Roşava

Rişave
Roşava, Reşava
Rişava
Bihara gundê Roşavayê
Kargêrî
Welat Başûrê Kurdistanê
Dûgel Îraq
Parêzgeh Dihok (parêzgeh)
Navçe Amêdî
Nahiye Dêrelûk
Erdnîgarî
Koordînat 37°05′47″Bk 43°39′08″Rh / 37.09639°Bk 43.65222°Rh / 37.09639; 43.65222
Bilindayî 980 m
Rişave li ser nexşeya Başûrê Kurdistanê nîşan dide
Rişave
Rişave
Rişave (Başûrê Kurdistanê)
Map
Rêya Gundê Rişava

Rişava, Reşava yan Roşava gundek e ku dikeve Başûrê Kurdistanê, ser bi nehiya Dêrelûkê ve ye, li parêzgeha Duhokê.

Çiyayên devera Rişava.

Gundê Rişave yek ji gundên devera Nihêlê ye. Niha gundê Rişave kavilê û piraniya xelkê gundî nuke li nehiya Dêrelûkê û li bajêrê Amêdiyê û Duhok û deverên din yen kurdistanê akincî ne û jiyan dikin. Gelek ji wan jî niha li Europa, America u Australia jiyan dikin u akincîne.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîvçon tê kirin....

Akinciyên Rişave[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gundê Rişave gundekî avedan bû û pirî mirov bû. Ji ber nebaşîya jîyrara gundên dewir û ber, gelek ji wan gundan hatine kavil kirin û berev gundê rişave ve hatine ji bo berdewam kirina jîyana xwe. Em dikarin bêjin nêzîkî rojhelatê gundî bi qasî 3km gundek hebû bi navê Qaîda. Ne gûndekî baş bû belkû gelek zehmetî têde hebûn. Ji ber vê çendê jîyanê têde berdewam nekir, lewra xelkê gûndê Qaîdê berev gûndê Reşava ve dihên û akincî vî gûndî dibin û niha wek xelkê gundî dihên naskirin. Ji bilî gunde Qaîdê, gundê "Giwîziyê" û gundê "Ziliyê" ji akincî gundî bûne û wek Reşavayî tên naskirin.

Ji bilî van gundan gelek xelkê din jî bo akincîbonê berev gundê Reşava ve hatîne. Wek xelkê gundê Seriyê, û gelek ji muhacirên din jî berev gundî ve hatine û akincî bone wek:

Ev muhacirên ku hatine gundê Rişave û akincî bûne, wek xelkê gundî rêz lê hatine girtin û bûne xelkê vî gundî.

Egerê serekî ku ev xelke berev gundê Rişava ve hatin e ew boye kû xelkê gunde Reşava miletek gelek rêzdar bûne û rêzeka mezin ji xelkê muhacir re girtine û wek xelkê gundî danustandin pê re kirine. Ji bilî vê çendê Reşava gundekê avedan û pir ciwan bû.

Navê gundî: Rişave, Reşava yan Roşava[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şirovekirna navê gundî bi 3 şêweyan dihêt gotin.

Ew jî ev in, hendek ji aliye dîrokî ve dibêjin: navê gundê Rişave bi Reşê hatiye nav kirin û naskirin, ku ew jî bi vî şêweiy ku dibejin kesek bi navê Reşê ev gunde ava kirî ye, û nevê gundî wek Reşê-ava dihêt gotin ji aliyê hendek ji xelkê vî gundî.

Belê piraniya kesên dîrok nasên vî gundî di bêjin nexêr çi rastî bo vê çendê nîne, û eger jî ewe ku ev gundê di keve bin çiyayeki, û zû roj lê ava di be lewira di bêjin Roj-ava yan Roşava.

Belê ku mirov bêhtir dîvçonê ji bo navê gundî bike, mirov bi navê Rişave behtir jê bawere, û belê rastî ye ku navê gundî yê drust Rişave yê. çûnke gundê Rişave an Rişava dikeve serê çiyaye Metîn bi bilindahî ya 980m. Kanîen vi gundi gelekin u gundeki bi av u kani ye, ava va kaniyan diherike an direje li serê vî çiyaî. Di be lewira navê gundî bi rubuna avê hatie navkirin kû, [[av]]-riş an Riş-av, Ku nuke buye Rişava.

Binemalên Rişave[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gundê Rişave bi heşt binemalan pêk dihêt. Navên binemalan eve ne:

  1. Binemala Hesê Behdîn
  2. Binemala Binemala Feqemer
  3. Binemala Mela an Malên Mela
  4. Binemala Mala Kiwîşa
  5. Binemala Mesîha an Malên Mesîha.
  6. Binemala Êzdîna an Malên Êzdîna
  7. Binemala Jêrî an Malên Jêrî
  8. Binemala Hecîka an Malên Hecîka

Ev her heşt binemale yên serekîne di nav gundî de.

Muhacîrên Rişava[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hendek muhacirên din jî hatîne gundî ku di hên nas kirin bi van navên jor de :

  • Gundê Giwîziyê: Xano, Heciyê Şêxo.
  • Gundê Ziliyê: Reşê Selîmaiyê û Braiyên xwe û Mala Ebdulaiyê Ehmo.
  • Gundê Sêriyê: Mala Abizêkê.

Kaniyên gundî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îbrahim Rişavey

Mehêl Enes Rişavey