Hikûmeta Neteweyî ya Azerbaycanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Komara Kurdistanê û Hikûmeta Netewî ya Azerbaycanê

Hikûmeta Neteweyî ya Azerbaycanê (Tirkiya Azerbaycanî: Azərbaycan Milli Hökuməti[1]; Farisî: حکومت ملی آذربایجان), (Rûsî: Азербайджанское народное правительство) yek ji hikûmeta Tirkan e ku di wextê Şerê Cîhanî yê Duyem de li rojavayê Îranê di berfanbara 1945ê de hatiye ava kirin û mijdara 1946ê de hatiye rûxandin. Qedera Hikûmeta Neteweyî ya Azerbaycanê û Komara Kurdistanê wekî hev bû. Di demek kaotîk de hatin ava kirin û zêde nejiyan.

Destpêk[biguherîne]

Tirkên Azerbaycanê, herêma Azerbaycanê wek welatê xwe dibînin. Di dema meriv li dîrokê dinêrê herêma Azerbaycanê gelek caran wek Şedadiyan, Rewadiyan hwd. di bin desthilatdara Kurdan de bû.Lê piştî belavbûna Tirkên Asyaya Navîn bo Rojhilata Navîn ev herêmên han hemû ketin di bin zilm û zordariya Tirkan. Gelek ax û herêmên Kurdî jî bi van êrîşên hovane bûn Tirk. Kurd ji Tebrîzê bi temamî hatin derxistin lê wekî bajarên Urmiyê, Selmas, Xoyê hêj jî nifûsa Kurdan ma ye û ji ya Tirkan bêhtir e.

Piştî belavbûna Tirkên Azerbaycanê, wan bi sedsalane li Îranê bi rêya binemalên wekî Selçuqiyan, Sefewiyan, Qacariyan, Efşeran hikûm dikir. Piştî salên serdema 20an de tesîra Tirkan ji berê kêmtir lêhat. Netewa Faris li Îranê hêdî hêdî dibû desthilatdar. Jixwe ev desthilatdar li sala 1921ê de bi derbeya leşkerî ya Riza Pehlewî hate pê.

Li sala 1908ê de meclîsa Îranê ji aliyê Şah ve hate girtin. Piştî vê bûyerê bi rêberiya Settar Xan, li Tebrîzê li dijî hikûmraniya Şah serhildan hate destpê kirin. Settar Xan gelek alîkarî ji Bakûyê diwergirt, ev alîkarî heta 1920ê dewam kiru[1]. Her wisa Settar Xan alikarî ji balyozxaneya Osmanî jî xwest û bersiveke erênî jê hate dayîn[2]. Ev mînakên wiha xuya dikin ku Tirk li dijî netewên din yên Rojhilata Navîn dibin yek. Çi Şîe be çi Sunî be, Tirk hemû ji hêla netewperestî gelek bi hêz in û alikariya hev dikin.

Di havîna sala 1917ê de li Tebrîzê ji aliyê Şêx Mihemed Xiyabanî û hevalên wî re Partiya Demokrat ya Azerbaycanê hate ava kirin. 7ê nîsana 1920ê de bi rêberiya Şêx Mihemed Xiyabanî serhildan li Tebrîzê hate destpê kirin, di encamê de Tebrîz ket bin desthilata tirkan de. Ji ber navê Azerbaycanê navê dewletekê bû, navê herêma xwe kirin Azadîstan. 24ê pûşpera 1920ê de hikûmeta netewî hate damezirandin. Lê ev hikûmet xwedî temenekê dirêj nebû û li 12ê îlona 1920ê de Lîwaya Qazaxan dest dana ser bajêr. 2 roj piştî vê jî Şêx Mihemed Xiyabanî ji aliyê Liwaya Qazaxan ve bi awayekî hovane hate kuştin.

Berî Avabûnê[biguherîne]

