Pêjgeha mongolî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Pêjgeha mongolî bi xwarekên xwe yên ji masî û berhemên şîrê navdar e. Pirraniya gel hêj jî di jiyana koçerî yan nîv-koçeriyê de dijî. Hespan, dewaran malê, hêştir, pez û gayê tîbetê (yag) xwedî dikin. Goşt an dikelînin û di xwarinên quşxaneyê de bikartînin, an bo zivistanê hişk dikin. Ji to û şîrê gelek xwarin-vexwarinên cuda çêdikin. Di dema sosyalîzmê de, ji ber têkiliyên bi YKSSê re, xwarin-vexwarinên Sovyetê jî ji xwe re cih çêkirin lê bandora wan tenê li navenda bajaran jîndar e.

Pirraniya xwarinên mongolî ji goşt in. Herçendî goştê sor bixetere ye û bo tenduristiyê ne baş e jî, li Mongolyayê dîsa jî asta nexweşiyên dil-demarê (bo mînak mirina masûlkeyên dil) ne bilind e. Lewra hewa sar e, zivistanê serma heya -40 °Cyê dadikeve û jiyan dijwar e, livînê divê.

Wekî kurdan, mongol jî hez ji xwedîkirina ajalên malê dikin, bêî alîkariya dewletê jiyana xwe didomînin. Mongol di jiyana gundewariyê de, di otaxan de dimînin. Otax herwiha pêjgehên wan in jî. Di otaxan de, li ser sobeyên bi sergînê vêketî, xwarinên xwe didin ser.

Xwarekên navdar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girikên hevîrê yên mongolî: Bûûz û xûşûr

Xwareka herî zêde tê xwarin goştê xaşandî yê mihê ye. Li bajaran bûûzxûşûr gelek tê xwarin ku wekî xingalên mezin in. Ji tevlîkirina masî, riz (birinc), cure rişteyên nehatine hişkkirin gelek xwarinan didin ser.

Dîsa, goştê marmotayê wekî zirfetê dadigirin, dipijînin, jê re bûûdog dibêjin. Ji şîrê, orom (mongolî өрөм, bixwîne wekî îorîom), xoormog, dew, arxî ûêd gelek vexwarinan çêdikin. Divê mirov çaya şîrê ya bi xwêyê, zûûtayî tzayî jî jibîr neke.

Dab û nêrîtên destexaneya mongolî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mêvan li otaxê: Îkram dew, orom, aarûl û bûûdog e

Mongol jî wekî kurdan mêvanên xwe bêî xwarin-vexwarinê venagerînin. Mirov nikare îkramê nepejirîne, vegerîne, bêrêzî ye. Lê divê mirov binika xwarinê vala jî neke. Ango mêvanê biqedir, hinekê di bin binika xwe de dihêle, çavbirçîtiyê nake. Ev edet di kurdan de herwiha heye.

Fîncana vala bû, ji aliyê xwediyê malê ve bilez tê dagirtin. Heger dilê mêvan xwarin-vexwarinê naxwaze jî, baştir e, pariyek tehm bike, qulmekê vexwe. Mongol bi destên rastê xwarinê dirêj dikin, ev edetê wan e.

Pêşangeha pêjgeha mongolî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]