Quran

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kuran hat beralîkirin)
Qur'ana Pîroz ya Misilmanan

Qur'an an jî Quran ‎(bi erebî: القرآن‎‎), kitêba pîroz ya dînê Îslamê ye.[1]

Çar kitêbên munezzel, ango yên ji aliyê Xwedê ve hatine li ser rûyê erdê. Her yekî ji wan ji bo pêxemberekî Xwedê ji bo rêsanedana wî ji bo mirovan hatiye rêkirin.

Quran, li gorî bawermendên Misilman gotinên Xwedê ye û ew di sala 610an a piştî mîladê, ji alî Xwedê de bi rêya wehiy ve ji Muhemmed (s.e.w) re gava ku ew 40 salî bû, di şeva leyletûl qadirê hatiye rêkirin. Quran ji 114 sûretan (sûreyan), 6.236 ayetan û 77.934 (77.437) gotinan hatiye çêkirin.

Xaleke din a "divê xwendevan di têgihîştina Qur'anê de bizanibe" ew e ku, tevî gotinên neyînî yên di Qur'anê de (26:224-225) ji bo helbestvanan, ew xwe zimanek helbestî bikar tîne. (bi taybetî di sûreyan Mekkî de hîs dike).

Di warê nirxên îroyîn de, têgihiştin û pratîkên li ser bingeha Quranê çalakiyên bi pirsgirêk in. Bo nimûne; Rewşa jinên ku di şeran de hatine girtin ji hêla olî ve pirsek krîtîk e. Li gorî şîroveyên kevneşopî yên Quranê, ev jin wekî tiştên desteserkirî têne hesibandin. Ma ev jin zewicî ne an na nayê hesibandin, û mîna jinên koleyên din ên destkeftî, xwedan maf (şervan an kirrûbirên wan) dikarin bêyî destûra wan pêkanînên cinsî li laşên xwe bikin.(23:5-6)[2](binihêrin: Sûcên şer)

Kitêbên pîroz ên berê Quranê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bergê Quranê

Kitêba yekê ku li gorî bawermendan ji aliyê Xwedê ve hatiye erdê Tewrat e. Xwedê ew bo Mûsa rêkiriye. Lê ew 750 salan pistî nazilbûna xwe hate komkirin. Dawid, texmînen, berî Mîladê, sedsalê 10'an de jiyaye. Xwedê Zebûr ji bo xatirê wî rêkiriye. Bo Tewrat û Zeburê, bi hevre "Ahd-î, Atîk" tê gotin. Berî Mîladê di sala 1200‘an de dest bi nivîsandina wan hatiye kirin û ev yeke 1000 salan dewam kiriye.

Încîl jî (di Ahdî Ceddîd de) ku bo Îsa Pêxember hatiye rêkirin, jî di cih de ne hatiye nivîsandin. Piştî Mîladê sala 110‘an de dest bi nivîsandina wê hatiye kirin. Qur‘an di sala 610‘an, piştî Mîladê, bo Muhemmed hatiye xwarê. Û ew di çaxeke kurt de hatiye nivîsandin. Ji van her çar kitêbên Xwedê re "kitêbên Îlahî" (kitêbên Xwedayî), tê gotin. Li gor gelek dîtinên cihê, cihê, ji van ew her sê "kitêbên îlahî, ango Tewrat, Zebûr û Incîl, di pêvajoya dîrokê re naveroka wan hatine guhetin, ew ji rastiya xwe hatine dûrêxistin. Lê, li gor misilmanan, ev yeke bo Qur‘anê ne welêye, ew ya heqîqiye.

Çêbûna Qur'anê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Al Fâtiha

Li gorî ola Îslamê, kitêba Qurana pîroz ji gotinên Xwedê hatiye çêkirin. Ew kitêba dawiyê ye ku ji aliyê Xwedê ve û ji bo pêxemberê yê dawiyê, Pêxember Muhemmed, gava ku ew 40 salî bû, di sala 610, di şeva "Leyletûl Qadir" de, bi rêya wehiya Xwedê, bi rêya melekê Xwedê, Cebraîl ve hatiye rêkirin. Qur‘an-a Kerîm, hino-hino, ayet bi ayet, dihate rêkirin. Ji xwe jî, Xwedê, bo vê yekê jî weha dibêjê: "(Me) Quran-a Kerîm bo insanan, çax bi çax, da ku bixwînin û têbigihin,lê, li hino-hino belavkiriye û rêkiriye (el-Îsra: 160)". Rêkirna Quranê, bi vî awayî ew bo parastin û jiberkirina wê hesanîtri kir .