Piştî vê bûyerê bi dehsalane li Azerbaycana Îranê bêdengiyek ketibûyê. Di sala 1941ê de Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst bakurê Îranê bi rêberiya ecemê sovyetan Mîr Cefer Baxirov ve dagir kir. Bi giştî li Azerbaycanê Îranê dagirkirin hate pê, ji ber ku xelkê Azerbaycana Îranê wekî xelkê Azerbaycana Sovyetan Tirk bûn. Ji ber vê nêzîkatiya nijadî dagir kirin birehetî çêbû. Piştî vê dagirkirinê di nava Tirkên Azerbaycanê de hîsên netewî pir zêde bûn. Li Tebrîzê bi navê di Rêya Welat de rojnameyek bi alikariya Sovyetan derxistin û her roja diçû tesîra Sovyetan li Azerbaycanê zêde dibû. Di hilbijartinên sala 1943ê de li Azerbaycanê 13 parlementer bo meclîsa Îranê hatin hilbijartin, 8 ji wan terefdarên Sovyetan bû ku yek ji wan jî Seyîd Cefer Pîşeverî bû. Lê ji mezbeteya Pîşeverî hate betal kirin û parlamenterî ji ali yê Hikûmeta Îranê hate jê standin. Hêjayî gotinê ye ku berî van bûyeran 3ê gulana 1942yê de yekbûna axa Îranê ji aliyê DYAyê ve hate nasîn. 24ê pûşpera 1944ê de Wezareta Derve ya Sovyetan rêda ku dibistanên bi zimanê tirkî li Azerbaycana Îranê vebin. Jixwe gelek wext neçû, dibistan hate vekirin.

Hêjayî gotinê ye ku Kurdên Rojhilata Kurdistanê ji vê rewşa netewperestî ya Tirkan gelek caran nerazîbûnên xwe nîşan didan. Nedixwastin li bajarên wan wek Urmiye, Selmas, Xoyê hikûmeteke netewî ya Tirkan bê ava kirin. Lê gelek caran li dijî van nerazîbûnan mîsyona Sovyeta ya li Azerbaycana Îranê piştgiriya Tirkan dikir. Lê şêwirmendê balyozê Sovyetan ê li Tehranê bi rapora xwe 4ê tîrmeha 1944ê ya ji bo Mîr Cefer Baxirov re rêkirî dibêje ku berpirsiyarên leşkerî û konsulxaneya Sovyetan zêde nirxê nade pirsgirêka Kurdan[3]

Piştî Almanyayê xwe teslîm kir di şerê cihanê yê duyem de, Îran jî ber bi guherîne ve diçû, ji ber ku hêzên emperyalîst ji ber parastina Îranê ji Almanyayê ketibûn Îranê. Êdî wextê vekêşana hêzên van dewletan hatibû ku meclîsa Îranê jî ev dixwast. Sovyetan jî ji bo piştî vekişînê hêza wana siyasî bimîne, xebatên xwe li Azerbaycanê û Kurdistanê bi awayekê propagandî dewam kir. Tirk û Kurd bihêz dikirin ku li van deran herêmên xweser ên di bin tesîra Sovyetan de bimîne, ava bikin. Ji bo ku propagandaya Partiya Demokratîk ya Azerbaycanê bike rojnameya Dengê Azerbaycanê hate weşandin. Armanca Sovyetan ew bu ku kadroyên Partiya Demokratîk ya Azerbaycanê ji hereketa Tudehê ava bike. Jixwe gelek kadroyên Tudehê yên Azerbaycanê tevlî partiyê kirin. Ji bo serokatiya partiyê jî Seyîd Cefer Pîşeverî hate hilbijartin. Seyîd Cefer Pîşever rêverberê rojnameya Ajir bû. Mixalîfekê rêjima Şah Reza bû û nêzî Sovyetan bû. 3yê îlona 1945ê de Partiya Demokratîk ya Azerbaycanê bi şiyara Bi şerta yekbûna axa Îranê, divê xweserî ji Azerbaycanî were dayîn û heqê her netewe dikare qedere xwe tayîn bike were dayîn avabûna xwe îlan kir[4].

Hêjayî gotinê ye ku hikûmet û gelê Îranê ji vê pêngava Tirkên Azerbaycanê nerazîbûna xwe nîşan dida. Tirsa wan ew bû ku Azerbaycanê Îranê li gel Azerbaycana Sovyeta bibe yek. Ev tirsên han bi nameyeke balyozê Sovyetan li Tahranê ji bo Mîr Cefer Baxirov hatibûn şandin[5]. Her wisa berpirsiyarê hereketa Tudehê Erdeşir Ovanesyan di vê derbarê de wiha dibêje;Mir Cefer Baxirov û Seyîd Cefer Pîşeverî dixwazin plan û bernameyên xwe bînin cih. Armanca wan ewe ku Azerbaycanê Îranê ya 5 milyonî û Azerbaycana Sovyetê ya 3 milyonî bikin yek da ku hêza xwe qewîtir bikin[6]. Çawa ev tirsên wiha di nav gelê Îranê de hebe her wisa di nav rêveberiya Bakûyê jî de tirs hebû ku Ermenî bikevin nav refên Partiya Demokratîk ya Azerbaycanê û li derdora Urmiyê herêmeke xweser ava bikin[7]

Di 3ê berfanbara 1945ê de li Azerbaycanê dest bi hilbijartinan hate kirin. Lê li hindek cihan ji ber kêşe û kaosê piştî vê tarîxê hilbijartin encam dan. Piştî hilbijartinê bi rêberiya Seyid Cefer Pişeverî Hikûmeta Neteweyî ya Azerbaycanê di 12ê berfanbara 1945ê de hate ava kirin.

