Elaeddîn Secadî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Elaeddîn Secadî nivîskarekî kurd e. Di sala 1907an de li Kurdistana Iraqê hatiye dinyayê. Di sala 1938an de destûra meletiyê wergirtiye û li Bexdayê, li mizgefta Neîme Xatûnê meletî kiriye. Di 1939an de ketiye nav qada rojnamevaniyê, di 1941ê de bûye berpirsiyarê kovara Gelawêj û heta 1949an dewam kiriye. Di sala 1948an de bi navê "Nizar" kovarek bi kurdî û erebî derxistiye. Di navbera salên 1958-1974an li zankoya Bexdayê mamostetiya edeb û dîroka wêjeya kurdî kiriye.

Hinek ji berhemên Secadî ev in:

  • Ristey Mirwarî, ji 1-8, sala 1957-1938.
  • Mêjuya edebiyata kurdî, 1952.
  • Şoreşên kurdan û şoreşa Iraqê.
  • Hemîşe Behar, kurteçîrok, 1960.
  • Destûr û ferhenga zimanê kurdî, 1961.
  • Edebê kurdî û lêkolîna edebê kurdî, 1986.
  • Kurdewarî, 1974.
  • Deqekanê edebî kurdî, 1978.
  • Nawî kurd.
  • Geştêk le Kurdistan.
  • Nirx Sinasî.

Elaeddîn Secadî di 13.12.1948an de wefat kiriye û niha li Bexdayê, li Goristana Şêx Evdilqadirê Geylanî veşartî ye.

Çavkanî[biguherîne]