Petra jêrîn; Li gorî lêkolînerê dîrok û arkeolojiya Islamicslamî Dan Gibson, ev der cihê ku Mihemed xortaniya xwe lê jiyaye û vegotinên xweyên yekem stendiye. Çawa ku yekem mizgeft û goristanên misilmanan nîşan didin, yekem qibla misilmanan bû.[3]

Gava ew nazil dibû (dihate erdê), Muhemmed jî di cih de ew bi alikariya katibên wehyê, yê eshaban, di huzura wan de li ser çerman, li ser kevirên sehîk û li ser melzemeyên din dida nivîsandin û nûsxeyek jî li mala wî dima. Li aliyên din jî, gava her ayetek wehî dibû, ango dihata xwarê, ew di cih de, ji xeynî nivîsandinê, ew ji aliyê hafizan (Qur‘anjiberan) ve dihate jiberkirin jî. Ev yeke li gor rêsana Mihemed cih û tertîba wê ayetê û ku gava Cebraîl ew gihandî Resulê Xwedê, welê dihate pêkanîn.

Hersal di meha Remezanê de, Muhemmed 10 rojan dikete îtîkafê, ango dirûnist û bes îbadet dikir, Qurana ku ji Cebraîl re dixwend. Cebraîl jî Qur‘an ji wî re dixwend û bi vî awayî wan xwendina hevdû didan li ber hev; bi awayekî din, wan ew "kontrol" dikirin. Dota Muhemmed, Fatime, dibêjê ku bavê wê carekê bo vê yekê weha gote wê: "Dota min, her sal Cebraîl carekê Quran dida ber ya min, lê îsal wî ev yeke ducar kir. (Ji vê jî) bêguman, texmîn dikim ku ecelê min nîzik bûye" (Buharî,Tecrîd-î Sarih, Tercume, Cilt II, Hadis 1767). Ebu Hureyre jî: "Resullullah her sal cerekê; sala wefat kirî du caran Quran da ber ya Cebraîl û 10 rojan, sala wefat kirî 20 rojan kete îktîfayê" (Buharî, Fedaîlû Quran, bab: 8 (Kane Cebrîl ya‘rîdu‘l Qur‘an) . Piştî wefata Pêxember, di çaxê Ebubekir de, di şerrê kesên ji dîn vegerayî de, Yemamê (633) 70 hafiz şehîd bûn. Ev yeka Omer tirsand. Wî mûracatî Ebûbekir kir û wî jî kare bo nivîsandina Quranê da Zeyd Sabît, katibê ku Mihemed jê hez dikir. Hemû meteriyalên li ser Qur‘anê dane Zeyd û wî jî ew û yên hafizqur‘anan da ber hev. Pistre, her sure, ayet, ku bi wehî hatibûn xuyakirin, li gor hatina wan hatin rêzkirin û bi lehçeya Qureysiyan hate nivîsandin. Navê wê "MUSHAF" hate danîn.

Piştî wefata Ebubekir, ew teslîmî Omer hate kirin û di taliyê de, gava Osman bû Xelîfe, wî komîteyek di bin serokatiya katip Zeyd bin Sabît de avakir û ew surê, ne li gor hatinan wan, lê li gor girêdanên wan bi hev re, tertîp kir û 7-8 nûsxe nivîsandin û li wilayetan hatin belav kirin.

Qur'an li gor van bingehînan hatiye rêzkirin:

Sûre: Maneya Şeref, rutbeya mezin yan jî bingeha xanî didê. Li gor ilmê tefsîrê Quran ji qismên sûreyan tê pêkanîn. Sûre jî, ji ayetan tê pêkanîn. 114 sûre ango qisim yên Quranê hene.

Ayet: Maneya , elamet, îsaret, îbret, delîl , mucîze didê. Li gor ilmê tefsîrê, ayet maneya, yan jî hukmekî îfade dikê.

Hijmara ayetan, li gor Zemahşerî 6,236. Ji wan hezar ayet Imre, hezar Nehye, hezar Wa‘de, hezar Wa‘îde (tehdîde), hezar dengûbas û qise, hezarek jî ibret; 500 Ehkam (helal û heram), 100 tesbih û dua û 66 jî di warê nesîhetê de ne.

Gotinên Quranê li gor Medîneyiyan, 77.934, li gor Mekeyiyan 77.437.