Piştî Avabûnê[biguherîne]

6ê çileya 1946ê da Hikûmeta Netewî ya Azerbaycanê bi serokatiya M.C. Pîşeverî hindek biryar wergirtin. Bi dûçûna van biryaran xala herî girîng ewe ku dibêje; Li Azerbaycanê zimanê fermî tirkî ye û her netewê din ê li Azerbaycanê dije, dikare bi zimanê xwe xwendinê bike [8]. Hêjayî gotinê ye meqseda li vir Kurd in ku li rojavayê Îranê wek bajarên Urmiye, Selmas, Xoy hwd. bi giştî Kurd dijîn. Her wisa li Mehabadê û derdora wê jî Kurdan dest danî bû ser bajaran û li wir hikûm dikirin. Heykelên Reza Şah hatin rûxandin li şûna wan heykelên Settar Xan, Baxir Xan hatin çikandin. 16ê Çileya 1946ê manîfestoyek ji aliyê Pîşeverî hate hazir kirin, bi dûçûna wê hindek madeyên girîng;

  • Navê welatê me Komara Demokratîk ya Neteweyê Azerbaycanê ye.
  • Jiyana gundiyan dê were baştir kirin û axên axayan divên li nav gundiyan werin parve kirin.
  • Welatê me van bajaran dihundirîne; Tebrîz, Maraxa, Erdebîl, Urmiye, Miyanduab, Selmas, Xoy, Merend, Miyane, Enzelî, Makû, Eher, Herovabad, Zencan, Kazvîn û Hemedan
  • Ew cihên ku wek Bakurê Kurdistanê tên zanîn jî me tevlî nexşeyê kirîne. Piştî avabûna Kurdistanê ev pirsgirêk dê were çareser kirin[9].

Wek di van rêzikan de jî xuya ye ku Hikûmeta Azerbaycanê bi alikariya Azerbaycana Sovyetan gelek axa Kurdistana Îranê dagir kiriye. Serokê mîsyona Azerbaycana Sovyetê M.C. Baxirov jî dixwast Kurdistanekê di nav Azerbaycana Îranê de ava bikin lê xuya bû ku plana Sovyetan ew bû ku Kurdistaneke xweser wek Azerbaycanê ava bikin.

Her çend ev hevpeyman hatibe destnîşan kirin jî, hikûmeta Îranê li ser gotina xwe nema û serokwezîrê Îranê Kavam di 21ê mijdara 1946ê de got ku ji bo ewlehiya hilbijartinên 7ê berfanbarê li Îranê, dê leşkerên Îranê biçin her derê Îranê. 4ê berfanbara 1946an de hêzên Îranê êriş li ser Azerbaycanê dan destpê kirin. Di 14ê berfanbara sala 1946'an de, hêzên Artêşa Îranê Paytexta Azerbaycanê bi destxistin û ber bi Mehabadê ve meşiyan. Hêzên Rejîma Îranê, bi desteka Brîtanya, di 17'ê berfanbara sala 1946'an de, Komara Kurdistanê ya li Mehabadê hilweşand.20ê berfanbarê de hemû Kurdistan û Azerbaycan hate dagir kirin. Serokê Azerbaycanê Pîşeverî ber bi Sovyetan ve reviya lê Qazî Mihemed soza anî cih.

Çavkanî[biguherîne]

  1. Soğuk Savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı,Cemil Hasanlı,r:25
  2. Soğuk Savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı,Cemil Hasanlı,r:27
  3. Soğuk Savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı,Cemil Hasanlı,r:83
  4. Soğuk Savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı,Cemil Hasanlı,r:141
  5. Soğuk Savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı,Cemil Hasanlı,r:135
  6. Soğuk Savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı,Cemil Hasanlı,r:204
  7. Soğuk Savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı,Cemil Hasanlı,r:148
  8. Soğuk Savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı,Cemil Hasanlı,r:263
  9. Soğuk Savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı,Cemil Hasanlı,r:274