Rim

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şervanê medî bi rima xwe

Rim yek ji çekên klasîk e. Bo parastin û êrîşê hatiye bikaranîn. Hin formên wê yên bo werzîşê hatine sazkirin hene û îro tenê di werzîşê de tên bikaranîn. Ji serê riman re (cihê bira) zerg, ji darikê wan re movik tê gotin.

Di artêşên kurdan de gelek cureyên riman hatine bikaranîn. Rim gorî movikên xwe dihatin kategorîkirin. Wekî rimê çal movik, rimê çir movik ûêd. Herwiha dirêjiya movikan jî girîng bûn, lewra her rimek bo armancek dihate bikaranîn. Siwariyan rimên çilmovik bikaranîne. Bi texmînî rimên siwariyan heya çil bihostê dirêj bûne, yan ên herî dirêj çilbihostî bûne.

Di wêjeya devkî ya kurdî de gelek binavkirinên riman hene lê bi zanîstî li ser wan xebat nehatine kirin, kîjan kîjan e nayê zanîn.

Hin ji wan wan binavkirinan:

  • Rimê çirmovik
  • Rimê çalmovik
  • Rimê çilmovik
  • Rimê gurzkî
  • Rimê duperçe
  • Rimê Ûris
  • Rimê siwaran
  • Rimê xezalan
  • Nizniz
  • Rimê Bexdayê
  • Rimcirîd
  • Rimê reş

Dîroka rimê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rima herî kevn an di destê me de heye, zerga wê ji darê ye, sala 1911'yê li Brîtanyayê hatiye vedîtin. Zanist dibêjin ev rim 360.000 heya 420.000 sal berê hatiye bikaranîn.

Ewropayî wekî her tiştê dîroka wê jî bi grekî, germanî û romayiyan ve girêdidin. Ango dibêjin ji gelên ewropayî belav bûye. Di şarezayiyên egîpt (misir), mezopotamya, afrîka û rojavayê asyayê de, herwiha rim gelek hatiye bikaranîn.