Quranekî berê

Mucîzeyên Quranê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mucîzeyên Quranê ên Zanist û Matematîkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Mucîzeyên Quranê

Hin vegotinên helbestî yên di sûreya Quranê 54. de dest pê dike:

اقْتَرَبَتِ السَّاعَةُ وَانشَقَّ الْقَمَرُ وَإِن يَرَوْا آيَةً يُعْرِضُوا وَيَقُولُوا سِحْرٌ مُّسْتَمِرٌّ

"Saet (qiyamet) nêzîk e û heyv jî ji hev vediqete. Lê eger ew îşaretekê bibînin, berê xwe didinê û dibêjin:" Ev sêrbaziyek demkî ye. "(Qamer; 1-2) û vegotinên ku "Heyv bi nîşaneya desta ya Muhemmed li du perçeyan vebû û li ezmanan li hev civiya" di nav bawermendan de di nav nimûneyên herî berbiçav ên kerametan de têne hesibandin. Gotinên (ku yek ji bedewiyên edebî yên bêhemta yên Quranê têne hesibandin) vegotinên ku di helbestên Imru 'Qais de jî hatine bikar anîn bûn.[4]

Quran bi serê xwe mucîzekî giran e. Ji ber ku Muhemmed pêxember mirovekî sêwî bû û xwendevan nebû ku ew bikaribe Quranê ji ber xwe binvise.

Ji ber ku Quran tiştê ku di sedsala 20 û 21ê de bi zanista niha ve hatine zanîn di Quranê 1400 sal berê nîşan dabû.

Mirov dikare bi kurtasî van mucîzeyan waha berbi hev bîne:

  • Mucîzeya firehbûna gerdûnê
  • Mucîzeya giloverbûna dinyayê
  • Mucîzeya Tebeqeyên dinyayê
  • Mucîzeya nelinavhevketbûna avê
  • Mucîzeya rugehê
  • Mucîzeya atmosferê
  • Mucîzeya şiqitandina çîyayan
  • Mucîzeyên peyva (yên matematîkî)

Dabeşbûna Qur'ana pîroz[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Hijmara sûreyan: 114 sûre
  • Hijmara ayetan: 6236 ayet
  • Hijmara tîpan: 323671 tîp
  • Hijmara hiziban: 30 hizib
  • Hijmara cuzan: 30 cuz
  • Hijmara riban: 240 rib
  • Hijmara peyvan: 77437 peyv
  • Hijmara sucdeyên tê de: 15 sucde
  • Hijmara sureyên mekî: 82 sure
  • Hijmara sureyên medenî: 20 sure
  • Hijmara sureyên yê ku zane tê de nakokdar in: 12 sure

Qur'ana bi Kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Qurana kurdî

Qur'an bi erebî hatiye nivîsandin,

Qur'anê, berê Mamoste Hejar zivirand zimanê Kurdî piştê wî ji aliyê Husein Muhammed ve hate wergerandin. Li tirkîye ji di sala 1997an de ji alîye Abdullah M. Varlı ve ziviri zimane kurdi. Wegereke din di malpera al-shia.com de heye. Qur'an ji aliyê Mele Muhemmed Şirîn ve hatiye wergerandin. Bi navê Tefsîra Şirîn.

Kamiran Alî Bedirxan di gelek hejmarên kovara Hawar û ên Roja Nûwê de qeteke bi navê "Tefsîra Quranê" diweşand. Di sala 1971ê de hinek jê (bi navê "Ji Tefsîra Quranê") û di sala 2020ê de ev kitêb hemû hate weşandin. Lê di kitêbê de hemû sûre û ayetên Qur'anê nînin û ne li gora rêzimanê hatiye nivîsandin. Ji ber wê divê yek dêhnê xwe bidiyê wextê ko yek dixwîne deqena yek xelet fêm nekê.[5]

Sûre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Sûre

Di Qur'an de 114 ferker (sûre) heye.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ McAuliffe, Jane Dammen (23 çiriya paşîn 2006). The Cambridge Companion to the Qur'ān (bi îngilîzî). Cambridge University Press. ISBN 978-0-521-53934-0.
  2. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 14 tebax 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 3 hezîran 2021.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ Dan Gibson: Qur'ānic Geography (2011
  4. ^ "File:LB-poem.jpg - New World Encyclopedia". www.newworldencyclopedia.org. 16 kanûna pêşîn 2007. Roja gihiştinê 21 gulan 2021.
  5. ^ "TEFSÎRA QURANÊ". https://www.avestakitap.com/ (bi tirkî). Roja gihiştinê 23 nîsan 2022. {{cite web}}: Di |malper= de lînkeke derve heye (alîkarî)