Qela, Meletî
Navçeya Qelayê Kale | |
![]() Dîmenek ji Qelayê
| |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Meledî |
Serbajar | Qela |
Hejmara bajarokan | 1 bajarok |
Hejmara gundan | 18 gund |
Gelhe (2010) | 6.341 [1] kes |
Rûerd | 192 km2 |
Berbelavî | 33,03 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2010) | 1.826 kes |
Koordînat | 38°25′1″Bk 38°46′7″Rh / 38.41694°Bk 38.76861°Rh |
Koda postayê | 44370 |
Koda telefonê | (+90) 422 |
Qela an jî Îzolî (bi tirkî: Kale) yek ji navçeyên Melediyê ye. Di sala 1990an da bûye navçe.
Qela 33 km dûrî bajarê Melediyê ye û firehiya wê navçeyê 192 km² ye. Hejmara niştecihên navendê 4.000 e (di sala 2000'î de). 19 gund û 43 mezre girêdayî Îzoliyê ne.
Avakerên Îzoliyê bi qasî 430 sal berê eşîra Kurd a Îzolî bûne. Mixabin piştî çêkirina termîksantrala Karakaya gelek bermahiyên dîrokî di bin avê de mane (wekî sîteya Pîrot a Bîzansiyan).
Aborî li ser çandiniyê ye. Herwekî xwedîkirina ajalan jî hene.
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]