Komara Kurdistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Komara Kurdistanê ya Mehabadê hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Komara Kurdistanê
Komarî Kurdistan
Alaya Kurdistanê Nîşana Herêma Kurdistanê
(Ala) (Nîşan)
Sirûda netewî: "Ey Reqîb"
Republic of mahabad and iranian azerbaijan 1945 1946.png
Zimanên fermî Kurdî


Paytext Mehabad
Sîstema siyasî Komar
 - Serokkomar
 - Serokwezîr
Qazî Mihemed
Hacî Baba Şêx
Rûerd
 - Giştî

37,437 km2
Serxwebûn 22'ê rêbendanê 1946 - 17'ê berçileyê 1946[1]




Komara Kurdistanê an jî Komara Kurdistanê ya Mehabadê[2] komareke kurdî bû ku serbajarê wê Mehabad bû. Komar, di 22'ê çileya sala 1946'an de ji aliyê serokê wê Qazî Mihemed ve hate ragihandin.

Berî Avabûnê[biguherîne]

Piştî encamdana serhildana Simkoyê Şikak, di nava Kurdên Rojhilat de kêmasiya zana û rewşenbîran dihate niqaşkirin. Seyîd Huseyîn Huznî Mukriyanî ku ji Mahabadê ye, bi rêya zanayê Îranî Ahmed Kesrewî Tebrîzî tevgera Naziyan û fikra Naziyan ya di derbarê yekitiya nijadê aryanan de xwend û hinekî xwe nêzîk jî dît bo vê îdeolojiyê. Li sala 1937an de Mukriyanî bi rêya komeleya Dengê Kurdan ku wî avakiriye, kovara Şûle derxist. Di vê kovarê de di nivîsareke xwe de behsê netewê Kurd dike ku Kurd jî ji qewmên Aryanin û divê wek Almanan Kurd jî împeretorıya xwe ava bikin. Fikrên Mukriyanî di navbera rewşenbîrên Kurdên rojhilat de her dihatin niqaş kirin û tesîra xwe jî li rewşenbîran kir[3]. [4].

Li sala 1941ê de Şahê Îranê Riza Şah bi derbeyekê ket. Di vî wextî de li her derê Îranê di bin kaosê da ye. Şûna Riza Şah, kurê wî Muhemmed Riza Şah dibe desthilat. Di vî wextî de serokeşîr û serkêşên Kurdan yên li sirgûnê dizivirin welêt û li herêmên xwe û herêmên li eşîrên wan lê dikirin bin destê xwe û berpirsiyar û karmendên Şahê Îranê ji herêmên derdixistin. Heta li wê demê li derdora Urmiyê gelek tesîran van eşîran çêbû ku gelek kar û xebatên nebaş dikirin. Wê demê wekî her derê Îranê li Kurdistanê jî kaoseke mezintir hebû[5].

Li wî dewrî desthilata Îranê bi taybetî li rojavayê Îranê nemabû, rojavayê Îranê ketibû bin desthilata Kurd û Azerbaycaniyan. Di vê demê da Rûsî jî ketin rojavaya Îranê. Hatina Rusî bo Kurd û Azerbaycaniyan bo sîwanek li dijî Şahê Îranê. Li sala 1942an de li Mahabadê ku di bin desthilata Rusî de bû bi navê Niştiman (rojname) kovarek bi beşdarbûna 11 kesan ava bû[6]. Niştiman di demek din dibe rojnameya fermî ya Komeley Jiyanewey Kurdistanê. Di Niştimanê de xwestekên reformê her wisa li ser şerê eşîran û serokên eşîran nivîsar tên nivîsîn. Ji bo yekitiya Kurdan kêmasî û astengiyên eşîran tên gengeşe kirin[7]. Li sala 1945an de Komele belav bû, pişt3i belavbûnê bi pêşengiya Qazî Mihemed Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê hate ava kirin. Di bernameya partiyê de ji bo Kurdan xweserî, bi zimanê dayikê perwerdehî, fermîbûna zimanê Kurdî hwd. hebûn[8]

Avabûn[biguherîne]

Di nava sedsala 20'an de, piştî hikûmeta Başûrê Kurdistanê ku Şex Mehmûd Berzencî li Silêmaniyê îlan kir, Komara Kurdistanê ya Mehabadê di warê dewletbûyinê de ji bo kurdan bû tecrûbeyeke duyem. Lê belê, hin welat ji bo berjewendiyên xwe Komara Mehabadê feda kirin. Di 22'ê çileya sala 1946'an de, bi alîkariya Yekîtiya Sovyetê, li Meydana Çwarçira ya Mehabadê, Komara Mehabadê ji aliyê Qazî Mihemed ve hate îlankirin.

