Portal:Kurdistan/Ziman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Zimanê kurdî, zimanek ji şaxa Zimanên Îranî yê bakûr rojavayê Zimanmalbata Hind û Ewropî ye. Piraniya gelê li Kurdistanê bi vî zimanî diaxivin û zimanê dayîkê yê piraniya kurdan ev ziman e.

Çend zaravayên kurdî hene. Kurmancî li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê, soranî li başûr û rojhilat tê bikaranîn. Kurmancî bi piranî bi tîpên latînî tê nivîsîn û soranî bi tîpên erebî. Piraniya kurdan li seranserî cîhanê bi kurmancî diaxivin.

Zaravayên din kirmanckî, hewramî, lekî, kelhurî û feylî ne. Kirmanckî/zazakî û hewramî carna jî wekî zimanên xweser tên dîtin.