B-Ban

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Metro hat beralîkirin)
B-Bahna New Yorkê

B-Ban, bana binerdê, metro, ji bana (xeta) rêhesinî ya binerdê re dibêjin. Cure sazûmaniyeke veguhastina li ser rêhesinê ye.

Lezgîn e, û di bin erdê de ye. Rêwî li îstgehên ku bi nêrdewanan dadikevin binerdê siwar û peya dibin. Li Ewropa gelek pêşketiye lê li Kurdistanê nîne. Veguhastinê hêsantir dike.

Bingeha veguhastina binerdê di sedsala 19. de tê avêtin. Beriya wê jî li Fransayê hin ceribandinên wê hebûn. Lê, veguhastina binerdê ya di navbera du cihên dûr de, di nîvê duyemîn ê sedsala 19. de rûdide. Sala 1844 li Viyana, 1863 li Londonê banên binerdê dikevin xizmetê.

Lê gava mirov behsa banên binerdê bike, Fransa dikeve bîra mirov. Fransiyan di binê erdê heya 8-9 qatî banên veguhastinê çêkirine. Bana binerdê ya Parîsê di cîhanê de navdar e. Herwiha ya Moskowê jî. Welatê ku sazûmaniya veguhastina binerdê ya herî baş avakiriye jî Almanya ye.

Ji sala 1951'ê virde li Fransayê metroyên ku li ser pêçkeyên lastîkî diajon jî tên bikaranîn. Lê pirranî ew jî wekî trênan li bi çerxeyên hesinî diajon û li ser rêhesinê dixebitin.

Ferhengoka B-Banê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Metro, ji bandora romî (tirkî) ku wan jî ji fransî girtine, ji bana binerdê re tê gotin, hevwateya B-Bahnê.
  • S-Ban, bana sererdê ye.
  • Ban, bi kurdî xet, newalên di navbera çiyayan de ku rê û xet jî ji xwe li wir tên çêkirin
  • Banî, ser xaniyan, ser malan. Xaniyên baniyên berê yên Kurdistanê ji xweliyê bûn û ji cihê wan ê goncal (kort, çal) re (bo mînak ber kulekan) ban, banî hatiye gotin. Ango kurdan ew şibandine banan ango newalên (kortên) erdnîgariyê.
  • Pir, li hin deveran ji pireyên ser çeman re ban dibêjin. Pir di nava du gir an tûmikan de tên çêkirin (lewra li korta wan av diherike). Ango pire li se ser banan tên çêkirin, ev şibandin jî ji wê ye.
  • Bahn, bi almanî di wateya banê, xetê de. Bêje ji heman koka zimanên îndo-ewropayî ye.
  • Metre yan di hin devokan de metro, amraza pîvandinê.
  • Metropol, bajarê mezin, bajarê sereke.
  • Rayêl, bi nêrînên xwe bi ser aliyekê de çûyîn, bi ser xetekê de çûyîn, nêzîkîkirina aliyekê, raya xwe bo layekê dayîn.
  • Xêz, xet, zax.