Li ser avabûna Komara Kurdistanê McDowell wiha dibêje: Di dawiya sala 1945an de desthilata Tehranê li Azerbaycanê kontrola xwe winda kir, leşkerên girêdayî Partiya Demokratîk a Azerbaycanê leşkerên Îranê ji Azerbaycanê derxistin. Piştî vê derxistinê Hikûmeta Xelkê Azerbaycanê kontrola xwe li hemû rojhilatê Azerbaycanê kir. Di vê rewşê de Qazî Mihemed jî mecbûr ma ku li rojavayê Azerbaycanê serxwebûna xwe îlan bike. 15 Berfanbara 1945ê de bi merasîmeke biçûk Hikûmeta Gelê Kurd hate ava kirin. Hikûmeteke 13 endam hate ava kirin û 22 Çileya 1946an de bi serokkomariya Qazî Mihemed li Mahabad, Bokan, Nexede, Şino Komara Mahabad hate ava kirin. Partiya Demokratîk ya Azerbaycanê nedixwast bêyî wan Kurd serxwebûna xwe îlan bikin û ji ber vê Qazî Mihemed ji aliyê Partiya Demokratîk ya Azerbaycanê hate vexwandin ji bo ku jê re bêjin; Hûn dikarin hikûmeteke herêmî ya girêdayî PDAyê ava bikin. Lê ji bo ku Sovyetan alikari dida Qazî Muhemmed, PDA mecbûr ma û hebûna Kurdan a xweser qebûl kir. Paşî ji bo ku yekitiya Azerbaycanî û Kurdan 23yê Nîsanê de di navbera Kurd û Azerbaycaniyan de hevpeymaneke aşitî hate destnîşan kirin.[9]

13 wezîrên ku di komara Mehabadê de cih girtin, piştî demekê Destûra bingehîn a komarê zelal kirin. Her çiqas Komara Mehabadê heta demeke kin berdewam kir jî, di wê demê de bû navenda siyaset û ronahiyê. Komara ku li Mehabadê hate sazkirin, ala netewî ya Kurdistanê hilda û gel jî artêşa welêt sazkir. Hikûmeta Komarê herwiha rêxistinên aborî, civakî, wêjeyî, hunerî û leşkerî jî saz kir. Rojname û kovar derketin. Sîstema birêvebir ya Komarê jî hate sazkirin. Hewl hate dayîn ku sistema perwerde û ziman were pêşxistin. Zimanê kurdî bi fermî hate pejirandin. Şanoya kurd hate sazkirin. Ji bo jin di aliyê siyasî û civakî de pêşbikevin, di 14'ê adarê de, Yekîtiya Jinên Kurdistanê hate sazkirin. Jina Qazî Mihemed, Mîna Qazî di xebatên jinan de, roleke aktîv leyist. Herwiha hewl hate dayîn ku têkiliyên diplomasî jî werin xurtkirin. Bi kurtahî, herçend temenê Komara Mehabadê kin be jî, Mehabad di vê demê de bû navenda siyaset û rewşenbiriyê

Piştî îlankirina Komarê, Yekîtiya Sovyetê desteka ku dida Qazî Mihemed paşve kişand û di 16'ê mijdara sala 1946'an de, hêzên Artêşa Îranê Paytexta Azerbaycanê bi destxistin û ber bi Mehabadê ve meşiyan. Hêzên Rejîma Îranê, bi desteka Brîtanya, di 17'ê kanûna sala 1946'an de, Komara Kurdistanê ya li Mehabadê hilweşand. Li Mehabadê di merasîma sazkirina Komara Kurdistanê de, Qazî Mihemed wiha sond xwaribû[çavkanî pêwîst e]:

"Bi mezinahiya Xwedê, rumetiya Qur'ana Kerîm, li ser welat û ala min, ez sond diwxim, heta dilopa dawî ya xwîna min û nefesa min a dawî, bi can û malê xwe, di rêya azadiyê de, ji bo alên me li azamanan pêl bidin, ez'ê têbikoşim".

Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê Seyfî Qazî û birayê wî Sadrî Qazî, li meydana Çarçira ku lê Komara Mehabadê hatibû îlankirin, di 31'ê adara 1947'an de hatin dardekirin.

