye, di pêjgeha wan de kêm masî û çêjên deryayê cih digirin. Mastê bulgaran gelek navdar e. Pitka ji nanên bulgarî ye û bi biharbêhnê ye. Bulgar şerab, rakiyayê gelek vedixwin. Yahniya navê hêyavkeke wan e. Penîrê spî çi wekî meze çi jî di taştêyê de gelek tê bikaranîn.

Kartol, Pîvaz, siyale, berhemên şîrê, kilor, goştê spî, xingal, şorbeyên û şîranîyên curbecur, sosên welatên li peravên Deryaya Navîn in, seleteyên slavî, seleteyên Anatoliyayê ûêd ji cîhana pêjgeha bulgarî ne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Alan Davidson: The Oxford Companion to Food, 2nd ed. Oxford 2006, Artikel Bulgaria, S. 112 f.