Hikûmeta Komara Kurdistan[biguherîne]

Komara Kurdistanê ya Mehabadê
  1. Serokkomar: Qazî Mihemed
  2. Serokwezîr: Hacî Baba Şêx
  3. Wezîrê Karên Navxwe:Muhemmed Emîn Muînî
  4. Wezîrê Darayiyê: Ehmed Elahî
  5. Wezîrê Şer û Parastin: Seyfî Qazî
  6. Wezîrê Karên Derve: Evdilrehman Îlhanîzade (Mohtedî)
  7. Wezîrê Rêyan: Îsmaîl Îlhanîzade
  8. Wezîrê Posta, Telefon û Telegraf: Kerîm Ehmedeyn
  9. Wezîrê Perwerdehiyê: Menaf Kerîmî
  10. Wezîrê Kar : Xelîl Xûsrevî
  11. Wezîrê Ticaretê: Hecî Mistefa Davudî
  12. Wezîrê Tenduristiyê: Seyyîd Muhemmed Eyyûbiyan
  13. Wezîrê Dadê: Mela Husên Mecdî
  14. Wezîrê Çandiniyê: Mehmûd Welîzade

Hêjayî gotinê ye ku çend ku Komara Kurdistanê xwedî hikûmetekê jî bûye, gelek kar û barên Komara Kurdistanê ji aliyê komiteya navendî ya PDK-Î dihate kirin[10].

Artêşa Komara Kurdistan[biguherîne]

Artêşa Komara Kurdistan ji du beşa pêk tê. Beşa Yekem leşkerên perderweyî ne, hejmara wan 3 hezar peşmerge bûn. 2 hezar ji wan suwarî bûn û 1 hezar ji wan jî peyayî bûn. Beşa duyem ji leşkerên eşîran pêk dihat ku hejmara nêzîkî 15 hezar kesan bû[11]. Perwerdeya van peşmergeyan li salên 1940an de ji aliyê leşkerên pîlebilind yên ji Artêşa Îraqê veqetîn re dihate dayîn[12].

Aborî[biguherîne]

Aboriya Komara Kurdistan li ser bac û şirketa Terakkî ve birêvediçû. Di nav bajarên girêdayî Kurdistanê ve bac dihatin standin. Ji bo bac standinê du komîsyon hatibûn ava kirin. Komîsyonekê li navendên bajaran ji ticaran bac disitandin,komîsyona din jî li gundewaran ji xwedanên axê bac disitandin. Şîrketa Terakkî jî ji aliyê komîteya navendî ya PDK-Î dihate rêvebirin û li ser navê Komara Kurdistan ticaret dikir.

Rêzçawaniya Avabûna Komarê[biguherîne]

Rûxana Komarê[biguherîne]

Bi dûçûna hevpeymana li Çileya 1942an de ji aliyê Îran-Sovyet û İngilîzan hatiye destnîşan kirin diviyabû ku İngilîz û Sovyet piştî şerê cîhanî, di 6 mehan de ji Îranê derbikevin. Lê berî vekişînê Sovyetan li gel Îranê hevpeymanek dî destnîşan kiribû ku têkiliyên sovyet û îranê ên aborî dê her dewam bikin û her wisa hatibû gotin ku pirsgirêka Azerbaycanê(Kurdistan jî di nav de) pirsgirêka navxweyî Îranê ye û divêt îran bi awayek aştiyane vê pirsgirêkê çareser bike. Dema vekişîna hêzên Sovyetan li rojavayê Îranê xelas bû hêzên leşkerî yên Îranê berfanbara 1946an de bi alikariya hêzên DYAyê êrîş bir ser Azerbaycan û Kurdistanê[13]

Piştî rûxandina Komara Azerbaycanê ji layê dewleta Îranê ve bi awayeke xerab, di nav Komara Kurdistanê de jî tirs çêbû. Gelek eşîrên piştgirî didan Komarê ji komarê veqetîn. Piştî ku hate zanîn Kurdistan nikare xwe li dijî dewleta Îranê biparêze; Serokayetiya Komara Kurdistanê li Miyandûabê xwe teslîmî General Humayunî kirin.

Ji bo sedemên rûxana komarê nivîskar Fereshteh Koohi Kamali wiha dibêje Divê pêşiyê em vê bêjin ku eşîrperestiya Kurdan çawa ku di avakirina komarê de rolek girîng lîstiye her wisa di rûxana komarê de jî rolek mezin lîstiye. Têkilî û hevrikiyên serokeşîrên astengiyeke mezin derdixist pêşiya hereketa netewî. Di dîroka Kurdan de asayî ye ku yek an çend eşîr ku ji bo menfietê xwe hevkariyê li gel hêzên derve bikin. Sedema duyemîn jî ewe ku rêvebiriya komarê ji layê tecrûbe ve gelek kêmas3i hebûn. Her çend ev komar kêm jiya be jî gelek girîng e. Di dîroka Kurdistana Îranê de yekemîn care ku hiş û hêcana netewî derxist holê. Her wisa rêvebir ji serokeşîran derneketibûn ji nav rewşenbîr û arîstokratan de derketibûn[14]

Olga Jigalina jî li ser xalek dî disekîne û dibêje ku Komara Kurdistanê encax %25ê hemû Kurdistana Îranê be, ev jî tê wê wateyê ku hemû Kurd di nav komarê de nîn in. Ev parçebûna Kurdan ji bo Îranê rewş asantir dikir. Her wisa dema hêzên Îranê ji bakurê Mahabadê hatin. Hêjayî gotinê ye ku ew jî Kurd in[15]

Bide ber[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  1. (tirkî)Kürtlerin 11 ay süren tarihi sevinci: Mahabad Cumhuriyeti
  2. ROJA 17/01/1946: DAWIYA KOMARA MEHABADÊ Û ROJANEKIRINA NIRXANDINEKÊ enstituyakurdi.com
  3. B.P. Logashev, Turkmeni Irana , Moskva; İzdatelstvo Vostoçnoy Literaturi ,1976, r96
  4. İran'da etnopolitik hareketler, Gülara Yenisey, r131
  5. B.P. Logashev, Turkmeni Irana , Moskva; İzdatelstvo Vostoçnoy Literaturi ,1976, r248
  6. G.Lenczowski, Russia and the West in İran 1918-1948. New York: Ithaca,1949,r.249
  7. D. McDowell,Modern History of Kurds,London,Tauris 2000, r.238
  8. Qasimlo, Kurdistana Îranê, r.30
  9. McDowell,Modern History of Kurds,London,Tauris 2000, r.242
  10. The Republic of Kurdistan: The making of Kurdih İdentity in İran: Abbas Vali
  11. The Kurdish Republic of 1946: William Eagleton
  12. The Republic of Kurdistan: The making of Kurdih İdentity in İran: Abbas Vali
  13. McDowell,Modern History of Kurds,London,Tauris 2000, r.242
  14. Fereshteh Koohi Kamali, The Development of Nationalism in Iranian Kurdistan, r179
  15. Olga Jigalina, Nasionalnoye Dvijeniya Kurdov v İrane, (1918-1947gg), Moskva: İzdatelstvo Nauka, 1998, r145

Wêje[biguherîne]

  • The Republic of Kurdistan. Fifty Years Later. in: International Journal of Kurdish Studies. Library, Brooklin NY 11.1997, 1 & 2. ISSN 0885-386X
  • William Eagleton, Jr.: The Kurdish Republic of 1946. Oxford University Press, London 1963.
  • Moradi Golmorad: Ein Jahr autonome Regierung in Kurdistan, die Mahabad-Republik 1946 - 1947 in: Geschichte der kurdischen Aufstandsbewegungen von der arabisch-islamischen Invasion bis zur Mahabad-Republik, Bremen 1992, ISBN 3929089009
  • M. Khoubrouy-Pak: Une république éphémère au Kurdistan, Paris u.a. 2002, ISBN 2-7475-2803-0
  • David A. McDowall: Modern History of the Kurds, I. B. Tauris, 1996 (Current revision at May 14, 2004). ISBN 1-86064-185-7
  • Susan Meiselas: Kurdistan In the Shadow of History, Random House, 1997. ISBN 0-679-42389-3
  • Archie Roosevelt, Jr.: The Kurdish Republic of Mahabad. in: Middle East Journal. Washington DC 1947,1 (July), pp. 247-69. ISSN 0026-3141
  • Kurdish Republic of Mahabad. in: Encyclopedia of the Orient.
  • The Kurds: People without a country. in: Encyclopedia Britannica.
  • Yassin, Burhaneddin A., Vision or Realty: The Kurds in the Policy of the Great Powers, 1941-1947, Lund University Press, Lund/Sweden, 1995. ISSN 0519-9700, ISBN 91-7966-315-X Lund University Press. ou ISBN 0-86238-389-7 Chartwell-Bratt Ltd.